Çawa neşter li nav tilîyên wî bû pênûs?
Pirtûk çap bû, û wî hejmarek diyarî ji min re anî. Min pirtûkek dixwend, ku ev çar sal li benda peydakirina wê bûm, lê min xwendina wê nîvco hişt û dest bi xwendina (Tê bîra min) kir. Min dît ku ew serxetbûna nivîskar ji binxetê, li nav zeviyên mayînan bi kuramê wî Medenî Ferho re, rêka jiyanê bi xwe bû ku nivîskar daye ser, û ev pirtûk dîmenek e ji vê jiyanê. Kesera herî pêşîn, ku mirov ji xwendina vê pirtûkê berde û bikşîne ew e, ku çavê kurdperweriyê ji rondikên axîn û nalînan zuha nabin. Dema nivîskar bekeloriya( lîse) tewaw kir û berdewamkirina xwendinê ji xwe re kire armanc, amê wî Hesen jê pirsî, wê çi bixwîne? Ji ber hestên Kurdperweriya xwe, got:
– Ezê zanistiya politikayê bixwînim.
Wê hîngê li min nerî, keserek kûr kişand û got:
– Na kurê min na, ta wê demê tu qîmet ji me re namîne. Tu bi ya amê xwe bikî yan bibe muhendiz an bibe doxtor/ R.83/.)
Çi cara ku ez pirtûkeke dîrokî dixwînim, yan li dîmenekî balkêş derbarî miletê Kurd temaşe dikim, bê hemdî xwe dikim gazî: Ax felekê xayinê! Te çima li me wa kir?! Di vê pirtûkê de jî, bê hemdî xwe min got felekê xayinê!? Ew raburduwên gelê Kurd, tev dibin, mîna filmerêzên bê rawestan, mîna dilopên barana bê westan, ez ne rexnevan im, lê sedemeke balkêş hişt ku pênûs li nav tilîyên min nerm bibe, û li ser hin deverên zîz, bê tirs rawestim.
Sala 2007-an wê piştî çend rojên din deriyê xwe bigire û deriyê saleke nû veke. Di vê sala li ber çûnê de, ez hinekî li ser şopa pênûsa xwe rawestiyam, min ev şop bi balkêşî xwend û bi babetî û ramyarî nirxand. Karê ku ta niha min kir, ji %3 ê li ber dilê min baş e, yên dî tev mirî ne; dibe ku girîngtirîna sedemên vê mirinê ji korbûna nezaniyê bû, û di baweriya min de, nezanî neşerm e. Lê şermtirîn nezanî ew e ku mirov nezan be û bi çavên zana li xwe mêze bike; yan ku nezan be û di nezaniya xwe de bimîne. Yek ji wan sisêyên baş ku hene, ev hewldanên min in derbarî kurdpewer û xebatkarên tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê. Bi taybetî ew mirovên ku komela Xoybûn damezirandin û piraniya wan niha li goristana Dugir weke berê pala xwe dane hev. Ev lehengên dilêr, ku dijminê gelê Kurd dixwazin bi mebest û pilan wan ji mejiyê dîrokê bavêjin. Bê guman, ez xwe serbilind û şanaz dibînim, dema ew derfet li bal min, ji bo paqijkirina toz û jibîrkirinê ji ser navên van dilêr û lehengan peyda dibe, ewên ku min navên wan ji zaroktiya xwe ve, ji dê û bavê xwe dibhîst. Ez ne rexnevan û lêkolînvan im, lê wek miroveke Kurd ku bi (Kurd-perest) hatime naskirin, ez hewl didim bi hemû hêza xwe, her wijdanekî ji çar aliyê cîhanê hişyar bikim û her êş, kovan û axînên miletê Kurd şanî wan bikim. Bê çendî, nervîna reş û feleka zalim û xayin, em di vê jiyanê de binpê kirine. Bê guman Haco axayê Hevêrkî û zaroyên xwe bi taybetî(Hesen) ku stûnê herî bi hêz bû di bin banê dîwanxaneya bavê xwe de, min hin babet, bi kurdî û erebî derbarî wan nivîsandine. Di baweriya min de, ev erkeke li ser milê her kurdperwerekî, ku tozê ji ser dîroka me ya dêrîn daweşîne. Îro herêma Kurdistana azad, warê gelê Kurd e. Min yek daxwaz ji hikûmeta vê herêmê heye, ku konferansên zanistî ji bo wan lehengên hêja werin lidarxistin; konferansin ku vê toz û jibîrkirinê ji ser rola wan hilîne û kar û xebata wan ji nifşên nû re berz û diyar bike, da ku ji pêşeroja welatê me re bibin hêmen.
