Bixwekiro derman jê re nine

Mihemedê Seyid Husên

Bêguman gelê Sûriyê bi hemî pêkhatên xwe ve, qûnaxeke hestiyar, awarte û alozewîst dijî, herêm bi taybetî û civaka navdewletî, rêxistinên mafên mirovan û konseya ewlekarî ya navnetewî bi giştî, li gel seqa û mercên dijwar û hewldanên kêmçare û bêdûnde, bi ser de jî xwedêgiravî ku di palgnameya sûndxwarinê ya niştemanî de, kurd weke netewa duyemîn hatine serbêş kirin, bi texmîn van sedeman hiştine, ku şandeya Encûmena niştemanî ya kurdî, gelekî bizûtî biryara kongera 26 ê çirya pêşî ya 2011 an jibîr bike û biryara vekişandinê ji kongera dijberiya sûriyê li Istanbolê bide.
    1- bi taybetî biryara ku dibêje: (gelê kurd perçakî bineretî di şoereşa gelê Sûriyê de gewde dike, û mîna avdeyekê ji hemerengiya tevna niştemanî nayê cudakirin, û kêşeya gelê kurd ya siyasî destegul kêşeyeke niştemanî tevare ye).
    Gelo çî nû çêbûye ku li vê radeyê xwe ji kongera dijberiya Sûriyê ya Stanbolê vekişîne, di çaxê ku cara yekeme hemî leq û engên dijberiya Sûriyê, ji derve û hindurû ve, xwe dane serhev û di encamê de dijberiya Sûriyê xurtir kirine, û dê rewaya xwe di pêşbîniyên nêz de, dawerî ser hemî dewlet û rêxistinên civaka navnetewî bike, bi ser de jî navnîşana roja înê ya konseya giştî ya şoreşa Sûriyê, wisa bê perwa û paxav guhertine, xwe bê kesukar, bê dar û destekar sêwî û li aziyê bê piştevan û hevpeyman bihêle, gelo pişta xwe bi kê xurt dike, ango kê dixeyidîne, kê jî razî dike, pirseke wisa bê rêdan di pengize holê..?
     Gelo we çawa wilo bi hêsanî zor, sitemî û çewsenkariya dîrokdirêj ya rêjîma faşist û noker jibîrkiriye, yasayên ewarte û pirojeyên regzperestî, serjimara rûreş, kemera dorpêçanê, xaka bav û klalan ya pîtdan û pîroz, zimanê dayikê, gelepor û kultûra dêrîn ya talanbûyî, nemaze ku Mexmûriyên Ereb tê de niştecî bûne, zindan, îşkence, kujtin û wêran, guherîna dîmuxrafî ya herêma rojavayî kurdistanê, tanî ku bigihê pilana xwîndar ya 2004 an û pakrewanên ku ji bergorên xwe bi devê ciwanên şoreşvanên îro, qîr dane ku milê mêr û jina kurdî, ji hemî pêkhatên welêt raneqete, û di hemî hêlekaran de kargoriyên şoreşê yekpare beheremî azadî û rûmetadariya hemwelatiyê Sûriyê bikin.
    We hîn xemsartir çavên xwe ji ser dîmenên kujtina ketuber, şewata bi saxtî û pelekutkirina azirdanê, gulebarandina bi torfelaqî ya xelkên pirotistêr yên aştiyane, sîngtazî û destvala, bi destên çete, şeveng û çolaxên xwe-erzafiroş yên rêjîma malbatî ya har û tewşedînî, herwekî ji berê ve wêran û talan, pûre û yexmekirina mal û mewdanên gelê Sûriyê, nemaze ku di dîroka mirovaniya hemdemî de kesanedîtiye, herweku li Hims. Idlib. Der,a. Şam. Heleb û Dêrazorê felaket grandine, gereke em Kurd ji hemû pêkhatên Sûriyê, bi hest û newaziyên xwe yên netewî zûtir agadar bibin, û bilezubez destekariyê bidine hemwelatiyên berbatbûyî, neku em jî weke helwesta kongerînên kurd li Stanbolê, ango mîna Vîtoyên Rûsiya û  Sînê bi ser ve jî durûtiya Emrîka, nemaze ku bo Israîlê û hilibijartina serokatiyê, berê xwe ji kul û derd, berbat û felaketên xelkên Sûriyê biguhere.
