Pêşbirka Hüseyîn Çelebî dest pê kir

Siyamed Sîpan Ugurlu

Pêşbirka Çîrok, Pêxşan û Helbestan a Huseyîn Çelebî ku bi organîzasy
ona Yekitiya Xwendevanên Kurdistanê (YXK) her sal perîyodîk pêk tê îsal jî dest pê kir. Pêşbirka ku îsal dikeve sala xwe ya 15’emîn bi hezaran berhem dide ser.

Komîteya Amadekar a 15’emîn Pêşbirka Çîrok, Pêxşan û Helbestan a Huseyîn Çelebî ragihand ku serîlêdanan di 5’ê gulanê de dest pê kiriye. Hate diyarkirin ku di Lijneya Hilbijartinê de (jûrî) Asli Erdogan, Perîhan Magden û Rêşad Sorgul jî hene.
Pêşbirk bûye mîna Pirekê
 
Pêşbirka ku ji aliyê Yekîtîya Xwendevanên Kurdîstan ê ku di sala 1992 de ji alîyê komek Xwendevan li Fransa hatiye avakirin di çanda Kurd de bûye mîna pirekê.
Xelatên 15’emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî dê di roja 40’emîn salvegera jidayîkbûna Serokê YXK yê Rumetê Hüseyîn Çelebî di 10’ê Sermaweza sala 2007 de tên dayîn. Merasîm dê li bajarê Elmanya Kölnê were li dar xistin. Di merasîmê de dê xwediyên xelatan, jûrî û gelek nivîskar û rewşenbîrên navdar jî dê beşdar bibin.
 
Piştgirî gelek mezine!
 
Komîteya Amadekar a Pêşbirkê aşkere kir ku di vê serdema ku her tişt bi madiyatê tê pîvan ew hewl didin ku pêşî li kuştina wêje û hunerê bigirin û wiha hate gotin: “Her tişt dibe mijara reklamê. Li dijî vê yekê pêşbirka me helwestek e. Di serî de Roj TV, Ozgur Politîka, Gundem û Azadiya Welat piştgiriyê didin me. Em li bendê ne ku hemû sazî vê hasasiyetê nîşan bidin.”
 
Xelata Rûmetê“
 
Pêşbirka Hüseyîn çelebî ya 15 e mîn îsal taybetmendîyek xwe ya din jî „Xelata Rûmetê“ ye. Komîta Amadekar ragîhand ku ewê îsal „Xelata Rûmêtê“ ewê wek sembolîk bide nivîskar/helbestvan ê kurdî ku di çanda Kurd de îsal herî serkeftî ye.
Jûrîyên Xelata Rûmetê ev in:
Samî Tan
Canîp Yildirim
Nacî Kutlay
 
Şertên Beşdarbûnê:
 
Komiteya Amadekar a Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî şertên tevlibûna pêşbirkê aşkera kirin. Şert û pîvanên beşdarbûnê ev in:
·  Zimanê tevlibûnê kurdî (kurmanci, kurmanciki) û tirkî ye.
·   Divê berhem beriya pêşbirkê li tu cihî nehatibin weşandin.
· Beşdar dikarin herî zêde di qada helbestan de bi 2 helbestan û di qada çîrokan de jî bi çîrokekê beşdar bibin.
·  Beşdar berhemên xwe divê bi kurtejiyana xwe re herî dereng heta 15’ê Tebaxa 2007’an an bi riya poste an jî bi riya E-emailê bigihînin destê lijneyê.
 
Desteya Jûrîyên Hilbijêr ya Pêşbirkê:
 
Di qada helbesta kurdî de:
Fatma Savci
Gulizer
Îrfan Amîda
 
Di qada helbesta tirkî de:
Bîrhan Keskîn
Lale Muldur
Metîn Kaygalak
 
Di qada çîroka kurdî de:
Lorîn S. Dogan
Dîlaver Zeraq
Rêşad Sorgul
 
Di qada çîroka tirkî de:
Asli Erdogan
Muge Îplîkçî
Perîhan Magden
 
Helbest û çîrokên dimilkî:
Kamer Soylemez
Lerzan Jandîl
Mehmet Çetîn 
 
E-mail:
info@yxk-online.com
 
Navnîşan:
Pêşbirka Huseyin Çelebi
Postfach 290227
50524 Koln
Almanya
 
Agahiyên berfireh:
www.yxk-online.com 
 
 
Huseyîn Çelebî kî ye?
 
