Şevbuhêrkek helbestî Li bajarê Hesekê

Xalid Omer

Di roja şemiyê 27/4/2012 de, bi amadebûna hejmarek xuya ji nivîskar û xemxurên zimanê kurdî , şevbuhêrkek  helbestî li bajarê Hesekê -taxa Miftî bi kêlîkek bêdeng li ser rewanên pakrewanên kurd û kurdistan û Şoreşa Sûriyê bitevayî hate lidarxistin, pişt re pêşkêşê şevbuhêrkê mamosta Salar Elo, rê da xwendina helbestan..
helbestvanên ku beşdarbûn û helbestên xwe xwendin evin:


 Kabreşê Berwarî


   Berzan Faris


  Jînda Mihemed


    Hisên Şakir


   Mişe`l Osman


 Xalid Omer


Wecîha Ebdirehman

Dûv re mamosta Mehmûd Badilî û Ezîz Xemcivîn li ser pirojeya avakirina yekîtiya nivîskarên kurd axivîn û li pirsên ku hatin kirin derbarî wê de vegerandin, ku di vî alî de gavin pirr baş û çalak hatine avêtin, û dan xuyakirin ku ev yek ji çalakiyên ku nivîskarên kurd li Hesekê pê radibin û her wiha dê çalakî di warê wêjeya kurdî de berdewam be.
Li dawiyê spasî bo amadebûna Ronahî TV,  û karmendê wê birêz Dilyar Cezîrî, û bo hemî kesên ku beşdarî vê şevbuhêrkê bûn.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...