Li Hewlêr û Silêmaniyê 40 rojnamevan û xwendekarên kurdên Rojavayê Kurdistanê ketin girêva birçîbûnê de

Bi banga rêxistina (Rojnamevanên Bê Rojname) komeke rojnamevan û xwendekarên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê ku li Herêma Kurdistanê niştecî ne, bi mebesta protesto kirina sizayê sêdarvekirinê bo herdu rojnamevanên kurd Hîwa Batîmar û Ednan Hesen Pûr ku ji aliyê dadgehek rêjîma Iranê ve hatiye derkirin, bo dema sê rojan ketin girêva birçîbûnê de.
Koma Rojnamevan û xwendekaran li bajarê Silêmaniyê ku ji 12 kesan pêktê, duh danê sibê 4/8/2007 li beşê navxweyî yê xwendekaran li ser cadeya Salim hatin cem hev û dest bi çalakiya xwe kirin.
Derbarê vê mijarê Mihemed Xêr Dawûd berpirsê (Rêxistina Rojnamevanên bê Rojname – nivîsîngeha Silêmaniyê) got ku wan daxwaz li sendîkeya rojnamevanên Kurdistanê kiribû cihekî taybet bo wan peyda bike ji bo lidarxistina vê çalakiyê lê sendîkeyê daxwaza wan erê nekir û bi tu awayî piştgiriya wan nekiriye.
Di pêvajoyeke pêwendîdar de , li Hewlêrê bi banga eynî Rêxistinê (Rojnamevanên bê Rojname) 28 rojnamevan û xwendekarên kurd ên Rojava, di nav wan de kurdên Başûr û Rojhilat jî hene , li pêşiya sendîkeya rojnamevanan li Hewlêrê hatin cem hev û konek vegirtin û di bin de dest bi girêva birçîbûnê kirin.
li gor daxuyaniya Dawûd , sendîkeya rojnamevanên Kurdistanê cihekî taybet daye gropa rojnamevan û xwendekarên ku di girêva birçîbûnê de ne li Hewlêrê û li ser zimanê Ferhad Ewnî berpirsê sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê piştgiriya sendîkeyê bo wan nîşan daye.
Dawûd got ku “armanc ew e dengê me bighêje pirtirîn rêxistin û saziyên sivîl ên nêvdewletî daku rê li ber pêkhatina biryara dadgeha Islamî ya Iranê bê girtin û herdu rojnamevanên kurd serbest bên berdan , her weha çalakiya me bibe xwedan bandorek li ser raya giştî û hêvîdarin Iran vê biryara xwe pûç bike û rê li ber nêrînên azad bê vekirin û rojnamegerîya azad desthilatdar be li hemû deverên dunyayê.”
Her weha da zanîn ku ev çalakî ji aliyê Rêxistina Rojnamevanên Bê Rojname hatiye pêkanîn bêyî ku tu partiyên kurdên Sûriyê an ên Kurdistanî mudaxeleyê têde bikin , lê belê bal kişand ser piştgiriya hin rêxistinên partiyên kurd mîna rêxistina PDPKS li başûrê Kurdistan, rêxistina PYKS li başûrê Kurdistanê, rêxistina PYDKS li başûrê Kurdistanê.

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…