DILBER

 B.QASIM

Dilberê îro ceger agir bi xwrtî wî disot
Sed hezar car tête sotin bê xwedan her min digot
Bê sebeb gal gal di gotin pir mixabin eþkerî
Lê dizanim bo çiya azare canê min pizot

Dilberê ava zelala kî dizanêt xweþtirî
Bisk û zulfan tû feþêre pir hene ew miþterî
Xwîn ji dil ger tû bizanî wek sûlave ez benî
Her ji bo eþqê dinalim xew nedî min þev û rok

Ev heyamê her mirovek xo binasî wer binas
Bê leyanî ger bizanî tim ji bo ta pir sipas
Lê mixabin wek  dizanim te li xo kir ev kiras
Min ji dinyayê tenê yar bê sebeb te ez firot

Min ji rengê sorgulê xwest her bimînê erciwan
Min ji dengê vê sirûdê xwest bighê ta her ziman
Min li têlê zaza dil dan lê mixabin ne civan
Qet ne dît min zalima ho xwîn ji can halo didot

Dilberê rêçek dirêje wekû ferhad û þirîn
Dilberê mestek ji mêje wek dîroka mem û zîn
Derbeder ez wer bibêje bo teye ev þîn û jîn
Vê þepalê zor þirînê ez kirim yek virvirok

Ez kirim cenga evînê vê þepala wek perî
Wer tu haþke vê birînê dê qepet bik vî derî
Ez di vê dinya kirim þêt serxweþ û dîn û gerok

Rêçika te rêl û palin ez dibînim bawere
Ev hemî xewn û xeyalin leylan û yan sawere
 Her ji bo te ez dinalim te kirim yek pelpelok

Ev demê ê sing û dewran di jînêda ger neçî
Ev zemanê têr û gewran ew bimînê ger neçî
Pir ne xoþe ger bijî tû jîn bi tank û bi firok

Lib libê porê te zêrîn xo di sorde werdida
Wer temaþek va kezî yên têr bi xûn çawa þida
Min di destê te didît nêrgiz û þeng gul berberok

Em berê rojê hilatin kî nizanê xesrewan
Em birê rostemê zalin her wekû ava rewan
Kî nizanî wê rojê bêt yek ji me wê bêt serok

Kî nizanî wê þevek bêt cihan tev wê bugherêt
Pir hene yê wek dîn û þêt yara xwe wê wergirêt
Wê ji nû rabê mijûl bit na nivê na þev û rok

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...