    Bi dehên caran me xwendiye, yekser me dîtiye û bihîztiye, bi kurtasî ku Encûmena niştemanî ya Sûriyê di daxuyaniya xwe ya damezira de, di kongera Tûnisê de, li nasnameya destûrî ya gelê kurd mikur hatiye, dîsa li mafê gelê kurd yên rewa û erkseza mikur hatiye, û dê piştî rûxandina rêjîmê hemî yasa û pirojeyên ewarte ji holê rake, û çi kesê ku ji encama wan fermanan ezyet dîtine û xwarine wê qeregoy bibin.
    Vêca ku îro-roj hemecûriya ciwanên Sûriyê bi yek dengî qîr dane şoreşê, da qena pêşerojeke nû piştî rûxandina rêjîma malbata Esed ya kujer û xinizkar û firoşwelatî, bo gelê Sûriyê nîgar û nexşe bikin bi dest ve bînin.
    Gelo çima we hêj xwe ji giyanê paşverûtî, ezîtî, xedbînî û ramanên nikderbûyî û destêwerdana bergumaniyê rizgar nekiriye, hema ji nehêniyên çolrbiran bi meşa koran pêşiya xwe xûm dikin, wisa we kêşeya gelê kurd bi sivkayî, bîrtengî û tewşe-awirên kêmnirx teqilandiye, we hîn erzantir bi derûnlawazî û çavên şikestî, we heman kêşeya gewre û giranbuha, li ser terzuya Gêzeran kiriye û firotiye, tenha hûn di nexşeya berjewendiyên tekakesane û mirêka şikestî de li xwe geriyane, li dûv leylanê rabudûyî eydiyolojiya tekpartiyê û tekraweya eydiyolojî, tenha we navnîşana heman perwerdeya genvî ya kilasîkiya keysebazî û paşdemayî naskiriye, we hemî maf û hûrpîşên bûneweriya gelê kurd bê şêwra giştî, bê rêbaz û bername bi avê de berdaye, wisa bê sedem û tilamên pêbawer, we li gorî mîrzayên lêveger yên totalîtar, êş û janên gelê xwe weke êşnasên pispor, li rojavayî kudistanê bi destên xwe derman nekiriye, timî bêhavil û derûnşikestî, bê viyana azad û helwesta serbixwe çavên we ziq li ser derve rawestandiye.
    Di encamê de 83 ê dewletên beşdar li mafrewaya Encûmena niştemanî ya Sûriyê mikur hatine, û berya wê hemî dewletên Ewropayê, li gel Emerîka, Rûsiya. Firasa û Ingilîzan pêşewatiya Encûmena Sûriyê, bi şêweyekî rêwefermî pîşwaz kirine, Lîbya, Tûnis û hemî konegerînên 24 – 2 – 2012 an bi rewaya wê rûniştine, û Encûmana hevkar ya kendavê û li raserê wê şahê Si,ûdiyê, bi xurtî piştgiriya wê tanî bi çekdariya sîpahên niştemanî yên azad kiriye, li hindurê welêt destegul rewaya xwepêşandêr û şoreşvanan destnîşan kiriye, vêca nizanim hiş û sewdayê Encûmena niştemanî ya kurdî li kîjan beybaneyan nêçîrê dikin, û ji kîjan coş û hêzdariya gotara yekgirtî, ango hevmiliya navxweyî biryara vekişandinê daye, kê destê xwe ji wan re li sînga xwe xistiye..hîç nizanim ew dimîne razperîzeyeke nependî xwedê tenê pê zane.
    Di baweriya min de vekişandina nûnerên şandeya Encûmena kurdî, li gel çalakvanên hevrêzên kurdî û kesên serbixwe, tenha ji ber 3 ê sedmên jêrnivîsî hatiye.
