Jiyana cawîdan, Alûçî nimûne

N.beyro

Jiyan ezmûneke taybete ji mirovên hi‏şmend û zana re .tenanet ew kesên jiyanê terxandikin ji bervaniya diber gel û milletê xwe de û kêş‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏a wan li ser milê xwe dihilgirin û xwe dibînin berpirsyarê belav kirina a‏‏ştî û azadiyê û wekheviyê,

Ev kes bê guman ezmûnê serkeftî bibûrînin û navê xwe biserfirazî li şûna xwe dihêlin.
Di baweriya min de weke kesekî ku mamostayê hêja EBDIL REHMANÊ ALÛÇΠ ji nêzîk ve dinasî , yek ji wan kesên erkê xwe bi serbilindayî divê qûnaxê de pêk anî, xebatkarekî xudan bîr bu, bawerî  bi mafê gelê kurd yê rewa hebû, tevlî astengê salên dirêj ji xebata wî û reşw‏a kurd tê dibûrîn li hemî deverên kurdistanê.ez dibêjim di baweriya min de
çi kesê ALÛÇΠ di nasî û nûçeya koçkirina wî bihîst ,dilsar û xemgîn û behitî ma , ji ber ku di jiyana xwe de çi ya konevanî û çi ya rewşenbîrî mirov bu bi hemî wateyên gotinê .

dilê herkesî digirt  nemaze  xebatkar û kurdperwerên  bi dostanî û hevaltiya wî şanaz û serbilind , hestek li rex wan peyda dikir ku hrdem berevaniyê diber kêşa kurdewariyê de bikin, hişmendekî dilnazik  ji her bûyerkê derd dikêşa û xem dixwar , rewşenbîrekî  xudan hilwîst û bawernameyeke bilind, konevanekî xudn rêbaz bu , zimanzan û lêkolînerekî  dîroknas , helbestvanekî hest tenik ,dewlemendê hiş û zanînê bu ,kêşa tevaya milletên sûrî li mile xwe dihilgirt  ta ku bawernameya  rêzgirtinê ji rewşenbîrê kurd û ereban bi tevahî wergirt.

bi pênûsa xwe  mêjoya hebûna kurdan li deverê teqez dikir û bersiva nivîskarên regezperest dida bi şêweyekî durist û diyar dikir ku  kurd  kevintirîn millet roj hilata navînin û çawe bûne misilman bi baweriyên xwe ne bi şûrê zorê  mîna netewên din ,  û teqez dikir ku bavê peyaberan IBRAHÎMÊ  XELÎL silafê xwedê li serbin kurde û ji Kurdistan dest bi belav kirina nameya xwe kir û kurd bûn yên nameya islamê zindî hiştin , lê mixabin îro berhemê berevaniya islamê ji xwîna zarokên xwe didn .
Di kesayetiya ALÛÇÎ de taybetiyeke sereke hebû, ku di karî  pêwendiyê navbera islamê û konevaniyê de peyda bike  û rêbaza  BERZANIYÊ bav divî warî de diki re nimûne .
 
Ji solîna kurdewariyê  rêbaza  BARZANΠ ava zelal  dinoşî û nameya wê li herderî belav dikir .
Di peyv û gotarên xwe de  gotinên nazik û nerm di pijirandin û bi hesanî ramanên xwe digihandin guhdaran.  Dil fereh bu, ji hevalên xwe hizdikir , cudayî navbera xwe ûwan de nedihişt, rêza wan digirt û liser wan hêvî girêdidan , dûrî xap û fen û leystokên siyasetê raman dibu , mêr bu di gotinên xwe de , tucarî çavê wî ji hêza dijmin nedişkest , li rex wî jiyan hilwîst bu , berevanê baweriyên xwe bu li her derî.
  
ALÛÇÎ piş‏tevanê biratiya kurd û ereban bu , pîlanên rijîmê û nakokiyên derbarî vê yekê diraxistin û bêguman dikir ku pêwendiyên navbera herdû netewan mezintirin ji aloziyên rijêm peyda dike û dixwazê agirê rikberiyê gur bibe.
 Evê yekê kir ALÛÇÎ rêzeke taybet û bihayekî gira nav çivaka erebên hi‏‏ş‏mend û şareza de big re.

Erê  mamosta  EBDIL REHMAN demên dirêj  dîlê zindanên rijêmê nema ,lê belê gorî baweriyên min li seranserî  jiyana xwe dîlê gel û kurdewariyê bu ,çimkî xema her tiştî dixwar û bûyerên dijwar hedem li hestê wî yê nazik siwarbûn û di encam de hêza nexweşiyê bilez  di giyanê wî de belav bu, nemaze ku nêzîktirîn hevalên bawerî biwan tanî  dilpakiya wî  mixabin ji berjewendiyên xwe re terxankirin.

  berhemê xebata wî tucarî bê hûde naçe û navê ALÛÇΠ wê bimîne gelawêja geş li ezmanê kurdewariyê , nifş û xortên nûjen wê xwe lê dorpêçbikin.
 
Ji yezdanê pak hêvîdarin , çawe diê ALÛÇÎ fereh bu  ,cihekî mîna dilê wî  di buhişta xwede jêre terxan bike.

Dêrik      27.5.2012
Siwan20@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…