Yeketîya kurdî biparêzin

EHMED QASIM

 Rewşa sûriîyê di astengîyeke talûkera derbas dibê. Piştî ew çalakîyên navdewletî ber negirtin, û çareyekî haştîyane ji bo pirsgirêka sûrîyê nehate dîtin, idî hêdî hêdî rewş bi ber şerekî navxweyîda diçe. Em tev zanin ku şerekî rasteqîne di navberî serbazên azad û yê rêcîmêda rû bide, wê hêmenî û asayîşa xelkê bikevê rewşeke berdan _ berdan . û welat tijî diz û çeta dibê, û xelkên sivîl wê bibin nêçîra girêdayî ji nêçîrvanên çetera. Tirsa min ji wê tirsêye, ku şerê nevxweyî derbasî herêmên me bibin, bawerim pîlanek jêra amade dibê.
     Şansê meye, ku welatê me wisa bûye parî parî, û em di nav devên gurên bê sênç Kevin. Pêşî mehekê li istanbolê turkmenên sûrîyê xwe bi rêxistin kirin, wekî rêxistinekî siyasî. Em zanin ku turkmenên sûrîyê ti caran bi rêxistin nebûne wekî rêxistinekî netewî. Îro ro, di demeke ku sûrîya bi hewcetî yeketîyake niştîmanîye, turkmenên sûrîya xwe di bin sîyê turkîyada wekî hêzekî sîyasî netewî xwe nîşan didin. Bawer dikim ev ne nîşaneke xweristîye, tiştên ne baş tînê bîrî meran. Bawer dikim neyekrêzîya hêzên azadjî destekî turkan têda heye, û cîyê tirsekî mafgire.
     Turkîya bê ecinde li sûrîya namînê. Bo vêjî, baştirîn ecinde turkmenin, ku wan bi kar bînê ji bo bercewendîyên xweyî sîyasî û netewî. Li ber vê rastîyêjî, tirsa me ji wê tirsêye, ku Turkmen li dijî kurdan bi kar werin. Û bawerim tiştekî wusa di serî hukmeta turkîyada heye. Û rastîjî, Turkmen bi herêmên kurdîra sînordarin, pêwîste em li ser vê taybetîyê rawestin. Di Îraqêdajî wusabû, ew turkmenin li gel rêjîma Sedam îrojî li dijî kurdanin, û nakokiyên li ser Kerkûkê destekî wan têda heye. Eynî tişt ez ditirsim li sûrîjî rû bide, bi taybetî, li herêma Efrînê, ku dikevê navbera turkmenên Ezaz û Idlubê, wê tiştên ne baş rû bidin, pêwîste em agahîya   vê yekêbin. Û pirojeyên meyên berdest hebin li beramberî vê rastîyê.
     Ez dibêjim kes nikanê bibêjê ku wê şerekî navxwe di sûrîyêda rû nedê, di rewşke, ku rêjîm dev ji desthilatê bernadê, û xelkji careke din bi paşva nakşê, û civaka navdewletîjî çaverîya komkujînên mezin dike ku biryarê dest_têwerdanê bigrê. Di rweşeke wusada ji mafên her pêkahatîyekî sûrîyayê ku amadekarîyên xwe bikin ji pêşerojêra, di pêçewanekî xweperestîda. Ê mejî wekî miletê kurd, pêwîste em hemî metirsiyan bidne ber çavan û xwe amade bikin ji her sînaryoyêrêra. Ewjî nabê eger yeketîya me neyê parastin. Bo pêkanîna vê yeketîyê û parastina wêjî hinek dilferehî ji mera pêwîste di diylogêda, bi taybetî di navbera partîyên sîyasî da. Bercewendîyê teven li ser yek mêzeyê pêk tê, û tê hilweşandinjî. Di navbera me û rikbera Sûrîda yek mêzeya diyalogê heye, çênabê bibne didu, dibê eva xeta sorbê ji mera. Bo vê giringîyêjî, banga min ji  PYD êraye ku biryara vekşandina xwe ji desteya hevrêza niştîman bigrê, û werê bi ENKS re hevrêzekê li darxînê, çimkî bercewendîya wan li cem ENKS êye di diwarojêda. Hêvîdarim bi cidî li ser vê yekê rawestin û yekrêzîya kurdan bi serî bikin, çimkî dirêjbûna demê ne li bercewendiya medaye, hêvîdarim bi zûtrîn wext ev daxwaz ber bigrê.
     Rewşa Sûrîya ber bi tengayîyên bi tirsva diçe. Desthilata me li ser kontirolkirina vê pêvejoyê tune. Destên navdewletî aşkere ketine nava kirîzê, û bercewendîyan li hev par dikin li ser termên şehîdên şoreşê. Ê mejî wekî kurd pêwîste emjî xwedî li bercewedîya gelê xwe derkevin. Bo vêjî, ji bona parastina aramî û ewlahiya herêmên kurdistana rojava dibê piroje ji vî babetîra rû bidin, û hevrêzî bi PYD ra, ji ber PYD xwedî pirojeyekî xweparastinîye, û kar dikê ji bo pêkanîna pirojeya xweparêzî.
     Li dawîyê, hêvîdarim hemu kes û karên pêkanîna mafên kurd milên xwe bidne hev, pêşeroj bi xişm û tofan rû didê. Yeketîya me ew tenê me diparêzê.

 3/3/2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…