MÊREKÎ QENCBE BERA ŞÎVATE GOŞT Û BIRINCBÊ

  BAVÊ RODÎ

Va şoreşa sûrî ya azadiyê ber bi sala xwe ve diçê, bi dest pêkirna ser hildan û xwe pêşandan bi rengê aştî bi sloganê mirin û ne ser tewandin,lê ewjî li rêjîmê ne xweş hat,dest bi kuştinê û qirkirinê û eşkence û lêdanê kir.
Lê gelê azadî xwaz li ber xwe da û li ser doza xwe ma ,bi vî rengî vê şoreşê veda,lê mixabin rêjîmê kuştin zêde kir heta giha rengê qirkirin û kom kujiyê.

Lê gelo kurda û bi taybetî partiya di vê derbarê de çi kirine û çi gavên giring avêtine û çi helwestên rast û dirist dane.
Heta dema îro kurd nikarin xwe tevlî vê şoreşê bikin û ew bi xwejî ne yekin û ne bi yek biryarê di bakin ,û helwestên wan ne ji cem wane ,hin di xwazin mafê çarenos û hin dixwazin fidralî û hin dixwazin mafê ziman û kultûr,lê ev helwestên wa ji (hewlêr û silêmanî û qendîlê ne)
Lê mixabin kar û xebata wan ned xizmeta û daxwaziyê kurdê sûriye ,ji ber kû siyasetên wan girêdayne bi berjewendiyê dewletên derdorê ve
Ya rast ewe go em xwe dûrî van siyaseta bi kin û em yek bin û bi yek biryarê bin û em tevlî vê şoreşê bi bin û em ne peyayê kesîbin , da em karibin bi hêz doza mafê xwe bi kin,bi piştgêriya xortên li  kolana bi kin.
Îro ewin çare û omîda mafê gelê kurd li sûrî.
11/2/2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Kîndarî û jehîra li dijî Kurdan di Sûriyeyê de roj bi roj zêdetir xuya dibe، û vê rastî nikare bêkêmasî paşguh bike. Di serdema salvegera rûxina rejîma Esed de، li Şamê xwenîşandanên hatine birêvebirin wisa nîşa dan ku sloganên li dijî Kurdan bi awayekî vekirî û bêşermane…