NAVDÊR

  I.     Raweyên Navdêran

Hozan Robar

Di zimanê kurdî de navdêr birekî sereke ye ji birên axaftinê, û jimara navdêrê bi giştî 40% ji axaftina me ye, lewra eger em navdêrê baş binasin em ê karibin pareke mezin ji rêzmana kurdî jî binasin.

Navdêr navlêkirina zanyar Celadet bedirxan e, navdêr heman wateya bêjeya “nav” dide ya ku di devokên kurmancî de û her wiha di zaraveyên kurdî yên dî de jî tê bikaranîn. Lê baştir e, birekî axaftinê bi têgîneke (zarawe, têrm) taybet bête navkirin, loma me da pê şopa mîr Celadet Bedirxan û me navdêr li şona nav hilbijart.
Danasîna Navdêrê
Navdêr heyberekî candar an bêcan an têgehekê belî dike û dide nasîn, anku kesekî, tiştekî, lawirekî, canewirekî an têgehekê bi nav dike û ji cureyên dî cude dike ku bi navê xwe nêvnas dibe.

 

Raweyên Navdêran
        Her kesê ku bi zimnê kurdî mijûl bûye li ber raweyên peyvesaziya kurdî carekê rawestiye. Di çarçoveya dariştina navdêran û polkirina (tesnîf) wan de, rêzimanzan û zimanasên me nêrînine nêzî hev dane, lê bi giştî hin xal bê bersiv mane.
        Hin zimanasan navdêr dariştine du paran: xwerû û nexwerû yan xwerû û hevbend (hevedudanî), û hinên dî jî navdêr dariştine sê paran: xwerû, hevbend û pêkhatî (darijtî). Me dariştinên herdu biran pejirandin û ew komkirin ser hev, di encamê de şêweyekî nû ji dariştinê bi me re derket, me hewl da em navlêkirinên zimanasan jî ber hev bikin bêyî ti têgînan ji cem xwe de lê zêdebikin.
        Derbarê navlêkirinê de, baştir e ku têgîna rêzimanî wateya babetê bide, û ew bêjeyeke taybet be, mînak têgîna “nexwerû” bi nîşandeka nehîniyê “ne” dest pê kiriye û tenê ew “ne” herdu têgînan “xwerû û nexwerû” ji hev cihê dike, ev jî qelsiya zimên nîşan dide, nemaze dema ku berdêla wê têgînê di zimanê me de berê hebe, lewma ji dêl têgîna “nexwerû” me têgîna “sazber” hilbijart, ew jî navlêkiria mamoste Reşîdê Kurd e.

 

Navdêr ji hêla ray û avakirina raweyê ve dibin du par:
1 –    navdêrên xwerû.
2 –    navdêrên sazber.
Û her parek ji wan di nav xwe de li gor taybetmendiya navdêrê dabeş dibe, û dibe çend par:

  1. navdêrên xwerû:

1.1.   navdêrên salt.
1.2.   navdêrên guhêzok .
2.      navdêrên sazber:
2.1.   navdêrên pêkhatî.
2.2.   navdêrên hevbend.
2.3.   navdêrên hevgirtî.
Bo ev dabeşî pêtir aşkare û belî be, em ê di şêweyê jêrî de wê şîrove bikin:

 


 

1.     Navdêrên Xwerû (xweber, sade):
        Di navdêra xwerû de, tîpên bêjeyê tenê tîpên rayî û resen in, û ti carî ew ji hev nabin, anku di navdêra xwerû de hîn ti tîp an pirtik bi ser navdêrê ve nebûne. Navdêrên xwerû dibin du beş, navdêrên xwerû ên salt û ên guhêzok.

 

1.1.   Navdêrên Salt:
        Mamoste Reşîdê Kurd wateya salt di pertûka xwe de wiha rave kiriye: “salt; bi tenê, bi serê xwe”[1], anku ev navdêr bi serê xwe ne, nahên dariştin û lêker jê çênabin. Nexwe navdêrên xwerû yên salt nabin bingeh an kok di sazkirina raderên lêkeran de, û ti carî lêker jê nahên dariştin. Lê ew dikarin bibin beşek di navdêrên sazber de. Navdêrên salt tenê kesekî, tiştekî, lawirekî bi nav dikin.
Wek: mal, defter, rê, evîn, şer, dê, bav, ker, çem, kevir…

 