    1- ji tirsa zirt, fort û gefên partiya yekîtiya dîmuqrat (p.y.d) nemaze weku pşdemî deng pêketiye, nivştan diavêje malên çalakvanan, û li gorî helwesata serokê partiyê di hevpeyvîna xwe de, daye xuyanî ku çi kes ango partî hevkarî Encûmena niştemanî ya Sûriyê (ya Erdoganî-stanbolê) bibe jixwe ew yekser dijminê meye, wisa jî li gorî zirt û geflêxwarina Qereyelan, nemaze ku Turk destêwerdana serbazî di Sûriyê de bike, dê gelê Kurd şerekî mezin di Sûriyê pê re li darxîne, pêk ve jî şêwra jêder û lêvegerên kurdistanî, bi taybetî ku serê xwe raçengî wan kirine, hîç nikarin dibin nîrê wan de stûyê xwe bizîvirînin, bi wateya ku viyana wan ji dest wan sêkuçikî terqiya ye û talan bûye.   
    2- ji encama biryarên kongera pêşgotî, bi ser ve jî tirsa rêjîmê, nêzî diruşma rûxandina rêjîmê nebûne, bi taybetî ewên ku bi pêwîstî, stûbarî û giringî rêbaz kirine, zanistyariya ji qanêder,  mafê bûneweriyê û dubarekirina komika serbixwe, ne tenha roniya kesk danê, lêbelê çiraxan didine rêjîmê, nemaze ku (kevirê mezin ne nîşanê lêxistinêne) ango çare tê de kêmpeydaye û girêka ber birekê ye, îcarê bi wihareng şûnşopeke derlayenî û ji dijberiya Sûriyê xwe didawişînin, û di qewarekî biçûk û serbixwe helwestê li nik rêjîmê diçesipînin, wisa jî her wan nejê ye ku Hims. Hema. Şam. Heleb û Dêrazorê sirgûn û mişext bibin, bêne girtin, kujtin û ketuber bêne şewitandin hîç wan pîş pê nîne,  hîç pîş bi mafê destekariya hemwelatî nînin, ji ber ku wan derfet beroçeqî rave krirye, herweku dixwazin li ser derzika piştê razyî û piştvekirî, li ser pişta kargoriyên gewre yên xelkên oreşvan, mafê gelê xwe bê serêşan radest bikin.
    3- bi rastî di hemî hevdîtin û guftugoyên ku Encûmena kurdî bi Encûmena Sûriyê re kirne, piştkul û jixwe nebawer tevlî gotebêjê bûye, hîç nikarîbû, nejî diwêrabû ku biryara tevlêbonê bide, ji alîkîve bo herdu sedmên jorgotî û ji layê dîtir ve, ji ber ku 3-4 partiyan bi şêweyekî pêşdemî zirtên perçebûnê di guftugêran de firandine, eger ku biryara tevlêbûna Encûmena Sûriyê bidin, loma ji serî ve û berya ku bigihên hola kongerê, biryara vekişandinê ji kongerê Stanbolê dabûne, weku serokê Encûmena kurdî Ehmed Silêman bizavên stûbariyên Kofî Enan dijî dijberiya Sûriyê pesende kirine, û bi şandeya Sînê re li gel herdu cîgirên xwe û Umer Osê re rûniştibûn, êca ( werin vî kerî di vî bihurî re derbas bikin) û hîn jî zaro dibêjin em parçek ji şoreşa gelê Sûriyê ne.
    Ku mirov bi aramî û tenahî li ser zemîna ketîwarî, di Encûmena niştemanî ya kurdî de birame, ji kûr û dûr helwest û neryana pilangerînê pê re rave bike, ji mêj ve qels û lawaz, bê dar û destekar jiyane, ji destê sitemî û çewsenkariya rêjîmên şofonî û nîjadperest, ji her tiştî di jiyanê de bêpar maye, bê mal û çiyarêzane, bê çek û paşmêre, bi dost û hevpeymane, herwiha nekêmî wê Encûmena niştemanî ya Sûriyê, bi giştî revend, parsek û li cîhanê derbider eware û penaber bûne, mîna noka ku tu li kevir bixîne, li dunyayê em û wan tar û mar bûne,  biser de jî em Kurd asteya xweztekên xwe yên netewî, di gelaxaftinê de ji xwe û wan jî girantir dixwazin, û hîna diyardeyên ezmûneya Îraqê li ber çavên me bi laş û qelafet bang dikin, nemaze ku şofonîzma erebî û hişkoliya tundrewî ya Islamî, piştî rûxandina rêjîmê dê serê xwe rakin û qilopaziyan li me û Encûmenê çêbikin, hîç nedûre ji ber ku li hemî welatên ku êmîşên buhara erebî mûçandine heman fistoqî li wan çêbûne, loma baweriya xwe diçesipînim ku berjewendiyên kurd yên netewî û niştemanî, îro-roj bi Encûmena niştemanî ya Sûriyê re hevparin.
