Pirtûkek nû ji Arşevê Oskan re li Sofia çap bû .. pirtûk ji 245 rûpelan pêk tê.

Pêşgotin
Şêweyê nivîsa helbesta kurdî ya ku ji bo sitranê tê nivîsandin, her diçe kêm dibe û ev yek jî dibe cihê metirsiyê, ji lawazkirina sitrana kurdî re. Pêwistî bi çend helbestvanên ku bi teybetî helbesta sitranê dinivîsin heye. Ji destpêka salên heştêyî de, vî şêweyî bala min kişand, loma min herdu pirtûkên xwe yên pêşî ”Hêviyên Birîndar 1995” û ”Kê Gul Çinî ? 1999” bi vî şêweyî nivîsîn, lê mixabin ji ber sedemên teknolojîyê pir şaşî û kêmasî di rûpelên wan de peyda bûn. Min xwest ez wan herdu pirtûkan û ya sisyan ”Awazên Evînê 2012” bikim wek yek pirtûk û bi hev re çap bikim. Ev berhem, di baweriya min de, dê têkeve nav destên gelek hunermendan û dê sûde ji wan bêne wergirtin. 
Arşevê Oskan
Hamburg 26.01.2012 

 

Hlebestek ji pirtûkê ..

Rê û rê

Karwanê me bi rê diçe rê û rê
Ji ber xwe şerm dikin wan şevên berê
Di çavên zarokan de hêvî hiltê
Êdî dem hatiye li me êdî dem

Kaniyên bendewariyê herkîn
Pê kulîlkên azadiyê pişkivîn
Li rûbaran nêrgizên me xemilîn
Li pêş me nemane asteng û kelem

Li warên me şahî ye saz û govend
Bûne yek dil xelkên li bajêr û gund
Li şûnwaran baz dixwînin neman kund
Seyrangeh in li ber zinar û rex çem

Hem şoreş e, serhildan û Newroz e
Kevok firîn rojê dikin pîroz e
Li sitemkaran rabûye bahoz e
Ronahî ye êdî barkiriye sitem

Yek baz û çar mêkew li war dixwînin
Aso bê dûman, em herderê dibînin
Bê tirs û saw em sorgulan diçînin
Şadûmanî hat warê me rabûne tev kul û xem

Li Qamişlo vaye berbang dide der
Li Amedê aşîtî ye nema şer
Li Mehabad jîn dibe hêz û huner
Li Hewlêrê lihev hatiye serdem.

Payîza 2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…