Eziz Xemcivin
” Ji bo canê şehîdê azadiyê Idrîs Reşo”
Zavayê xwînşêrîn,
bi xemleke kurmaciya rengîn,
bi tihna ramûsana evînê,
risteke werdekên jînê
li ser qiraxa qerdena te diçurisin…
risteke werdekên jînê
li ser qiraxa qerdena te diçurisin…
Çi qas sor î ey keder,
rengê birînê
biherike … biherike…
rengê birînê
biherike … biherike…
Ey canê pak li ber kelecana te
şitlên azadiyê şîn dibin…
Kulîlkên ala me
Ji bin kevirên zordestiyê dibişkuvin…
Dîsa bi tîpên zêrîn,
qiraxa çemê sor dipelînim…
Hêsirên rengareng bi kesera xwe re diherikînim…
Bes e çemo bes e…
Avdara te ji xwîna me têr nabe?
Bes e dilvînê mîrgehê,
zavayê canbuhar
li ser pirda qehremaniya te
dîrokê,
ewî bi karwanê firiştan re
di rûpelên azadiyê de binivîsîne…
Bi cilên spî,
li ser hespê spî
digel “Derwêşê Şerqî”
û “Siyamendê Silîvî”
bi koç û karwanekî himhimî
me pakrewanê xwe guhast…
Jiyana pîroz navê vî şêrî jî
li ser sînga xwe bixemilîne…
17.03.2012