1.2.   Navdêrên Guhêzok:
        Ji navê wê dixuye ku ew tê guhastin û dariştin, ev navdêrên xwerû di koka xwe de  navdêr in, lê her wiha lêker jî jê tên çêkirin û dariştin. Anku, navdêra guhêzok lêkreke nû çê dike, û dibe bingeh û kok di avakirina radera lêkera nû ya dariştî de. Ji vê lêkera nû ya dariştî re “Lêkera Afrînok” tê gotin, ev jî navlêkirina Prof. Qanatê Kurdo[2] ye, lê Prof. Kurdo ew bi tîpa “e” bikar aniye “efrîmok”[3] .
Hinek ji navdêrên guhêzok ên lêkerên afrînok çêdikin ev in:

Navdêra Guhêzok
Rader
Lêker
Baran
Barîn,  Barandin
Dibare
Kel
Kelîn,  Kelandin
Dikele
Çêr
Çêrîn,  Çêrandin
Diçêre
Meş
Meşîn,  Meşandin
Dimeşe
Rev
Revîn,  Revandin
Direve
Liv
Livîn,  Livandin
Dilive

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 Ken
Kenîn,  Kenandin
Dikene

 

Xeyd
Xeydîn,  Xeydandin
Dixeyde
Lerz
Lerzîn,  Lerzandin
Dilerize
Çerxa
Çerzîn,  Çerxandin
Diçerixe
Ger
Gerîn,  Gerandin
Digere

 

 

 

Xur
Xurîn,  Xurandin
Dixure

 

Bez
Bezîn,  Bezandin
Dibeze
Êş
Êşîn,  Êşndin
Dêşe
Tirs
Tirsîn,  Tirsandin
Ditirse
Werm
Wermîn,  Wermandin
Diwerime
Xebat
Xebitîn,  Xebitandin
Dixbite
Şewat
Şewtîn,  Şewtandin
Dişewite
Lewat
Lewtîn,  Lewtandin
Dilewite
Kar
Karîn
Dikare
Girî
Girîn
Digirî
 

2.     Navdêrên Sazber:
        Navdêra sazber ji du parçan an pêtir saz dibe, bi gelemperî parçak navdêreke xwerû ye û parçeyê dî yan bêjeyeke dî ye, yan pirtikek[4] e. Navdêrên sazber li gor cureyên jê saz dibin, dibin sê par, (pêkhatî, hevben, hevgirtî):

 

2.1. Navdêra Pêkhatî (darijtî, xurdezad):
        ew ji navdêreke xwerû û pêşgirekê an paşgirekê saz dibe, û bêjeyekê bi wateyeke nû çêdike, anku navdêreke nû ku tiştek an heybreke nû bi navdike.
Pêşgir: pêşgir + navdêra xwerû = Navdêra Pêkhatî.
Pêşgirên ku dikevin pêşiya navdêran kêm in, ji wan nîşandeka nehîniyê “ne“, Wek:
Ne-: nexweş, neyar, nezan, nenas, neasayî, nebaş, neçê, nemir…

 

        Gengaz e, ku daçekeke resen jî wek pêşgirekê navdêra pêkhatî saz bike, û bibe parçeyek ji navdêrê, anku bi ser navdêrê ve bihê nivîsandin, daçekên “bi, ” pêtirî daçekên dî bi vê rolê radibin, wek:

 