Mebesta min ew e, ku çend xalên berz di vê pirtûkê de berçav bikim û ji hin cih û aliyan re bibêjim, fermo! (Tê bîra min) bixwîn in, ku nivîskarê wê her tişt derbarî malbata xwe, bi babetî û bê alî nivîsandiye; tiştên li ser xwe û yên ji bo xwe aniye ziman. Ew cih û aliyên ku bi devgermî di civat û şevbuhêrkên xwe de peyva (XAYIN) bi navê gelek ciwamêran vedikin, ew ciwamêrên ku jiyana xwe ji bo tevgera rizgarîxwaza neteweya Kurd terxan kiribûn, wek HAco û zaroyên wî û wek Dr. Nûredîn Zaza û hwd; ew cih û aliyên ku bi tundî, li ser nivîsandinên min derbarî wan lehengan û ji bo berjwendiyên xwe yên taybet, ez şermezar dikirim; ji ber ku ew dilêrî û cegerdarî li bal wan peyda nedibû ku bi şêweyekî zanistî rexneyên xwe bikin û ramanên xwe derbibirin. Lê çendî şev tarî û dirêj be, berbanga bi ronahî li pey e, ji bilî erşîva Ingilîz û Frensiyan, mirovên hêja wek Dr.Ebdulfetah Elî Botanî û Dr.Elî Kilîç li nav me hene ku didin pey dokomentên veşartî û li nav milet belav dikin. Vîn û rastiyê ji Mihemed Teleb Hilalên kevin û nûjen re diçesipînin, ku dem xwe diguherîne û li benda zingara setem û êgoizmê namîne. Pênûsên rexneya resen li ber sextebûn û şaşiyan vegirtî ne, ku di guhê her guhî de bê tirs dibêje:
– Emê xwe rexne bikin û şaşiyên xwe bi xwe çareser bikin; çêtir e pêşeroj me rexne bike û hinek sêdarên tewanbariyê ji me re li darxînin.
Pirtûka (Tê bîra min) baş dest daniye ser birîna rexneyê, ku her kes xwe ji ber dide alî. Lê Heznî Haco wek birînkarekî şareza bi zanyarî rexneyên xwe derbasî odeya emelyatê dike, laş ditevizîne, birînê paqij dike û devê birînê didrû.
Xwendevanê ku serwextî lîstika şetrencê be û vê pirtûkê bixwîne, wê hest bibe ku yê nivîskar textê şetrencê ji navbera xwe û Omer axa hilaniye û li navbera xwe û xwendevanan daniye, lê di wê navberê de, Barzaniyê nemir, derbas nabe û nabêje:
– Doxtor! Te şahê xwendevanê xwe kuşt!
Di gelek goşe û deveran de, nivîskar bi destê xwendevanê xwe digire û li deverên ciwan û spehî digerîne. Ji nişka ve ew dikeve şkeftên bê derî û xwendevanê xwe li derve dihêle. Dema vedigere, dibîne ku hêj xwendevanê wî li deverên cor bi cor temaşe dike û li xwe hay nebûye, ku yê nivîskar ew bi tena xwe hiştiye.
