Cawê te şale yan çewal e

Melevan Resûl

Dibe ku mirov bi dîtina çavan ji gelek dîmenan re were xapandin , lê tucarî bila baweriya me bi dîtina çavan bi tenê newe , ka çawa gur nabin peza mêşinî , wisa jî masî nabin lawir û durindiyên hovane .

Çîroka me kurdan di seranserî kurdistanê wekî van herdu mînakan hev digrin , her wekî di her parçeyên kurdistanê de ev helwêst û derbirîn ji bal hêzên opzisyonên renga reng ve diyar dibin , lê hema bi giştî ew ji hêla derbirîn û hişmendiyê ve ji ramanê rijêmên desthilatdar ne cuda ne , her çiqasî xwe dibin navê gewre û demokrat û pêşverû de binuxumînin .
Mînaka herî balkêş vê dawiyê li rojavayê kurdistanê xwe diyar dike , çi encûmena Sûrî be û çi kordinasyona hevrêz be , ew jî di heman bîreweriya totalîter re bi hiş û gomanin .
Îro kî mando bibe , bixeyide , gîro bibe , zivir bibe , ew ji mere ne derd û mereqe , miletê kurd û xaka wî kurdistan rastiyeke , bi gotinên dîplomatîk û şêrîn yên di nav jehrê de hilanîn , em nadaqurtînin û bi ser de kerr nakin , ya rast ewe ku tu cudahî navbera rîjêm û opzisyona Sûrî de nîne , her kêlî baweriyên me bi wan qelstir û lewaztir dibin .
Heger Xelyûn ( mala wî avabe ) bi eşkere derbirînên xwe û encumena Sûrî li hember doza miletê kurd diyar kirî ye , lê ya rast jî ewe ku Ebdulezîm jî li xapandina miletê kurd digere , ji me kurdan naye xwestin ku em cilikan bi ser çavê hev de bikin û yekî ji yê din baştir bibînin , ya herî giring ewe ku careka dî hêzên kurd li hev vegerin û helwestên parteyetî derbas bikin û berê wan li hev be , heger yekîtî çê nebe ( û çê nabe ) , lê herî rast ewe ku xalin qalind hene dive tevgera kurd hevbeş be di rastiya hebûna miletê kurd di zemîna cografiya rojavayê kurdistanê de , di vê pingava giring de pêdawistiya me bi hevbendiyê heye , îro metirsîna li ser hebûna netewa kurd di çar aliyên welat de pîlangêrî heye , pirsa sere ewe : gelo wê çawa kurd karibin xwe ji vê pêla şoven û kevneperist biparêzin ?.
Ya herî rast ewe ku komîteyek , yan gotarek hevgirtî û bi tîpên seretayî ji pejirandina hevbeş di çarenûsa miletê kurd de di nava tevgera kurdî de were naskirin û her kes pêdagirtiyê wê be , yan jê wê çewalê xelkê bibin şal û şalê me wergere çewal .
Hevkariya qels û bê bawerî bi meclîsa Xelyûn û hevrêziya Ebdulezîm re , eyn wekî xwe pelûkirina nava dawa rijêmê ye , û di encamê de mafê netewa kurd wê li ber lingan here , wêrekiya herî mezin dike ser miletê partiya P Y D e , ya ku ji hemû partiyên kurdî bipêkhatî tire û rêxistin tire , da ku ling bide ser partiyên kurdî û peymanekî kurdewarî bi hev re mor bikin , bi hêvî me ev bangewazî û daxwaz deng vede û bê bersiv nemîne .

8/5/2012  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Di vê qonaxa siyasî de ya ku herêm tê de guherînên kûr û lezgîn dijî, rastî êdî ne li ser bingeha prensîbên dadperwerî û mafên mirovahiyê tê avakirin, lê belê bi bandora hevseriyên hêzan û nakokiyên berjewendiyan ji nû ve tê avakirin; ku tê de nirxên prensîbî li pêşberî hesaban û hesabên hêz…

Weşanxaneya Ramîna, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Jêrderyavanên Ehqafan» a romannûsa Siûdî Emel Elfaran, bi wergera Yasîn Hisên, weşand. Ev çapkirin bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî di çarçoveya projeyeke ku armanc dike nimûneyên hilbijartî yên wêjeya Siûdî bo zimanê…

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…