Bersiva herî hêzdar

Heyder Omer
Heyder52@hotmail.de

Beriya du-sê rojan alavên medya ya kurdî daxuyaniya tevlêbûna 4 partiyan û 17 hevrêzên ciwanên kurd, ku tev encûmena niştimanî kurdî bûne, weşandin.

Ev gava niştimanperwerî, ku gelê me ji zû de bendewarê wê bû, warekî birîna me dikewîne, bi xwe re bersiva ji bo vê qunaxa nazik û hestedar, ku miletê me tê re derbas dibe, tîne, û derî li pêş yekhelwesta kurdî li ser piştê vedike, û giraniyê dide hevpeyvînerê kurd û wî li hember hêzên rikberiya erebî ya Sûrî hêzdar dike, da pişta xwe bide sed hezarên Kurd û bi mêranî û jêhatîbûna bê hempa, li hember hin helewstên pêjna şovenî nijadperestî jê tê raweste, û bide xuyakirin, ku Kurd li Sûriyê jimareke dijwar e, kesek nikare rola wê di avakirina Sûriye ya nû, ya demikrat û sivîl de ji holê rake, yan pê bilîze.
Helewstên hin kesayetiyên rikberiya sûrî, ku car caran derdikevin holê, didine xuyakirin, ku ew kesana heya îro jî ji şoveniya xwe danegerîne, û her hewldidin, ku ew serkêşiya Kurd bikin.
Roja 18. 02. 2012 rêzdar Dr. Redwan Badînî gotarekê bi zimanê erebî di malpera efrin.net de diweşîne, nerîna (şepêla guhertina niştimanî) di tenga pirsgirêka kurdî re, diyar dike.
Mirov li hember awayê gengeşeya pirsa kurdî di civîn û belgeyên vê şepêlê de maliq dimîne, ji ber ku hêzeke rikberiya sûrî ye, xwe dide ber awayên avakirina Sûriye ya duhatî, bê ku çareseriya pirsa neterwî gengeşe bike, û bê ku ne ji dûr û ne ji nêzîk de çêla gelê Kurd bike. Bi ser de jî gava Dr. R. Badînî pêşniyara guropa kurdî piştî kongirê dinivisîne û ji wan re dişîne, hema kesek jî bersivê nade, tenê (hevalê xweşewîst)  Dr. Emmar El-Qurebî nameyekê ji Dr. R. Badînî re dişîne, û nerazîbûna xwe tê de diyar dike, û wê pêşniyarê napejirîne, bi sedema, ku (Kurd bi giranî nebûne beşdarên şoreşa sûrî).
Kurdo! Bala xwe bidiyê, ku perçebûnê û ne yekhelwesta kurdî çi aniye serê me, ta radeya, ku kesekî mîna Emmar El-Qurebî di ser dîroka xebata te re diqevize, û wê tune dike.
Perçebûn û ne yekhelwesta Kurd, gotinan bi vî kesî xweş dike, da hemî cefa û xebata te ya li dirêjiya nêzîkî sed salan bi paş guhên  xwe de bavêje, û duhatuya te li gor kêf û ejendeyên xwe sînor bike.
Emmar El-Qourebî Kurdek li hember xwe nedît, ku dengê yekemîn guleyê li dij dagîrkerên Firansî, li Çiyayê Kurmênc (Efrîn) teqiya, bixe guhên wî, ku ew gule ji tivinga Mihê Îbo Şaşo teqiya, ewî Kurdek li hember xwe nedît, ku şoreşa Beyandorê ya dij wan dagîrkerên Firansa bîne bîra wî, û bêje wî eger haya te ji vê yekê tune ye, here ji bav û kalên xwe bipirs.
Her weha dîroka Sûriyê nikare kurbûna Yûsif El-Ezeme û Îbrahîm Henano jî wenda bike. Ez bawer nakim, ku El-Qurebî nizanibe ew her du xebatkar kî ne, û xwîna wan ji bo çi rijiya.  Her weha, eger ewî hevpeyvînerê Kurd yê hêzdar li hember xwe bidîta, dê nikarîba ji bîra bike, ku Ehmed Baravî yê Kurd yekemîn kes bû, ku ala Sûriyê li ser avahiya perlemana Sûriyê hilda.
Eger em werin dîroka hêrî nêzîk, emê bibînin, ku zîndanên Sûriyê ji salên şêstiyên sedsala bîstem û heya îro ji têkoşerên Kurd vala nebûne, û xwîna Kurd li penahên xebata dij vê rêjîma totalîter her herikiye, û heya îro jî diherike. Bi ser de jî ji sala 2000î û heya îro xwepêşandanên Kurd li dij rêjîmê her berdewam in, û gelê Kurd li hember vê rêjîmê serî hilda û yekemîn car bû ku Kurdan peykerên serê wê di avdara 2004ê de girkirin û pin pê kirin, û bi awayê çalak beşdarên yekemîn xwepêşandana şoreşê bûn, li pêşiya avahiya şalyariya kar û barê hundir li Şamê di meha avdara sala borî 2011ê de.
Dêmek, gelê Kurd ji berî jidayikbûna Emmar El-Qurebî de û heya îro qelenê azadiyê dide, û rê li pêş gelên Sûriyê dûz dike, da li azadî û rûmeta xwe xwedî derkevin.
Lê gelo çi bûye sedem, ku ev camêr îro van qelenên biha nebîne?! Ma ne rewşa me Kurd e, ku zimanê wî û kesên wek wî li ser me dirêj dike.
Hêzkirina encûmena niştimanî kurdî, dê bersivên van kesan bide, û qulafetên wan li wan bimîne, û dê bide xuyakirin, ku gelê kurd, di roj û nîrên teng de, dikare helwesta xwe bike yek, li derdora armanca xwe destan bide hev.
Ez hêvîdar im, ku her hêza heya îro li dervayê encûmena niştimanî kurdî meye, nemaze jî partiya P. Y. D, careke din li helwesta xwe vegere, û bighîne wê baweriyê, ku Kurd îro bi hewceyî yekhelwestê ye, ne bi hewceyî ezîtiya partiyane ya teng e. Rojên ku partiyên me her yek li hêz û cemawerê xwe bigere, hîna li pêş wan in, sandiqên hilbijartinan dikarin vê yekê zelal bikin, eger hemî rêxistinên Kurd destên xwe nedin hev, heye (belkî) neghînin wan sandiqan, û ev derfet wenda bibe, û ta demeke dûr û dirêj yekeke wek vê nekeve destan.
Langenhagen, 03. 03. 2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Çiyayên Kurdistanê di biharê de ji nû ve şiyar dibin. Piştî mehên dirêj ên zivistanê, giyayên kûvî li her derê şîn dibin, ku bi sedsalan beşeke girîng a çanda kurdî ne.

Ew ne tenê di çêkirina xwarinê de têne bikaranîn, lê ji ber taybetmendiyên xwe yên dermankirinê jî…

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…