Bi-: birêz, birik, bihêz, bikêr, bikar, biber, bicî, bikul, biêş,…
Bê-: war, mal, kes, kar,nav, can,…
Daxuyanî: wateya “bi” dema daçek be, têvel e ji wateya “bi” ya pêşgir.
bi” ya daçek tê wateya (li gel, bi tev). Mînak:
·         Zozan bi min re çû (Zozan bi tev min çû)
·         Bi xweşî û bi rêz, ew hatin û çûn. ( li gel xweşî û rêzê)
Lê dema “bi” dibe pêşgir wateya wê tê guhartin û tê wateya (xwedî), her wiha wateya paşgira “-dar” dide bêjeyê. Mînak:
·         Birêz Celadet bedirxan. (xwedî rêz, an rêzdar)
Têbînî:
v  Gengaz e, daçek û birên axaftinê yên dîtir jî (wek rayê lêkerê) navdêreke nû saz bike.
Wek: bikir, bikuj, neman, birêvebir, bidarvekirin,…
v  Kêm caran, hin daçekên dî jî bêjeyine pêkhatî saz dikin, wek daçeka “li” .
Wek: liberxwedan[5], lidarxistin, lixwekirin
Paşgir: navdêra xwerû + paşgir = Navdêra Pêkhatî.
Paşgirên ku navdêrên pêkhatî saz dikin zor in, li gor Amed Tîgrîs[6] di gotarek xwe de gotiye bi giştî paşgirên kurdî 143””ê ne, ji lewra lêkolînek taybet jê re divê, em nikarin giştan li vir rave bikin, lê wek mînak em ê tenê hinekan ji wan belî bikin:
-van: gavan, tembûrvan, şervan,…
-mend: hunermend, hoşmend, dewlemend,…
-bend: sazbend, kombend, hevalbend,…
-bar: xembar, tewambar,…
-baz: canbaz, serbaz, sihirbaz,…
-dar: guhdar, maldar, birîndar,…
-kar: xwendekar, xebatkar, serkar,…
-yar: hoşyar, zanyar, cotyar,…
-menî: çapemenî, wekemenî, xwestemenî,…
-çî: paleçî, zurneçî, kurtançî,…
-stan: Kurdistan, gulistan, daristan,…
-er: nûser, parêzer, xwêner, bîner,…
-ek: jimarek, wêrek,…
-ok: serok, girînok, şêrînok,…
-k: reşreşk, xaşxaşk, çirçirk,…
-î: kurdî, behdînî, nêrî, sazî,…
-ar: nivîsar, guhar, xewar,…
-asî: kêmasî, kurtasî,…
Têbînî: renge paşgir û birên axaftinê yên dîtir jî (wek rayê lêkerê) navdêreke nû çêkin:
Wek: badek(badan), birek(birîn), bêjing(bêtin),…
2.2. Navdêra Hevbend (hevedudanî, lêkidraw):
Ev navdêr ji du bêjeyên xwerû bi hev dikeve û navdêreke nû û bi wateyeke nû saz dike. “Hevbend” navlêkirina Prof. Qanatê Kurdo ye, bêjeya “bend” gelek wateyan dide, “peywendî, girêdan” wateyek ji wan e, hevbend anku hevgirêdayî. Li beramberî wê bêjea hevedudanî heye, ew jî navlêkirina mîr Celadet Bedirxan e, bi dîtina me, hevbend ji hevedudanî siviktir û watedartir e.
Herdu bêjeyên ku navdêra hevbend saz dikin watedar in, lê wateya bêjeya nû ji wan têvel e. Helbet yek ji herdu bêjeyan navdêra xwerû ye, û dibe ku ew ya dî dîsa navdêreke xwerû be, an hevalnav, hevalkar, yan rayê lêkerê be.
Nexwe, du bendên navdêra hevbend ev in:
Nav + nav: cegerxwîn, rêziman, destav…
Nav + hevalnav: hevalnavê (rengdêr) ku navdêra hevbend saz dike carnan li pêş û carnan li paş navdêrê tê. Wek:  
Li pêş navdêrê: spîdar, sorgul,…
Li paş navdêrê: girspî, stûxar, zikreş,…
Nav + hevalkar: hevalkara (hoker) ku navdêra hevbend saz dike her dem li pêşiya navdêrê tê. Wek:  
Ber: bernav, berdevk, bermal, berpirs, bernas…
Ser: serleşker, serdest, serdar, serbajar…
Bin: bindest, binçav, binerd,…
Nav: navçav, navbêj, navbir, navdest, navlep, navdeşt, navmal…
Paş: paşeroj, paşguh, paşîv,…
Pêş: pêşgotin, pêşniyaz, pêşbirk,…
Nav + rayê lêkerê: xwînmij, zembîlfroş,…
Têbînî: Renge ku herdu bêjeyên ku navdêra hevbend saz dikin ne navdêr bin, renge ew du hevalnav, an  hevalkar û rayê lêkerê an …
Wek: serhildan, keskesor, …
2.3. Navdêra Hevgirtî (bargiranî):
        ew ji navdêra pêkhatî an hevbend û paşgirekê pêk tê û bêjeyekê bi wateyeke nû çê dike ku tiştek an heybreke nû bi navdike. Anku navdêra hevgirtî ji sê parçan bi hev dikeve û hevdu digire, du parçe yên navdêra pêkhatî an hevbend in, û parçê sêyê paşgira ku bi ser ve dibe.
Navdêra pêkhatî + paşgir = Navdêra Hevgirî
Wek: ber, girtîgeh, şoreşgerî,…
Navdêra hevbend + paşgir = Navdêra Hevgirî
Wek: rewşenbîrî, serfirazî, rêzimanî,
·         Renge ku navdêra hevgirtî ji sê bêjeyên xwerû jî saz bibe.
Wek: berxwedan,
·         Û renge ku navdêreke pêkhatî  yan hevbend û bêjeyeke dî navdêra hevgirtî saz bike.
Wek: (pêkhatî) serok + komar = serokomar,…
          (hevbend)zman + zan = rêzmanzan,…
Têbînî: Pêşgirek jî dikare têkeve pêşiya navdêra pêkhatî, û bêjeyeke nû bi wateyeke nû çê bike.
Wek: Newêrek, binî,…
Daxuyanî: bo tevlehevî çê nebe di nav her sê parên navdêrên sazber de (pêkhatî, hevbend, hevgirtî), em dikarin bi van têbîniyan wan ji hev cihê bikin:
1.      Navdêra Pêkhatî ji 2 parçan saz dibe, parçeyê ku pê ve dibe (pêşgir û paşgir) bê wate ye.
2.      Navdêra Hevbend ji 2 parçan saz dibe, herdu parçe watedar in.
3.      Heçî navdêra ku ji 3 parçan an pêtir saz dibe Navdêra Hevgirtî ye.
PUXTE:[7]
Em nikarin bi rêpîvaneke teng nêzî polkirina navdêran bibin, jiber ku ziman bi demê re pêş ve çûye û gelek bêjeyan şêweyê xwe yê resen guhartine û şêweyekî nû standine, wek gelek navdêran şêweyê navdêra xwerû standine, lê bingeha wan bêjeyeke sazber e, û gelek paşgir di koka xwe de bêjeyine serbixwe û watedar in. Lewma  merov nikare evan bêjeyan bi hêsanî pol bike û ji hev cihê bike.

