Emê kengî bi yek dengî , bibêjin :Naaaaaa ji kuştina jinan re ???!!!

(Ji giyanê Dûaa , Fatîma û xuşkên wan re)

Bêwar Brahîm

Ji ber ku evîn  û azadî , du damarên hestyarin di dilê jiyanê de , ta bi mirovên xerab jî nikarin giyanê xwe ji van her dû dmaran bê par bikin .
Boyerên li ser evîn û azadîyê di jiyana gelan de bê pîvan û hejmarin , ew  hewldanên bê rawestandin , ku li ber xwe didin  ji bo kuştin û noqkirina , daxwaz û hêvîyên azdî û evînê , tev beravêtî bûne ,  ji ber mafdarîya van her du dozan , li nav tevgera jiyanê bûne lat û hêman , çendî tavên dijwar , ji barana xwînê bi ser wan ve bibarin , ne azadî û ne evîn serê xwe ,  ji radestî û dewrebarîyan re na tewînin .
Rojhilat beşeke dûmangirtîye di vê jiyanê de , ew her û her di ezmona pêşvebirina xwe ya civakî de têkdiçe .
Miletê Kurd netewek mezine , di nava tevgera Rojhilat de , ew di  bin nîrê , sê civatên cuda de , û di bin agirbestên setemkarîya wan de dijîn , cih girtine , vê cudahîyê , zererek mezin gihandîye civaka Kurdî , wek pejirandina irf û adetên ku qet di dîroka me de , cihê xwe ne girtine .
Di pêvajoya azadîyê de , beşek ji armancên netewa gelê Kurd pêk hatîye , lê zevîyên evîn û hezkirina paqij û zelal , mîna çolistanekê bi stirî û kelemper mane , ti guhdarî lê ne hatnie kirin , ta ku bûne şikeftên tarî ji daxwazên dexsok û bi kîn re , û bi taybetî derbarî jinê .
Bê guman , kuştina jinan , ne ji irf û adatên gelê Kurde , lê di bin akam û bandore Ola Islamê , ev adet di nav xwe de xwedî kirine , bê ku hewl bidin bi analîzeke zanistî , piroblemên derbarî jinan çareser bikin .
Dema bavê Fatîma Sahîndal ew li welatê Siwêdê kuşt bi mebseta şûştina namûs û şerefê , hingê raya giştî ya Siwêdî , ew boyer bi tundî şermezar kir , û bi dilekî sotî gelê Siwêdî Fatîma di nava Qurinfilên sipî de kefenkirin û li kinîşta Opsala veşartin , lê sed mixabin ku li Kurdistanê , li bajarokê Başîqa , Dûaa keça 16 e salî , bi kevirên kerr hate recim kirin û di bin pêyên  hov de hate veşartin .
Piranîya mêrên ku jinan di bin perdeya namûs û şerefê de dikujin , xwedî mebestên veşartîne , eger derkevin holê , hingê wê berjewendîyên wan têk herin , piranîya van perjewendîyan bi ezperistîyê ve girêdayî ye .
Em tev zanin ku ayetek taybet derbarî kuştina jinan di Qurana pîroz de hatiye  , ev ayet  taybet ji bo gelê Ereb daketîye , ji ber wan keçên xwe , di roja çêbûna wan de bi saxitî bingor dikirin , da ku ew keç di mezinbûna xwe de namûs û şerefa malbata xwe nelewitîne , lê di irf û adetên gelê Kurd de ,  boyerên wisa qet di dîroka wan de xuya ne bûne , vajî wê , di kultur û folklorê me de , dastan û çîrokên evîndarîyê bê hejmarin , piranîya wan ji Olên cudane mîna / Derêwêşê Evdî û Edûlê / û
 / Meryema File / , ji xwe di warê erotîk de , bi dehan şanik û dîmenên cor bi cor , di nava piranîya Lawik û Heyranokan de xemilîne .
Pirsa ku di nava pirsan de hatîye şewitandin , em derbasî sed sala 21 ê bûne , dem hatîye guhertin , çima gelê Kurd adeta kuştina jinan di nava civaka xwe de ta roja îro hiştiye û tovê wê ji kok ve ranekirîye ş çima hewl nadin ku vê adeta xerab , ku bê sinc û bê pirensîpe , ji nav rûpelên jiyana xwe bavêjin ş çima wisa bi gendelî , bi tembelî û sersarî kultur û folklorên xwe jibîr dikin , û cilbabê hizr û ramanên dijminan li xwe dikin ş
Ev jinên ku di bin şûrên tewna namûs û şerfê de , têne kuştin , bi du cihan işkencê dibînin :

 

1- Işkenceya kuştinê bi xwe
2- Işkenceya sîkolojî , ku berî kuştinê û piştî wê , bê recim kirin , bê telqîn , bê şûştin û kefen , bê veşartin , bi tenê ava şûştina wan dijûn û barana ji tifan be !!!
Wê çavên hêvîyên me li wê kêlîkê be , ku piştî Kurdistana azad bûye xwedî  destûr û Perleman , destûrekê taybet derxîne  , derbarî kuştina jinan , bi mebesta şûştina namûs û şerfê û bi fermî dengê xwe tevlî dengê me bike :
– Naaaaaa ji kuştina jinan re …
Ta wê kêlîkê , emê Qewl , Lavij û Ayetaên ku xwendina wan li ser Jinên kuştî qedexene bixwînin , di serê wan de ( Dûaa ) ku bi wî şêweyê hovane bi kevirên bilok hate recim krin , û bi rondik û hêsrên ji çavên mirovahî û mehrebanîyê dibarin , emê can û cendekên wan ji ava tif û agirê dijûnan tahir bikin .

 

30/ 04 / 2007
——–
* Piştî min ev gotar di malpera navenda PEN a Kurde belavkir , nû boyera bûka qurinfulên sipî yên Siwêdê
şehîda hemdem li nav gelê Europî / Fatîma Sahîndal / hate bîra min , min jî xwest wê boyerê careke din bînim bîra xwendevan .

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…

Li bajarê Düsseldorfê li Almanyayê, konferansa damezrîner a Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî bi dawî bû, piştî rojekê ji nîqaş û gotûbêjên berpirsiyar ên ku nûnerên dehane rêxistin, civak û saziyên sivîl ên Kurdî li hev anîn, bi tevlêbûna nûnerên hin partiyên Kurdistanî û her wiha bi amadebûna kesayetiyên civakî, çandî û akademîk…

Qado Şêrîn

Ehmedê Huseynî helbest guhert, helbesta wî watedar û bihêz û xweşik bû, kesek nikare wê inkar bike. Ew e yê ku helbesta nûjen gihande asta helbesta kilasîk.
Ji ber ku Ehmed lawê civaka kurd e ku hîn peyetiya kesayet û siyaset û idyelojya berz û blind û sereke ye, xwezî li Swêdê maba, pesnê Ocalan…

Hişyarê Emerê Le`lê

Periya dil ciwanek bê hemberî
Te ez kirme nav pizotên agirî

Bêriya te her di dilde dikelê
Hest û canê min li ser te dan girî

Xewna te ez jê şiyar nabim ticar
Te xeyalên asoyên min tev birî

Dil bi deştêve bi…