Melevan Resûl
Em li perwaza dirûnin, hîn dibin zar û hevok
Va li destî xam û xêze, fisqê zeytûn û kevok
(ey reqîb) sultan û şahe, her bi pendê devliken
Gav bigav dewran li ba tê, şev diçê nû tête rok

Herçendî me cejn û şahî û sersal hebin jî , lê roja zimanê kurdî mezintirîn cejn û şahiye ji miletê me re .
Heger giringiya zimanê kurdî nebûya ? wê Ehmedê Xanî ji kamalê bê kemal nemaba , û Eliyê tirmoqî ne kira qîr û hawar , û Bedirxaniyan tîp û giramera kurdî saz nedikirin ?
Yan jê Mokeryanî rexne li kesê bi zimanê xwe nezanibin nedikir û negota ku ew kes ne ji pişta bavê xwe ne û yan ji dêle dêyekî welidî ne !.
Ji ber vê yekê zimanê kurdî ne ji bo pênasîna rewşenbîrî û ferhengî ye , helbete ji wê zêdetir e , ew dibe hîmê bingihîn di naskirina netwa kurdî de , her çiqasî rîjêm destûra hînkirina zimanê me nade jî û di encamê de netewa kurd ber bi asîmilekirinê ve tajo , lê cihê xemgîniyê ye dema ku çalakvanên rewşenbîrî û siyasî dibin destek di pêkanîna projeyên tunekirina netewa kurd bi xemsarî û bêguhdana wan ji çand û tore û wêjeya kurdî re , bobelatek mezine dema mijarên ziman newin parastin û pêşxistin .
Di vê dema nuha de em xweşbînin bi guhdana ji zimanê kurdî re di riya vekirina navendên rewşenbîrî, çandî û saziyên perwerdeya zimanê kurdî di seran serî rojavayê kurdistanê de .
Di baweriya min de , hînbûna zimanê û wêjeya kurdî erkek netewî ye , sincî ye , wijdanî û mirovî ye , heger xwedî lêderkitin çê bibe , bi serê xwe ew serkeftineke di pêkanîna mafê rewayê gelê kurd de .
Di vê qunaxê de pêwistiya me bi ragihandina kurdî heye, her weha banga min ji bo hemû xemxwerê wêje û zimanê kurdî re heye ku nivîskar û rewşenbîrên me berê xwe bidin xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî û li doza netewa xwe xwedî derkevin di riya destnivîsên bi zimanê kurdî di hemû alavên ragihandin û çapemeniyê de , çimkî dem hatiye û ezmûn amadeye em mafê xwe wergirin , bila tu carî hêviyên me bi desthilatê newe (çi kevin û çi ya were) ku derfetê bide ji bo pêşxistina çand û wêjeya kurdî , maf mafê meye û birîn jî birîna miletê meye , heger zanyar û rewşenbîrên me bi vî erkî ne rabin ew tewaneke li hember hebûna netewa kurd tê kirin û her sal zimanê kurdî xase û petî bimîn e .

14/5/2012