Daxuyaniya damezrandina Komele Subartu

Dîrok zanisteke armanca wî ewe; pesinkirina suruştiya jiyana mirov û gelan e, û şirovekirina wê ye, û ronîkirina kar û barên ku  di nîrin cûrecûr de pêk anîne, û sûdeyê ji van tevan bibîne bo avakirina rewşeke û pêşerojeke çaktir. Ew me hîn dike em çawa karibin rê û rêçikkên zanîna mirov û kelepûr û şûnmayê wî yê (maddî) û bilêvkiriî bi awake qenc û spehî pêk bînin. Û rêberiya me di çawabûna parastina hebûna wî ya ramanî û mafên wî yên taybet de dike, û me ber bi sibeheke  ku ji doh çêtir be ve dighîne.
Û lêvegera dîrokê pêwîstiya têgihiştina sedemên guhertinên mezin û akama wan li jiyana mirov –weke kes û weke civak- dide xuyanîkirin, û hay jê hebin û sûdeyê jê bigirin, bo avakirina pêşerojeke çaktir. Ji lewra naskirina dîrokê qenctitîn rêçike ji bo parastina nasnama gelan û pêşxistina pişkdariya wan di dîroka mirovatiyê de bi giştî, û vekirina wê ber bi çandeyên din ve û roleke çandî bi hev re dikin.
Li gorî nîrên xwe, bav û kalên me pişkdarî di çêkirina dîrokê û nivîsandina wê de kirin. Îro, em jî dixwazin bi lêvegerke zanistî ji kar û barên ku wan pêkanîne re rabin, şaşitiyên wan berçav bikin, da ku em riya pêşerojê ji nifşên nû re ronî bikin. Baweriya me bi pîroziya dîrok û kelepûr nayê, û ne her tiştê bûye em wî giranbuha dibînin, lê em di hûrbînî û komkirin û belgekirina wê de dixebitin, û em bi çavekî nû li gelek rûpelên wê dinerin, da ku em karibin bi roleke kirde di xurtkirina têkiliyên di nav hemî cûreyên milet de rabin, û xurtkirina têkiliyan bi gelên ku bi hev re dijîn re û wan digihînin hev.
Em birrek ji pispor û kesên ku guhdanê bi dîrok û kelepûrê Kurdî û mirovî dikin. Hestê me yê netewî û niştimanî em ber bi avakirina komela Subartu ve dehfandin, da em dest bi lîstika rola xwe di gewdekirina nasnama xwe û berzkirina wê de bikin. Û dîroka xwe, kelepûrê xwe yên ku dûrî guhdana çandî ne, bi xwe û bi yên dî, bidin naskirin.
Armancên me ev in:
1) Dehfandina Kurdên ku guhdanê bi dîrok û kelepûr dikin ber bi vî karî ve, û çêkirina girûpên ji bo lêkolînin hevgirtî bi roleke çandî jiyawaz rabin.
2) Danheva şûmayên gelêrî Kurdî; yê (maddî) û devikî bilêvkirî, û belgekirina wî bi rêbazeke zanistî û bi teknîkeke pêşketî, bi armanca parastina wî û naskirina wî ji hêla nifşên nû ve.
3) Gurkirina hestên xortan bi zimanê wan, dîroka wan, û pêmayê wan ê şaristanî.
Bi xurtî emê kar bikin ku xebata me, bi şêweyê xwe, bi rêbaza xwe ya zanistî berçav û ciyawaz bin, em ji bo bidawîkirina diyardeyên ajawe û lîstika bê berpirsiyarî ya bi dîrokê kar bikin, û em bi roleke ronîkirinî resen rabin, û pirtûkxana çandî bi karin bi mifa dewlemend bikin. Em li hêvîya alîkariyê û navtêdanê ne, ji çi hêla ku guhdanê bi xebata çandî dikin.
Qamişlo 03.04.2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…