 

Wek: (bêjeyên xwerû) pirtûk, çîrok,…
Berçav e, ku ev navdêr nêzî navdêrên xwerû ne, lê bingeha wan sazber e:
·         Per(t) + ok = Pertok = pertûk = pirtûk
·         Çêr + ok = çêrok = çîrok
    (paşgir) -dar, -yar,…
·        Paşgira “-dar” di koka xwe de raya lêkera daştin e, ya bi wateya xwemalî û edgariyê ye.
·         Paşgira “-yar” di koka xwe de navdêreke serbixwe ye, yar: yara min.
Polkirin û dabeşkirina navdêran girîng e, bo em peyvesazî û avahiya bêjeya kurdî binasin, û movikên bêjeyan bibînin. Her wiha ew girîng e, bo çêkirin û rastkirna ferhenga kurdî.

 

Bi hêvî me ku ti kes li şaşî û kêmasiyên me nebore, û bersivê bide, çunkî armanca me tenê pêşxistina zimanê kurdî ye, û rizgarkirina wî ji pişaftinê.

 

 

Dê bidome, beşê duyan
II –              CUREYÊN NAVDÊRAN

 

[1] Reşîdê Kurd, Rêziman a ziman ê kurmancî, 1990- beyrût – çapa duyem – kombenda Kawa.

[2] Qanatê Kurdo, Gramera zmanê kurdî, 1990 – Stockholm – çapa yekem – weşanên ROJA NÛ:26.

[3] Afrînok ji lêkera “afrandin” ê hatiye dariştin, lewma me ew bi tîpa “a” bikaranî.

[4] Pirtik: parçeyek ji bêjeyê ye an bi ser bêjeyê ve bûye, me ew baştirîn bêje hilbijart beramberî bêjeya ingilîzî “morfem” ew jî navlêkirina prof. Qenatê Kurdo ye, hin nivîskar bêjeya “kît” bi vê wateyê dixebitînin, lê mîr Celadet Bedirxan “kît” bi wateya “syllable” a ingilîzî bikar aniye, lewma em ê pirtik bi wateya “morfem” û kît bi wateya “syllable” bi kar bînin

[5] Bingeha bêjeya “berxwedan”, “liberxwedan” e, anku (li ber xwe dan). Lê bi egera sivikiyê daçeka “li” ji bêjeyê ketiye.

[6] Amred Tîgrîs: lêkera “dê” li daçekên zimanê tirkî naçe, li lêkerên alîkar ên Hindûewropî dice – 19. Cotmehê 2005 – malpera Amîdakurd: www.amidakurd.com

[7] Puxte: encama gotinê, xulasse (bi erebî)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…

Dildar Aştî
Li rê bûm
Peyv zîpik bûn
Li laşê di tayê de dipengizîn…
Min şopa tajangên sert
Li nav qolincên oxirê di şopand
Bi êşê hestiyar dibûm…
Ê din hebûn
Bi dîlanê mijûl bûn
Bi halanê…
Min qûnaxa di navbera dijberan
de dipîvand…
Li ser pêlên Leylanê
Min pirsa xwe bi saw dişand…
Ka çendî,
Ez nêzîkî agirê rastiyê me ?!..
Çendî dûrî,
Çirava xiniziyê me ?!..

Li wêderê
Şewatê bê mihrevanî
Deşta min…

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…