Rezoyê Osê silav û silav

Narîn Omer
narinomer76@gmail.com
 
parêzgerê zimanê kurdî mamoste Rezoyê Osê:
koçkirina te ya bi lez û bez ewqas bê merwet hat, ewqas bê bextî li me kir çerxa felekê dema êş û jan bi bêbextî derbasî cendikê te yê pak û xwesewîst kir.
Li bîra te tê dema tu  û çend hevalên nivîskar û helbestvan bûyîn mêvanê Dêrika Hemko, Dêrik gelek bi hatina te dilşad bi bî, em ji dêrika rengîn derketin û me berê xwe da Indîwera biharxweş di bihara (2006)a de, gava em gehan te digot:
Çiqas Dêrik rengîne, Indîwer parçek ji buhişta dinyayê ye!
Te û wan mamosteyên bi rûmet û dost û hevalên me ew cihê taybet hilbijartin da em seyrana xwe li wir berdewam bikin.
Hin ji me rûniştin, çend ji me bi hevdû re mijûl bûn, lê tu kûr û dûr çûyî, bi ramanên xwe, bi  guman û nerînên xwe, ez bi bawerim te xwe parastibî himbêza hizir û nîgaşên xwe û bi wan re te geryanek berfireh girêda.
tu û hûn bero Cizîra Botan û çiyayê Cûdî û Bêxêr diçûn, helbet te silavên xwe û yê me li Melayê Cizîrî û mîr Ehmedê Xanê û Feqehê teyran dikir.
 Di çemê Dical de te xwe noq dikir û pîrozbahiya ava mezin li can û cendikê xwe diweşand.
Te herdû dest û ling di ava çemê Seqlan de diçikilandin û bi cemeda avê re tu mestyar dibûyî, te tiliyên xwe di nav ava kaniya Xeyda re bibir û dianî, bi destan te têhna hinavê xwe şikand bi vaxwarina ava kaniyê.
Te ji bîr nekir kû tu geryana xwe li pira bafid bi dawî bikî, bi bilindahiya pirê re te çend wêneyên dilsoziyê di hest û dil de neqişandin ji Cizîrê re, û ji deşta Silopiya re û ji hemî cih û warê tu têre derbas biyî.
Gava tu li civata me vegerayî te ew wêne û dêmenên rengîn û corbicor ji me re şîrovekirin.
Rezoyê Osê!
Xwezî bi bihara (2006)a, ne xwezî bi bihara (2010)a, ewqas ev bihara dawî bê merwet û bê bext bi ser me de hat.
 Rezoyê Osê!
Zimanê kurdî heta îro jî rondika li ser koçbîniya te dibarînê, lê bi wan rondikan re dibêje:
-Min navê Rezoyê Osê di kakila dilî de parastiye.  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…