Belê…dostê Can .. Ji bo Jandost

  Salih Demicer 

Belê ….yê ku şewat û jana astengiyê nebîne nikare yê ku kezareta wê dikşîne binirxîne .

   yê ku kolanên Kobanê rojê çend caran ji bo peydakirina tûrek nan dipîve  ew tenê dizane bê çiqas zore ku yek li kobanê Bibe nivîskar û wê ji  pênûsa xwe re bike  qada firîn û hêlanê .
   çiqas zore ku yek  li ber çavê te, bi ber lehiya neznî û êlîtî û bazirganiyê keve , tu jî bê ragirtin bixwazî destê alîkariyê jêre dirêj kî da tu bi kêmanî riya durust şanî wî bikî . xwe ji bo wî tune bikî ,ew jî te nas neke ,bi navê te nebihîse, û li rexê din ji yê ku ew dehfî lehiyê kir î re çepikan lêde.
 Belê…ez yekî nas dikim .
yekî ku dixwest û hîn jî dixwaze ko bajarê wî; Kobanî bibe wek hemî bajarn , ji vê hişkî û ziwabûnê rizgar be ,nemîne wek dareke nêr e bê ber .hinekî meyikî û nermî xwe berdin tamarên wê, yên ne rind  lê kêm bibin, rûyên qalind lê tenik bibin, bayê ziwa  hênik bibe, kolan paqij bibin, êrîşa herî û gerreka sor bi sînor bibe, lawir û mirov ji heman ferayê nexun , sûra sewalan û odeyên razanê ji hev cuda bin,mal nebin zîndan ji esmer û zeriyan re, lêbûrîn bibe şêweyê dan û standin ê.
   Belê… ez yekî nas dikim.
   yekî ku di xwest û hînjî dixwaze ku li bajarê wî ne tenê cendirme û hêzên parastinê çav nasbin,belê nivîskar û helbestvan jî werin naskirin , ne tenê çiwalên ceh û gênim li ser hev werin jenandin di xanan de belê pirtûk jî di hin qorzîkan de peyda bibin û yên heyî neyên şewitandin.
   yekî ku di xwest bêje pir kesan : ger we pirtûkek dît bila dilê we bibije wê ji bo naveroka wê ne ji bo çiradina wê û gerandina pelên wê li sendewîçên felalil û hêkan , wek ku gul ji bo bêhinkirinê ne pirtûk jî ji bo xwendinê ne bira.
      Belê …ez yekî nas dikim
  ku di çavên keçên nûber e bedew de Kurdistan dît û jê re stira ,kesekî aşiq  ji çavên wê re wek xwe nedît, li ber perestgeha azadiyê lalijî û  doza hatinê  lê kir (were bi çi hawî be were) .
   yekî ku dixwest şîlanan di her malekê de biçîne,lê dilbijokên stiriyan ji şîlana wî dilgiranî kirin û ew ji ser dîwarê wî hilanîn , wî jî ji neçarî bi rengê mirinê navê (Xelef)bi hemî wateya wî navî li şûna şîlana bedew danî û bê gav ma ku wek kewekê ji refê xwe bidûr keve , rahije nerîn û helwestên xwe ye ku hîn piroje ne  ji pêkanînê re,  û…  (Biheyîbe) .
  kî dizane dibe ku hêlîneke ne ziyandar ji xwe û xewnên xwe re bibîne . 
   serê xwe rakir û bi baskine westiyayî firiya.
 bi veniştina xwe re  (mistek ax)  weşand , wî ji berê de gurintiyek dabû  hêvî û omîdên xwe  û gotibû wan : an eze we wek ku divê Pêk bînim an jî eze xwe û we tev bişewitînin, ew di hewildana pêkanîna wan de bi ser ne ket , di hewildana şewitandina wan de kete bin desthilata wan .
     li wir , li oropa ,li cihê ku her bûyerek ,her rûniştinek di bin siya darek e welêt de, di dilê mirov de dibe pîskek agir û kevçika dil dişewitîne ,porê mirov  hevde bi hevede sipî dike û diweşîne ,bi tîna xwe kela girî bi mirov şîrîn dike ,li biyaniya ku (yekî fêrî xweşiya welatê dayikê dike).
  li cihê Ku-yê ez wî nas dikim- li(zinarekî digeriya da ku li ber siya wî rûne û cixarakê bê tirs bikşîne) ,wî zinarekî biland ji xwe re dît, wî pişta xwe da zinarê Hêviyê û berê xwe da welat da jêre binivîsîne û bêje:  yên ku nehîştin ez di dilê te de bijîm, nikarin nehêlin tu di dilê min de bijî.

    -dawî-

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…