Li nav zeviyên stiriyên sê cure, yên ku di civaka Rojhilat de qedexekirî ne:
( ol, polîtîk, êrotîk), Heznî Haco bi tiliyên nerm, paleya van stiriyan dike. Di warê olê de, herêma Hevêrkan bi pirrengiya olî navdar e. Lê da ku ew karibe stiriyan ji nav vê pirrengiyê biçine û ji xwendevanan re diyar bike, ku miletê Kurd ê misilman, ne olhişk û fanatîk e, birayê xwe yê mezin (Hecî Selîm) dike qurbanî vê xwesteka xwe û ji xwendevanan re dibêje, erê ew oldar e, lê belê, lê mêzekin, dema ew ji welat derdikeve û berê xwe dide Ewropa çi dike? /R.112-113/. Di beşê êrotîk de, xwe dike qurban, ji xwendevanan re eşkere dike, ku ew bê hampa ji xwe re li hevalekê digeriya, ne ji bo ku wî hînî zimanê Almanî bike, lê ji bo tenêtî û hewcedariya wî ji jinê re bikuje /R.99/. Pirs ew e, eger em ji derveyî dab û nerîtên (irf û adatên) kultûrî bimînin, hem jî ji derveyî hezkirina nivîskar ji Bavê xwe Haco re û ji amê xwe Hesen re, ku li ber dilê wî mîna pêxemberan bûn, gelo! Ji bo çi ev bûyer “ku jin û mêr bê mehr bi hev re bijîn” nivîsandiye? Di dema ku piraniya nivîskaran vî beşî di jiyana xwe de vedişêrin, gelo mebest jê ew e ku dixwaze ev tabo di nav edebiyata Kurdî de bê şikandin? Yan dixwaze li pey nûjeniya demê bimeşe û ji xwendevanê xwe re biçesipîne, ku her tişt di jiyana mirov de, tevî wan coreyên qedexekirî, hêjayî nivîsandinê ye?.
Polîtîk, ev cureyê herî dilêş û bi keser di jiyana gelê Kurd de, di nav stiriyên vî cureyî de, Heznî Haco têra xwe paleyî kiriye, lê tev li ser hesabê kesayetiya wî ma. Di navbera PDK, YNK û PKK ê de, gelek tîr û derbên dijwar ji yar û neyaran li sîng û pişta wî ketin, lê dîsa jî ew bi dilêrî dibêje:Ez ne poşman im. Ji bûyereke taybet li Almanya, di havîna sala 1963-an de, ku ew bi xwe dibêje:
– Nayê bîra min ku di piçûkaniya xwe de jî ez û kesekî bi şer çûbin hev. Lê vê carê mefer nemabû ku wî bêbavî hiş û sewdan di serê min de nehiştin. Ez û erebê baasî, li nava gastînekê li dora hev çûn û hatin, ez nizanim min çi kir û çawa bû? Tişta ku min dît va bassiyê min li erdê dirêj kiriye û ez di ser dilê wî de me û kulman lê dibarînim. Xwîn ji dev û pozê wî herikî. Tiliya destê min ya qelîçankê ta vê rojê jî xwehr e..R.106-107).
Sedema lidarketina vî şerî, li ser dijûnên ku yê ereb ji seydayê Barzanî re dabûn bû. Dibe ku Heznî Haco hest dibû, ku ewê rojekê vî serokê nemir bi çavê xwe bibîne, ku di dilê wî de wek pêxemberekî bû. Lê ez nebawer im, wî bîr dibir, ku di 29.09.1971-an de, bi destên xwe perçeyên hesin ji birîna wî derxîne /R.176-177 ?! Ji ber kesekî bîr nedibir, ku wê dijmin, olê ji kiryarên teroristiya xwe re bike perde û hewldana kuştina serok Baraznî bi wî şêweyê hovane bike.
