Gotina kovarên berpirsiyar di bîranîna 109 saliya rojnamegeriya Kurdî de

   Em,bi navê kovar û rojnameyên Kurdî,yên li Sûriyê têne weşandin  (Aso; Jîn; Hevind; Deng; Gelawêj; Newroz; Perwan; Pirs; Roj; Vîn),bi navê komîta fêrbûna zimanê Kurdî; komîta Celadet û bi navê komîta çalakiyên kurdewarî,wilo jî bi navê hemî piştgir û heskerên ziman, rojname û rojnamegeriya Kurdî,vê bîranînê li xwe û we pîroz dikin.
   Bi helkeftina vê bîranîna pîroz,bîranîna  109 saliya rojnamegeriya Kurdî ,em dibînin ku kovar û rojnameyên binavkirî pêma û berdewamiya rojnameya Kurdistan in û nivîserên wan pêma û berdewamiya rewşenbîriya Kurdî ne, ew in yên çapemeniya Kurdî,di demên serwext de, hembêz kirine û hembêz dikin û hêja ne ku nûnertiya rojnamegeriya Kurdî, li Sûriyê,bikin. Bo vê yekê,em wî mafî didin xwe,didin kovarên xwe,didin nivîser û xwênerên van kovaran,ku ew in xwediyê rasteqîn ji rojnamegeriya Kurdî re,li Sûriyê,û pêşdeçûna rojnamegeriyê  ji wan tê xwestin û bi wan nîşan dibe. Loma,em bi hêvî ne,ku bîranîna 109 saliya rojnameya Kurdistan(roja rojnamegeriya Kurdî) bibe zîlana rolnaskirina rewşenbîrî û bibe hêzeke xwirt di riya çespandinên resen û petî de. Da em,bi hev re,desthilatê avakirina weşaneke şûngirtî bin,da pirsên rojnamegeriyê di çerxeke ronîda de bigerînin,da xameyên me bibin neynika pirsên civaka xwe û bi erkên rojnamegeriyê rabin,da desthelatê vejîna kevnetoreya xwe bin û karibin civaka xwe ber bi banbilindiyeke mirovane û şaristane de bilivînin.
   Bêgoman,em pileya rewşenbîrî û rojnamegeriya Kurdî,li Sûriyê,di astengiyeke berbiçav de dibînin û dipelînin.Loma,gotûbêj û gengeşên rojane,bi mebesta çareserkirina vê pirsê,li dar in.Ev guftûgo hewildana pileya bîrgeşî,têgihiştin û rolnaskirina rewşenbîrî dikin,da faktorên banenizmî,bêkêrî û bişûndemayina civaka xwe dorpêç bikin,da rola berdewamiya van mercên bêkêr ji holê rakin.Ev danûstandin û hewildan,di behweriyên me de,wê bibin gavavêtineke giranbuha ber bi pelandin û çaraserkirina piraniya astengên demane,yên ku xwe li dora zîlana rewşenbîriyeke resen radipêçin û nahêlin ku rojnamegeriyeke serbixwe û şûngirtî bimeye û cih bigre.Wilo jî,em dizanin ku gelek mercên derveyî desthilatdariya rewşenbîriya Kurdî,li Sûriyê,me di bin bandora xwe de digerînin û dibin sedema sereke ji neşûngirtineke rojnamegerî re.Ji van sedeman: neyîniya pergal û yasayên rêdaneke serfiraz ji çapemenî û rojnamevaniyê re,binçavkirina hemî kiryarên serbixwe ji hêla rejîmê ve,raspêriya hêzên ewlekariya rejîmê di warê raxistina bîr û behweriyên rewşenbîrî de,di warê bidestxistina desthelatdariyeke eborî de,di warê mafdariya bidestxistina dezgehên weşan û belavkirineke serfiraz de,di warê hebûna alavên rûdaneke rewşenbîriyeke serfiraz û bê kontirol de…û di gelek warên din de.
   Lêbelê,bi ser van kul ,derd, êş û azeriyan de jî,em bi hêvî ne ku wê dem gerş û gemara xwe bi xwe re bimale…û ev bîranîn, li ba kovar,nivîskar,çalakvan û rewşenbîriya Kurd bibe gaveke pîroz di hewildana avakirina çapemeniyeke bi rûmet û hêzdar de û wê bibe durv û nîşanên civakeke saxlem.
   Û hersal cejna rojnamegeriya kurdî li we pîroz be!

Komîta Kovarên Berpirsiyar
 

18/04/2007
 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…