    Mixabin pêşewayên tevgera kurdî ya siyasî, ji dîrokeke dirêj ve, li ser perensîpên ramanên radîkalî û rêbazên eydiyolojiya totalîtarî weke partiya Komonîstan û ya Ba,is perwerde bûne, hîç guh nedaye doz û gilînameyên civakê, hêzên ciwan, karnas û ronakbîriya kurdî ji rêxistinên xwe dûr û xemsar avêtine, loma ji destpêka şoreşa çêbûyî ve, ji çalakiyên ciwanan û destekariya rewşenbîran bi wan re zivêr û tengijîne, herweku xortan bê hedn û tebat bi rêpilanên şoreşvanî li wan zîvirîne, da qena di siberojên nêz de wan û kêşeyê li gorî xwezyarên qûnaxê destkêşî xwe bikin, qûnaxa kilasîk û kevneperist bi şûnde bihêlin, û diruşmên hemdemî di jiyana niştemanî û netewî de bilindtir li babikin, lê mixabin rewşenbîrê kurd bixwe jî, ji heman çanda jorgotî û ji kaniya heman civaka paşverû, mîna makpartiya pêşeng ji nîvê çerxê 20 an, pêşgavan dide çandewariyê, hêj xwe di çarçuveyeke pêşewatî yekgirtî de nedaye serhev, mîna rewşenbîrê êşnas, pêşzan û dûrbîn rola xwe weke hevpeymanekî binbar, di vê kirîzeya heyî de bi siyasetmedar re neleyiztiye, bi kêmanî gereke bo birayara vekişandina niwêneriya Encûmena kurdî, daxuyaniyeke erênî ango neyênî li ser Enternêtê bi weşandina, nerîn û helwestên xwe yên erkseza, ragihandina xwendevanê kurdî bi taybetî û yên Erebî bi giştî.
    Bi taybetî piştî ku ciwan, rewşenbîr û çi kesê ku derfet bo gelê kurd zêrîn raçav kirine, wisa jî hay bûne ku serokatiya partiyên kurdî bi gelek rêawayan xwe bi rêjîmê re dixurîne, hîç weke Malikî neketine wê baweriyê ku dê rêjîmeke wa xurt bête herifandin, herweku serokatiya kurdî jî li gora banebilindaya pêkarînên xwe di nêv dijberiya Sûriyê de, bi heman vekişandina jorgotî keys û navbireke giranbuha dane rêjîmê, nemaze ku hîn bêtir niştewarên berbatbûyî bikuje û gelek bajarên din jî wêran bike, bi vî awayî di baweriya min de, yê ku xwe hînî çarlepka siyasetê dike, û ji bêvila xwe dûrtir dibîne, wisa bê ku bihur qam bike, wisa şaşwar  nabe, bi vî awayê ku me bihîztiye, wisa bê serî xwe…xwe di boxaza Çeneqelan de binav nake, xwe nake taştiya nehing û marmasiyên xure, herweku (yê ku her tiştî bixwaze teqez wê hemî tiştî li ser bike), herweku ji mêj ve bav û kalan gotiye (bixwekiro derman jê re nîne).

Têbîniyeke balkêş: piştî ku gelekan di roja îna çûnî de û di helkefta vekeşandina şandeya kurdî de, têbîn kirine ku diruşm û siloganê xwepêşandêran li kolanên bajarên kurdî, hîç ne li gorî armancên şoreşa giştî hatibûn, bo vê yekê hêvîdarim çi kes, ango hevrêzên ciwanan û partî, lêborînê ji rêzdar Dr. Ebdulbasit Seyda bixwazin, çiku baneşaniya ciwamêr hîç nehinkofê peyvên şaş û zimandirêjaya rij û kelêne, ji ber ku  cîyekî ûzer û pêşiwar di Encûmena niştemanî ya Sûriyê de girtiye, û di encamê de mîna xemxurekî kêşegir û namedar, helwesteke wêrek û cegerdar di nêv şoreşê de, bo gelê kurd û hemî lawên hemrahên xwe enî bilind û rûsipî girtiye.

….Qamişlo  2 – 4 – 2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…