Firşkê tirsê dîwarê dilsariyê şikand

M.Emîm Sadûn

Di navbera dem û demekî de mamosta Lazgîn Dêrûnî gotarekî ji kelşên mejiyê xwe dertînê,bi dilek êş û şewat gilî û gazindên xwe  der dikê û pêre jî tirs û pirsên xwe di vê qûnaxa dîrokî de li ser pêşeroja gelê kurd û serwerên wî diyar dikê  û herweha di bere jî hêstirin ciwan li ser xebat û lebata kurdan ya sist û xav, û mafên wî yên wenda dibarînê.lê jibîr dikê yan dixwazê jibîr bikê ku bi gilî û gazindan, bi tirs û pirsan tenê mafê gelan nayê dayîn û herwisa jî nayê bidestxistin,di berê de bav û bapîrên kurdan gotine : (kesekî bi xweziyan negirtiye baqê keziyan) û jibîr jî dikê ku rola zana û rewşenbîran ne ewe, ku dilsarî û tirsê di dil û canê milet xwe de biçînin.
Rewşenbîr çavên miletane,ew kelşên girtî ji mejiyên sar ve dikin,neqebên tarî ronî dikin.her dîsanê ewin hiş,mejî,rêxweşker,dil û canê milet,û rêyên çareserkirina kêşe û pirsên wî destnîşan dikin.
Bi rastî dema ez gotarên mamosta Lazgîn Dêrûnî dixwînim,ez pê dihesim ku ew ji derveyî jîn û jiyan,kar û xebat,derd û êş,bîr û boçûn,jen û jana gelê kurd distirînê, û ez nizanim çi ji vî miletî û bi taybetî ji tevgera wî ya rizgarîxwaz dixwazê û bi çi rengî rêyên çareserkirina vî gelî dibînê.
Tişta ez têdigihim ku kesê zana û rewşenbîr dema dixwazin li ser babetekî yan jê mijarekî rawestin û axavtinê bikin, berî her tiştî divê naveroka babetê bikolin,vewejêrin,hilkewêşin û bidêrin,dûvre başî û nebaşiyan ji hev veqetînin,başiyan bidin aliyekî û ji  kêmasiyan re li çareseriyan bigerin û nêrînên xwe jî di wê derbarê de bidin xuya kirin.lê mirov herdemî bi çavên reşbûnê û canê dilsariyê li xebata miletekî binêrê û rêber û serwerên xwe bi ne zanî û ne wefadariyê nîşan bikê û dawiyê mirov vê yekê hesab bikê ku ev rexnene û wê kêmasiyan rakin.di baweriya me de ev nêrîn şaşin û reşbûn û korbûn bi xwe ye jî.
Vêca ,kak Lazgîn vê perda reş û tarî li ber çavên xwe hilîne,xwe dûrî sînorên xebatê negire,ji wan kelhên bilind peya bibe û ji nêzîk ve hizir û bîrên gelê kurd û tevgera wî ya siyasî bixwîne,ji girêbest û kûnêrên serdema borî rizgar bibe,û baş bizane dem hatiye guhertin û yê îro ne karibê serdemê bi rengekê rast û durist bixwînê wê bimînê ji derveyî dîrokê,ji ber merem ji nivîsandinê ewe,ku ew nivîs quncikên tarî ronî bikin û rêyên rast jî destnîşan bikin,mejiyê girtî vekin û jîngeheka baş û berketî ava bikin,ku bîr û ramanên paqij tê de werin weşandin,têgehên qenc,çanda hevqebûl kirinê, rêzgirtina ramanên newekhev, parastina mafên mirovan û mafê derbirînê tev de tê de cihbigin.ji ber îro di baweriya me de eve ya ku ji zana û rewşenbîrên kurdan tê xwestin.lê mixabin gelek ji wana rê şaş kirine û ji dêla ku rêyên milet ronî bikin,milet li borên bê qam wer dikin,çavên wî kor dikin û wî şevekorî dihêlin, û li daf û deviyan rast dikin. Lê bawer bikin ev ne rewşenbîriye,û ev ne rewşenbîrin,ev ji rewş û ronahiyê dûrin,pîrbûne,xavmane û rê wenda kirine, seriya têşînin,pir bêjin,lê di gumane me de wê tiştekî mifa û berketî ne pêjin,hebaneka valene,roj wê derkevê,wê sarbibin û sitêra wan jî wê birêjê.

Mamostayê hêja û delal,bawer bike miletê mejî wek tevaya miletê hawîrdora xwe ye û ji bo hûn ne xeyîdin em nabêjin ji wan çêtir û merdtire.divê em bizanin ku gelek hizir û bîrên Kevin ne rast hatin hûnandin,gelek têwerên berê şaş û vajî derketin.va li ber çavên me xuyaye ,wek tê gotin : ( erê şam dûre ma mişar jî dûre).va  gelê kurd li Başûrê Kurdistanê ew jî wek gelê kurd li Rojavayê kurdistanê ye,lê ew nefşê têkçûna şoreşa Gulana pîroz bû ,wek tê naskirin ku mezintirîn şoreşe di dîroka gelê kurd de li her çar parçên kurdistanê,ew jî bi firşkê têkçûna şoreşê û dilsariya serketinê xwedî bibûn,lê bi merd û mêranî kar û xebat berdewam kirin ta ku derfetek peyda bû karîn bi rengekê rast wê derfeta zêrîn bixwînin û di encaman de destkeftîn mezin bi dest ve bînin.her dîsanê gelê Sûriyê jî bi firşikê neksa hezîranê mezin bûne û va îro dastanên qehremanî di rûyê xurtirîn û zordartirîn rijêm di rojhilatê de ji tevaya xelkên cîhanê re diyar dikin.çima tenê emê kêmî wan bin û em bi xwe û miletê xwe,û  serwerên vî miletî ne bawerbin,ku bikarin vê derfeta zêrîn bi dest xwe ve ne girin.bawer bike mamosta Lazkîn milet û tevgera wî ya siyasî ji nêrîn û ramanên we yên kawî û bawî borîne û hûn mane li paş, li xwe vegerin,ji xwe bi pirsin,cihê we li kûye,we bi van hizir û baweriyên reştarî û dilsar çi hêz û gurbûn daye xebata vî miletî,li xwe vegerin û xwe carekî bi tenê rexnebikin û bizanibin hûn li paş mane,li dûv kerwanê xebatê dixişikin û gotinên we yên kelevajî û tirsonek cih nagirin,milet beryara xwe da û dîwarê tirsê bi mêranî hilweşand,bi fişikê tirsê dîwarê dilsariyê jî şikand.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…