Wê werê

 

Luqman şeref
                         
Dibêjin tê werê bi rojê re
Bi qews û qezeh ,di nav mijê re
Bi ronahî re , di jor û jêr re

Di nav gunda û birc û bajêr re
Dibêjin tê werê wekî bayê
Bi rehetî , bê kul û belayê
Dengê te mîna lorîka dayê
Ku bang dikê û dibê “ez nemayê “

Li ser hespekî sipî tê werê
Di nav gul û kulîlkên buharê
Rast û çep , tev xweşî , jor û xwarê
Di rêkê de , nîne weke wê rê

Hin dibên wê werê li gel dûman
Bi ewran re , berq û berf û baran
Li gel sermê , teyrok û taristan
Bi êgir re li her tiştî ferman

Wê bê li ser pişta hespekî  reş
Seranser wê arê dijwar û geş
Haware hawar çi rojek nexweş
Her kes çû ji xwe , tev mane serxweş

Derya ji xwînê dê çêbin û çem
Têde bifetisin ereb , ecem
Ji ser sînga me bifirin kul û xem
Mizgîn îro wê zîn here nik mem

Kurdistan ! nizanim tê kînga bê
Lê em bawerin yan îro yan sibê
Bi gora leyla jiyan bê te na bê

Kesê ne wer bêjê xwelî li sera bê  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…