Bêgoman,em pileya rewşenbîrî û rojnamegeriya Kurdî,li Sûriyê,di astengiyeke berbiçav de dibînin û dipelînin.Loma,gotûbêj û gengeşên rojane,bi mebesta çareserkirina vê pirsê,li dar in.Ev guftûgo hewildana pileya bîrgeşî,têgihiştin û rolnaskirina rewşenbîrî dikin,da faktorên banenizmî,bêkêrî û bişûndemayina civaka xwe dorpêç bikin,da rola berdewamiya van mercên bêkêr ji holê rakin.Ev danûstandin û hewildan,di behweriyên me de,wê bibin gavavêtineke giranbuha ber bi pelandin û çaraserkirina piraniya astengên demane,yên ku xwe li dora zîlana rewşenbîriyeke resen radipêçin û nahêlin ku rojnamegeriyeke serbixwe û şûngirtî bimeye û cih bigre.Wilo jî,em dizanin ku gelek mercên derveyî desthilatdariya rewşenbîriya Kurdî,li Sûriyê,me di bin bandora xwe de digerînin û dibin sedema sereke ji neşûngirtineke rojnamegerî re.Ji van sedeman: neyîniya pergal û yasayên rêdaneke serfiraz ji çapemenî û rojnamevaniyê re,binçavkirina hemî kiryarên serbixwe ji hêla rejîmê ve,raspêriya hêzên ewlekariya rejîmê di warê raxistina bîr û behweriyên rewşenbîrî de,di warê bidestxistina desthelatdariyeke eborî de,di warê mafdariya bidestxistina dezgehên weşan û belavkirineke serfiraz de,di warê hebûna alavên rûdaneke rewşenbîriyeke serfiraz û bê kontirol de…û di gelek warên din de.
Lêbelê,bi ser van kul ,derd, êş û azeriyan de jî,em bi hêvî ne ku wê dem gerş û gemara xwe bi xwe re bimale…û ev bîranîn, li ba kovar,nivîskar,çalakvan û rewşenbîriya Kurd bibe gaveke pîroz di hewildana avakirina çapemeniyeke bi rûmet û hêzdar de û wê bibe durv û nîşanên civakeke saxlem.
Û hersal cejna rojnamegeriya kurdî li we pîroz be!
Komîta Kovarên Berpirsiyar

Şîrove (0)