Di adara 1974-an de, ji tirsa mirina reş li nav pençên dijminan, ew dikeve nav karawanê penaberiyê û ji başûrê Kurdistanê derdikeve. Di vê babetê de rêwîtiya Dr. Heznî Haco û birayê wî Firaz, di reva ber bi Iranê ve, devê birîna tirajediya herî reş ji dîroka gelê Kurd vedike /R.201-213/.
Ku xwîn ji bo dozeke pîroz, yan miletekî bindest were rijandin, ti kes û ti alî nikarin li ber vê xwînê bi xerabî biaxivin – tevahiya şoreşên rizgarîxwaza Kurdistanê di gel têkçûnê de jî, lê ew di dîroka gelê Kurd de cihê rêzgirtineke balkêş e. Heznî Haco ji bîrbûnê ta bi pîrbûnê li nav vê tevgerê geriya û kar û xebat kir. Ji bilî yekitiya xwendekarên Kurd li Ewropa, ew nebû endamê ti partî û rêxistinan, lê ji kadroyên rêxsitinan bêhtir li ber xwe da û xebat kir; ji navê xwe, ji malê xwe û ji jiyana xwe, da vê tevgerê. Lê di encamê de, gelo terazoya dan û standinê, bê wijdan pê re derket?
Di wê pirrengiya kar û xebata xwe de, li nav PDK, YNK û PKK ê, bi wê keda xwe ya taybet, gelo gihşt daxwaza yekbûnê li nava van partiyên navdar? Yan wî bi xwe hez aliyekî kir li ser hesabê aliyekî din? Çend ber stirî çinîn û çend dar çandin? Çend birîn vekirin û çend dirûtin? Çend dil rehetkirin û çend tevizandin? Wî, bi rastiya hest û hizra xwe, bi raxistina bûyerên bihavil, ku ji pêşerojê re dibin çira, li ser rêkên tarî doza mafê çarenûsiya gelê xwe kir û li benda vegera vê kirinê nema. Lê ev buhujandina kesane di pêvajoya Heznî Haco de, ta çi radeyê wê li ber xwe bide?.
Di bombebarankirina balafirên Iraqê de, di helwesteke birayane de, li ser destê mirina vekirî xwe palda. Di wê helwestê de, ku bi Dr.Mehmûd Osman re ew bûyer derbas kir (R.184), ez ne bawer im wî mirin dixwest, lê vajî wê, dixwest mirinê ji xwe çavtirsandî bike. Lê ez bawer im ku ew mirin ji hevragirtina di navbera tevgerekê de xweştir e.
Vê tevgera ku di payiza 1994-an de ew gihande zîndanê. Ji ber ku havala wî Gulşa dotmama wî ye û ne kêmî wî ye, dema jê re gotin, wê Heznî ji Qamişlo rakin Şamê, wê jî nemerdî nekir û bi devgermî got:
(- Wî bibin Şamê bila bibin. Heznî ji hezaran têkoşerên Kurd ku di zînadan de ne neçêtir e. R.277.)
Pirtûka (Tê bîra min) bi serborî û peyaman dagirtî ye. Çend peyamên min jî hebûn li ber siya pelên vê pirtûkê, min xwest bigihin cihên wan, bê ku bi rê ve winda bibin.
Dr. Zerdeşt bi henek û galte ji amê xwe Heznî Haco re got:
(- Amo, li doxtoriya xwe vegere, yan Tu dixwazî nanê me jî ji me bistînî. (R.20)
Lê ez di wê baweriyê de me, ku ev mirov wê li nanê me zêde bike û gepekê jî ji nanê me nabe ji xwe re. Îro keştiya miletê Kurd di deverên zîz re derbas dibe, li nav seregêj û bahozan melevaniyê dike. Em hewcedarî her peyeveke resen û rast in, ku li ser deverên qelişî ji keştiya vî miletî bibe pîne, da ku bi xêr û xwşî bigihêje peravê daxwaz û hêviyên azadî û rizgariya milet û welatê me.
Pirtûk: Tê bîra min
Nivîskar: Heznî Haco