Ji Binxetê em salvegera Azadiya Welat piroz dikin

  Konê Reş

   Di tebaxa burî de(2006), dema ku me sehkir wê rojnameya Azadiya Welat rojane li Amedê were weşandin, hingê ji kêfan re min gotarek bi navê( Apê Musa Anter bi -Tîr-ek xwe beşdariyê bi me re bike) nivîsand û di medya kurdî de belav kir.
   Va îro(15/08/2007), salek di ser weşana wê re derbas dibe. Ev rojnameya ku xwerû bi kurdiya latînî û rojane li Amedê, paytexta kurdên bakur çap û belav dibe û bi hezaran xwendevan peyda kiriye…
   Bêguman Azadiya Welat berdewamiye ji rojnameya Welat re, ewa ku berî 15 salan-1992-li Stenbolê derdiket. Hingê apê Musa Anter di quncika bi navê TÎR de dinivîsand, min jî di rêka wî re gelek caran  berhemên xwe di nav rûpelên wê de di weşand in. Carekê jî, ji ber helbesteke min bi navê( Bizina Pîrê), ku têde belav bibû, ji ber emniyetê ve ez hatim xwestin û bersivdan, ji wan werê ew rojname bi tirkî ye, wan bawer nedikir ku bi kurdî ye vêca ji mib pirsîn; Te çi di vê rojnameya bi zimanê tirkî de nivîsandiye ? Ma tu bi tirkî dizanî ? çi pêwendiyên te di gel wan  de hene û çilo û çawa..
   Dawî, rojnameya Welat hat rawestandin, rojnameya Welatê Me di şûnde zîlda , ew jî hat sekinandin, rojnameya Azadiya Welat a heftane serî bilindkir û wiha ji salekê ve Azadiya Welat a rojane, bi rêk û pêk weşana xwe berdewam dike…
   Ji rexekî din ve, di van herdû salên dawîn de, lo dor standardkirina zimanê kurdî gelek giftugo hatine li darxistin û hin hewildan hene ku zimanê kurdî li başûr bibe soranî û hin bi hin kurmancî pûç bibe. Bi behana ku soranî xwedî dîrok û ci girtiye, û kurmancî nikare wî cihî dagire…lê rojnameya Azadiya Welat xweş bersive ji wan kesan re, ewên mîna Ferhad Şakelî û Muhsin Ciwamer ku bi zikreşî şerê kurmancî dikin û hewildidin ku zarokên Zaxo û Duhokê ji avê re bêjin Aw û ji jinê re bêjin afret. Şevê din di paltalka Zimanê Kurdî de, Muhsin Ciwamer got: Xelkên kurmancîaxêv nabin bi qasî xelkên Hewlêrê, min lê vegerand: Tu ne rat dibêjî, bese ku rojane li Amedê 10 hezar dane ji rojnameya Azadiya welat tê firotin..

   Belê bi vê gava dîrokî re xewnên Mîr Miqdad Bedirxan, mîr Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Musa Anter, Adip Karahan û Huseyin  Deniz bûn rastî…Hem jî xewnên me bûn rastî..Em jî ji dil û can ji vê gava dîrokî re dilîlînin û şabaş dikin…Û pêre pêre kurmanciya me bi me şêrîntir dibe
  Pîroz be gelê kurd li we salvegera rojnameya Azadiya Welat. Mijde bo we şehîdên peyva kurdî a resen, va zarokên we xwe ji dûv doza we a pîroz nedane alî, xewnên we dikin rastî.
   Di vê derheqê, bi vê helkeftinê tiştek ji min nayê ji bil ku ez spasiyên gerim ji Qamişlo û Binxetê pêşkêşî berpirs, endam û tev karkerên rojnameya Azadiya Welat bikim, destên wan behejînim û ji wan re bibêjim bijîn bijîn bo peyva kurdî a resen…

Konê Reş
Qamişlo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…