Kongirê berlîn û pirsgirêka kurdî

  Selah beyro

Rewşa siyasî ya îro gelê kurd têde dijî  bûye rewşek normal, di destê hinek

siyastmedarên bê qada siyasî û bê bingih li kurdistana sûrîyê,dan û sitandinê li ser pirsgirêka kurdî dikin li dervey sûrîyê,bi kesne weke xwe re bê bingih û bê endam li seranserî komara sûrîyê û xwe dibînin hêzên siyasî xebata wanî paşerojê wê guhertinên giring encam bidin.
bêgoman her rewşenbîrek û her siyasetmedarek azade di jiyana xweye nerîn û derbirînê de, lê maf pêre nîne bi serkêşî û rêveberîya gelê kurdistana sûrî bakê,berî her tiştî pê divîya em bawerîyê bi sozên dagikerê kurdistanê neyênin  ji ber sozê wan xil û xavin ji kevinde mîna soza ataturik ji kurda re, û soza xumeynî ji kurdê kurdistana îranê re, û va kongirê berlîn pirsgirêka kurdî pişt kuhê xwe re avêt,tiştê me derbarî dagirê kurdistanê anîne ziman pesen dikê.
 dihizrê wan siyasetmedaran de ku li ser qada siyasîne û hêza wan di pilê yekê deye,ji wan hêzên berdwamin di kar û xebata xwe de mîna :enya kurdî û hevbendiya kurdî û belige nama (şamê)û partîyên din  ji bo çareserîya pirsa kurdî û çespandina mafê gelê kurd, li vî parçê piçûk ji cugrafîya kurdistanê .
 di nerînên min de pê divîya hev peyvîn û dan û sitandin sînora bibirin,ji bo ne hêlana astengîyan, û  girêbendên siyasî ji kokê bên birîn ,û peywendî di nêv bera pizava kurdî û erebî de pitir cî bigre,û ya herî giring ewe ku hêz û rewşenbîrên ereb mafê gelê kurd weku mafê gelekî diwemîn li sûrîyê bi pejirînin, ne weku miletek biyanî û kêm endam pêdivîye diylok berdewam be bi hestekî bilind ji niştîman perwerîyê.
 Lê mixabin dema em beyan nama kongirê berlînê yê roja-18-9-2007-an de hatî li darxistin di bin dûrişmê  xelas de bi xwînin ,wê pir xalên ne rewa û dijî mafê kurda derkevine holê,ji wan xalan:
1-mafê netewî û siyasî yê kurdê sûrîyê nehate ziman û hate pişt kuh kirin jimercên paşe rojê re.
2-nerîna wan ji guhrtinên ku li îraqê hatne rûdan nehatine diyar kirin.
3-nehêlana derbas bûn ecensên ragihandinê û rojnemevanan bo koçka kongir.        4-  endametiya kurda di kongir de biqasî/20/t.endaman bû, ji elmanya- holenda- kurdistanê –nemsa – birîtanya.
5- nehêlana amedebûna yên vexwendî  ji bo kongir li rûniştinên kongir de,û ya herî mezin bizav kurdî li sûrîyê hate nerxandin bi ne wefadarî û kêm niştman perwerî ya  wan ji welat re.
welatê me kurdistan parçe bûye eve rastiyeke ,bê goman diyalokê bi yên paşve ro û regezperest re mîna (xedam) yên ku /35/sala gelê kurd kirî qurban ji beryarên çewt û ereb kirina gund û bajarên kurda mefa jê nîna,îro bi keyse baza re tu hîvîyê çespandina mafê gel bi wan re nîne  û tu encamên giring  na dine,bila xweş bawerbin ku nikarin  cihê netewa kurd li hindirê sûrîyê bigirn,û bila baş bizanibin ku kurd nabin pir ji bo pêkanîna pirojên wanî veşartî.  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…