Xelîl kalo
Ma gelo kes nîne ji mere bibêje en çine û ne çine ,ev çi hale , çi xirabi û tevlîheviye .yan em ne ji xulyaqet û afrandiyên xwedê ne, anku em ji tumxê beraz û kerane , yan bijartiyên kurda qelehane û aqilê xwe xwarine . em jî hew dizanin sedema ku tiştekî baş weke tê xwestin bi me kurdan re nayê avakirin û sazkirinû û bi şêweyekî mikum û rast.gelo sedem dare yan jî bizmare , yan jî herdû ne, lê tiştê xuya û berçav ku ne dare , ne bizmare û ne jî hostaye ,ti şîrove heta roja îro nînin ku vê diyarda aloz û seyr bi me bidne zanîn û naskirin . .biştî salekê ji bizava sikaka kurd di gel ya gelê sûrê bi giştî .
tê xuyakirin ku em kurd zîvirîn cihê xweyî pêşî ya salên 80 û 90 an ji sedsala bûrî , aferim ji paşketin û ehmeqiya mere û herbijî ku me riya bav û kalên xwedi şopan û me ne berdaye em bi rastî ûbi isbat ji serê kîrê wane ji sedîsed û weke xelkê ne.
Me kurdan got:di dest pêka bizava gelêrîya sûrê de , emê xwe bi rêxistin bikin bi yek biryar û yek hest ,ji ber dem wisa di xwazê û gereke em çanda rizwa û serşûriyêya ku em bihev dikin bere bes û dawî bibe , demên reş hew bêne bîra me û rûpelên qirêj werin şewitandin .ta ku qûnaxa nû bi hevre , gavên rewa , xurt û di cihê xwe de werin avêtin .eger pêwist be bere tiştekî hinekan ji me ne mînê lê heme em ji vê teqanê derkevin ,mego vaye xortên me li meydanê ne ,dengê wan xweş digihê dûr û çalakin ,ew hêvî jî roj bi roj xurt tir bû .lê şûnde roj dûv rojê , mih li dûv mihê me dît ku xort jî berepaş vegeriyan û xwe isbat kirin ku kurê bavê xwene û ji kîrê wane .mixabin em hew zanin çi bibêjin ya baş em zimanê xwe bibirin û tenê weke jinika ku ji kurê xwere gotî :kurê min bi hêviya xwedê ve bi hêhêle…!!!va me hişt, lê va ……giha bestikê……te famkir kurdo… ??????