Partiyê kevnare ? helbestvan (Emer Xerzan)

  Parêzer: Xelîl Sasonî

Emer Xerzan – Emer ê Mistefa yê Eliyê Ûnis e- Ew li herêma (Xerzan) di sala 1922 an de, hatibû dinyayê . Piştî ruxandina serhildana (Sasonê) dijê rêjîma -Kemaliyan- Li Tirkiyeyê, Emer û gelek kes ji malbata xwe (malbata Eliyê Ûnis)
di sala 1937 an de, binxetdibin Kurdistana Sûrî. Li vir, Emer tevlî siyasetê dibe, û di sala 1958 an de, ew endamatiya partiya demokrat a kurdî li Sûriye yê dike. Di sala 1960î de, Polîsên rêjîma –Nasir- bi sedan ji endamên partiyê digre, û Emer jî yek ji wan – Di qebo û zinadanên hepsa “Mezê” de li şamê, Emer salekê girtî dimîne.Li wir, damezrenêr û serokê partiyê Dr. Nûredîn Zaza (ku ew jî girtî bû) xwest hepsa “Mezê” bike dibistanek boyî xwendinê û fêrbûna zimanê kurdî. Ji lewra, wî li gor têgihiştin û zanebûna her hevalekî, rola wî ya minasib dayêde. Wezîfa Emer, bû: danîna helbestê. Hingê, Emer du helbest amadekribûn–Ya pêşî : bi navê “Dal û Nûn” Ew herdu nîşan: tîpên pêşîne ji navê serokê partiyê  “Dr. Nûredîn”. Emer, ew helbest ji ber semaxa xurt û 
mêraniya dost û hevalê xwe “N.Zaza” di hepsê de pêşkêşkiribû.
Helbesta dîtir- “Pişta Nîhad”. Emer ji hevalekî girtî re, bi navê (Nîhad) gotibû, piştî ku Celladên hepsa “Mezê” pişta wî bi qemçiyan sor û şîn kiribûn .
Gelek helbestên (Emer) hene.Wî dîwanek bi navê “Rebatê kurd” nivîstibû. Lê mixabin,wê ronî ne dît, û ne kete nav destên xwendekaran de.
Emer Xerzan di sala 2003 an de , li bajarê Qamişlo çû dilovaniya xwe.
 

 

         Dal û Nûn
 

Vane kurd tev rabûn ** dane pey Dal û Nûn
Ser rêya serxwebûn:** bi hev re meşîn
Zend û dil: te Qewî ** çav û ser: na tewî
Destê me:b’destê wî: ** bi hev re meşîn
Vaye dem bo me hat** vaye roj jî halt
Xort û keç bo felat : ** bi hev re meşîn
Keç bi çavên dikil ** xort bi pişt û bi mil
Tev bi can û bi dil: ** bi hev re meşîn
Tevde canê xwe dan ** zar û kal û ciwan
Cahil û xwendevan : ** bi hev re meşîn

Pişta Nîhad

Eger tû binêrî li Pişta Nîhad
         xetê şîn û sorin, nîşana Cîhad
Ji ber qamçiyan tim xuyaye eser
         li sing û li pişt û li çav û li ser
Ne zaro, ne kal û ne xortên ciwan
         ne ah û ne gazin kesî dî ji wan
Ne bermîl û sîtil, ne kîsên giran
         ne qîr û dijûn û ne lêdana wan
Tewandin ji me : mûyakî pir zirav
         sitûr bûne zend û qewî bûn hinav
Nizanin di rêya welat em hemî
         mirin dê bibînin bi lêvek kenî
Me girtî bi destê xwe: kîn û edeb
         bi lêdan û tirsê .. em nabin Ereb
Ji bo serxwebûnê bi tîpek meşîn
         ciwan tevde xortin, serok: Nûredîn
 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…