Ez nema di „Pênûsa nû“ de dinîvisînim, sedem jî ev e

Helîm Yûsiv

Dîtineke giştî
Dema rojnameyek di bin navê (Hevbendiya rojnamevan û nivîskarên Kurd) de derkeve, baweriya min ew e, ku divê zimanê wê rojnamê kurdî be. Eger imkan tunebe rojname xurû bi kurdî derkeve û duzimanî be, divê bi her awayî zimanê kurdî li pêş be û cihê berbiçav û sereke jê re bê veqetandin. Eger pêdiviyeke mezin bi zimanê din hebe, divê ew ziman di pileya duyem de cih bigre. Eger wisa jî nebû, divê herdu ziman di yek astê de û wekî hev cih bigrin. Ez vê yekê dibêjim, ne ku zimanekî ji yê din çêtir yan jî bilindtir dibînim, lêbelê ji ber ku xwediyên vê rojnamê, xwedêgiravî, rojnamevan û nivîskarin kurd in û ev hevbendî jî ya wan e. Dîtina min ew e, ku rojname bêyî kurdî û tenê bi erebî derkeve, çêtire ji vê biçûkxistin û bêrûmetkirina kurdî ku berê têra xwe ji hêla dewletê ve hatiye qedexekirin, bişaftin û perîşankirin.
Zimanê kurê Xatûnê û zimanê kurê Cêriyê
Gava min daxwaza (Pênûsa nû) pejirand, ku quncikekî mehane ji bo wê binîvisînim, mebest piştgiriya vê rojnamê bû û jinûveavakirina têkiliyê bi derûdorên nivîskar û xwendevanên Binxetê re bû, ku demeke dirêje bê rojname û kovar mane. Min dizanîbû duzimanî ye, lê min nizanîbû ku ew ê rojnameyeke erebî be û weku pêvek, wê li dawiya rojnamê çend rûpel ji bo kurdî ya belengaz jî bêne veqetandin.
Hêjayî gotinê ye ku li kêleka kurdî, berê û aniha jî, bi erebî dinîvisînim û ne li dijî nivîsandina bi ti zimanî me.
Lê, ez ê di ti rojnameyê de nenîvisînim ku zimanê din mîna zimanê (Xatûnê) û zimanê kurdî weku zimanê (Cêryê) hatibe bicihkirin. Nexasim ku ew rojname ji hêla dezgeheke kurdan ve bê derxistin.
Balkêşe, ku devê kîjan kurdekî Sûriyê(Rojava) vedibe, rexneyan li kurdên Turkiyê (Bakur) û heyraniya wana ji bo zimanê tirkî dike. Lê, bi derxistina vê rojnamê bi vî awayê ku pê derketiye, kovar û rojnameyên kurdên Bakur yên salên heftêyî û heştêyî tînin bîra mirov. Gava ku rojname an kovar bi tirkî derdixistin û li dawiyê çend rûpel ji bo kurdiya ku „kes naxwîne“ vediqetandin.
Mesele weha lê hatiye ku di nav duwazde qunciknivîsên bi erebî de, min xwe tenê weku qunciknivîsekî bi kurdî dît. Îca, di nav vê tofana erebî de, çi hewcedarî bi wê quncika kurdî heye, gelo?
Ez bi xwe ti hewcedariyê pê nabînim û ji ber wê jî ez quncikê xwe radiwestînim.
Herwisa heyraniya li hember erebî, di vê rojnamê de, giha wê asta ku yek ji desteya rêveber ya beşê kurdî ji rojnamê, bi erebî rojnamê pêşkêş dike û  dema komîteyeke şêwirmendiyê pêşkêş dike, ku ew komîte tenê ji bo erebî heye, bask pêve şîn tên. Vê yekê, destnîşankirina komîta şêwirmendiyê weku „mezintirîn bûyerê çand û afirandinê“ bi nav dike û wan weku navin li herêmê û li cîhanê naskirî pêşkêş dike. Tev ku têkiliya hinek nav ji wan, ji bilî afirandinê, bi her tiştî re heye û gundiyên wan wan nas nakin! (1)
Eger rêzgirtin ji peyva afirandinê re nemabe, divabû hinekî rêzgirtin ji aqilê me re bê girtin.

Encam

Ez bi hêvî me ku ev helwest, ji çarçoveya xwe ya destnîşankirî derneke û ti şîroveyên şaş li pey xwe nehêle. Pêşniyaza min ji hevbendiya rojnamevan û nivîskarên kurd li Sûriyê re ev e, ku rojnameya xwe bi erebî derxînin û ne hewce bû zimanê kurdî têxînin wî halê ku we xistinê. Wê çaxê ez jî, wekî wan, bi erebiyeke petî û delal, dikarim behsa perîşanî û rezaleta ku zimanê me û çanda me têdeye, bikim.
…………………………………………………………………………………………………..
(1) Hûn dikarin vê agahiyê li vir, bi erebî, bixwînin
http://www.welateme.info/cand/modules.php?name=News&file=article&sid=4009
   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…