Derbarê vê mijarê Mihemed Xêr Dawûd berpirsê (Rêxistina Rojnamevanên bê Rojname – nivîsîngeha Silêmaniyê) got ku wan daxwaz li sendîkeya rojnamevanên Kurdistanê kiribû cihekî taybet bo wan peyda bike ji bo lidarxistina vê çalakiyê lê sendîkeyê daxwaza wan erê nekir û bi tu awayî piştgiriya wan nekiriye.
Di pêvajoyeke pêwendîdar de , li Hewlêrê bi banga eynî Rêxistinê (Rojnamevanên bê Rojname) 28 rojnamevan û xwendekarên kurd ên Rojava, di nav wan de kurdên Başûr û Rojhilat jî hene , li pêşiya sendîkeya rojnamevanan li Hewlêrê hatin cem hev û konek vegirtin û di bin de dest bi girêva birçîbûnê kirin.
li gor daxuyaniya Dawûd , sendîkeya rojnamevanên Kurdistanê cihekî taybet daye gropa rojnamevan û xwendekarên ku di girêva birçîbûnê de ne li Hewlêrê û li ser zimanê Ferhad Ewnî berpirsê sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê piştgiriya sendîkeyê bo wan nîşan daye.
Dawûd got ku “armanc ew e dengê me bighêje pirtirîn rêxistin û saziyên sivîl ên nêvdewletî daku rê li ber pêkhatina biryara dadgeha Islamî ya Iranê bê girtin û herdu rojnamevanên kurd serbest bên berdan , her weha çalakiya me bibe xwedan bandorek li ser raya giştî û hêvîdarin Iran vê biryara xwe pûç bike û rê li ber nêrînên azad bê vekirin û rojnamegerîya azad desthilatdar be li hemû deverên dunyayê.”
Her weha da zanîn ku ev çalakî ji aliyê Rêxistina Rojnamevanên Bê Rojname hatiye pêkanîn bêyî ku tu partiyên kurdên Sûriyê an ên Kurdistanî mudaxeleyê têde bikin , lê belê bal kişand ser piştgiriya hin rêxistinên partiyên kurd mîna rêxistina PDPKS li başûrê Kurdistan, rêxistina PYKS li başûrê Kurdistanê, rêxistina PYDKS li başûrê Kurdistanê.


Şîrove (0)