Huseyîn Çelebî ji malbateke Dêrsimî di sala 1967 li bajarê Almanya yê Hambûrgê hate cîhanê. Dû komkujiya Dêrsimê ya di sala 1938 de, malbata wî mala xwe bar kir Anatolya Navîn. Pişt re mala xwe dîsa bar kirin û ber bi Almanyayê ve çûn. Jiyana ku li Dêrsimê dest pê kir edî li Almanya domand. Di sala 1986””””ê di Zanîngeha Dusildorfê de dest bi standina dersên li ser mijara sosyolojî kiriye. Demekê ji bo Kurdistan Zentrum (Navenda Kurdistanê) xebitî. Di sala 1988””””ê de, bi hinceta ku ew berpirsyarê PKK’ê yê Ewropayê bû, hate girtin. Du  salên dirêj bê têkiliyên derve di zîndana Wuppertalê da ma. Di sala 1992””””ê de hate çiyayên Kurdistan ên Başûr. Di dema ku hêzên PDK û YNK’ê bi dewleta tirk re li dijî PKK’ê şer kirin de, bû gerîla û li dijî wan şer kir. Di vî şerî de jiyana xwe ji dest da.
Di Kongreya YXK’ê ya Duyemîn ku di sala 1992 li Ewropayê pêk hat de ji hêla xwendevanên kurd ve bi awayekî giştî ‘Serokê Rûmetê’ (Serokê Sembolîk) hate hilbijartin. Ji wê demê pê ve her sal ji bo bîranîna Huseyîn Çelebî xwendevan pêşbirka helbest û çîrokan li dar dixin.
 
 
Amadekar:
Siyamed Sîpan Ugurlu

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Di wêneyekî bi rengê bîranînekê de
Bi tayê simbêlên sivik
û awirin li kêlekê dûûûr dinerin
Serê xwe ji nav gelemşa serdemê derxist
û lêbûrîn nexwest
Mîna ku ez li nefsa xwe dinerim
çawa ji zanîngehê derdikeve
çentak bi xwe re hilgirtye
tijî axa Niqare ye
bi ava gola Kendal stirayî
bi pelên genimê nihêla Sêremka pêçayî
û tîpên minî pêşî lê hatibin nivîsandin.
*******
Li Şamê…

Ebdulhemîd Cemo

Bêhna buhurê hendivê

Heyv bûye çardeh şevî

Li jêrzemîn bû heyecan

Der di bûn kanî û devî

Buharê xwe xemiland

Geş bûn gelî û zevî

Şînkayê merşik raxist

Rûkê erdê divehî

Simbil serê xwe hilda

Gul û bişkuj dibişkivî

Ser…

Beşîr Botanî, Stokholm

Roja 25ê oktoberê bixwe wexera Sebrî Botanî ya 27an 2, ez bi vê hilkeftê dixwazim tenê li ser yekgirtina kurdan rawestm ji ber ku ev xal armanca Botanî bû û nemaze li Şoreşa Eylûlê dema “Mekteb Siyasî” sala 1964an ji şoreşê cuda bû û pê ziyaneke mezin gehişite bizava…

Heyder Omer

Di vê kurtelêkolînê de ez helbesteke Cegerxwîn (1903 – 1984), Şeva hicran([1]), ji warê avakirinê de didim hember helbesteke Sêx Nûreddîn Birîfîkanî (1790 – 1853), “Li kurdistanê kêvî ez”([2]) da bête xuyan, ku Cegerxwîn ta çi ast û radeyê dide pey helbestvanên kilasîkên Kurd.

Şêx Nûredînê Birîfkanî di helbesta…