Pejirandina parvekirina kursîya serokatîyê

Salih Cefer

Kêşeya serokatîyê di nav gelek partîyên kurdî li sûrîyê bûye kêşeyeke gelekî mezin, ev jî ne tiştekî nûye, ji roja rojde û andamên komîteyên bilind yên partîyan li ser serokatîya partîyê li hev nakin, ne serokatîya partîyê ji serok razîne û ne jî serok ji wan razîye û dev jî ji serokatîyê bernade.
Endamên komîta navçe di her partîyekê de ji dirêjkirina sekreter an serokê partîya xwe ne dilxweşin, çareya dawî li cem wan dibe perçebûn.
Ev kêşe, kêşeyeke cîhanîye û ne cem kurdan tenê heye, ev xwezayîyeke mirovaneye ku her kes ji xwe hez dike û gava bi tiştekî kanibe ji xwere xweş dike û diparêze li cem gelên cîhana paşverû kêşeyeke gelekî mezine.
Tevgera kurdî ji roja damezirandina partîye yekem û ta roja îro rastî gelek perçebûna hatîyê û hîn jî tê, rêza duyem ya yekem bi diktatorîyê tawanbar dike û piştî nakokîyên dûr û dirêj xwe ji diktator xelas dikin û partîya xwe perçe dikin, lê gava bi xwe dikeve şûna wî û dibin serok ji hevalên xwe re dibêjin vaye eme nû partîyeke demokrat avabikin, salên wan dibin dudû ew jî li serê hevalên xwe dibin diktator.
Di van heyvên dawî de tevgera kurdî li sûrîyê ketîye nava keşeyek rêkxistinî, her çend kesan xwe daye dora hev û li ser kursîyê li hev nakin.
Nakokîyên di nav andamên rêza yekem de bilind bûne û derîyê dan û standinê hatine girtin  û perçebûn bûye çareya herî hêsan, ji ber her kes kursîya xwe ji dest  xwe bernade.
Ev şêweyê çareserkirina kêşeyên rekxistinî bûye sedem ku andamên partîyan û alîgirên wan û kesên welathez xwe dûrî partîyan bixin û serê xwe ji çîrokên kesayetî rihet bikin.
Ev rewş bûye sedem ku rejîm jî siyasetên xwe bi kêfa xwe pilan dike û haja wê ji tevgerê tuneye ji ber ew zane ku tevger bi derdê xwede ketîye.
Tevî ev ratsî  te’ile jî, lê divê bê gotin ku ne tenê rejîm sedema perçebûna tevgerêye, ji xwehezên di partîyan de êşa tevgertê mezintir dikim û nikarin dev ji mejîyê êlperestîyê berdin û parvekirina kursîyê bipejirînin.
Rastîya hîne  te’iltir ewe ku piştî perçebûnê û bi destxistina kursîyê û di korte demkê de demokratên nû ji axan axatir û ji diktatoran diktatotir dibin û dibin sedema derketina demokratên din !!!

07.08.2007     

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…