Ez Kurdim

Mehmûd Badilî

Dibe ku carekê li serê texe, tu ji xwe bipirsî, ez kî me? Yan tu li ber neynikê li xwe binêrî û dîsa vê pirsê ji xwe bikî.. lê bi bext ji min re hestê xwe şîrove bikî, hema di wê kêlîkê bi xwe de, gava tu li dengê xwe guhdar dikî, çi bi te re çê dibî..?.

Li vir tu xwe bi xwe û di rêya dengê xwe re nasnameya xwe didî xuyakirin, çiku nasnameya te di bingeha dengê te de ye, ev deng di rêya axaftin û nivîsandin û xwendinê re saz dibe.
Dibe ku tu here deverekê, li wir yek ji te bipirsî navê te çi ye? Tê bibêje navê min Hozan e, yan bipirsî tu kî yî? Tê bibêje ez kurdim.
Li vir dixwazim te agahdar bikim ku navê te bi xwe nasnameya te yî, çiku ligorî zimanê te navê te bi wate ye, lê di zimanên dîtir de dibe ku navê te bê wate be.
Lê gava tu bersiva xwe dide û tu dibêje ez kurdim, dîsa li vir tu dixwazî nasnameya xwe bidî xuyakirin û di heman gavê de tu xwe cuda dikî ji miletên dîtir, li vir gelek hokarên din rola xwe dilîzin, wek daxwaz û viyana te, xak û dîroka te, û zimanê te.
Ev cudakirin bi xwe (Ez Kurdim) dikeve warê netewî de, erê miletê kurd neteweke, li ser xaka xwe ya dîrokî dijî, dîrokek hevbeş wan bi hev ve girêdide, zimanê wan yeke, daxwaz û viyanek hevbeş û xurt di navbera wan de peyda dibe.
Ji xwe hebûna zimanê netewî, bingehê serekeye yê ku ramana netewî li ser ava dibe, û wateya nasnameyê bi xwe di naverok û cewherê ziman bi xwe de temam dibe, û di erkên ku ev ziman bê radibe, û di sedem û şêweyên ku bûn alîkar derbarî hebûn û pêşveçûna wî de, û rêkên fêrbûn û bikaranîna rojane û di her  demê de.
Kurdo.. tu dibêje ez kurdim, îca ezê ji te bipirsim, gelo tu zimanê xwe bikartînî, tu bi zimanê xwe diaxivî, tu pê dinivîsînî, tu pê dixwînî, tu pê hez dikî..?. 

Ez dizanim tu bi zimanê xwe diaxivî, û tu pê hez dikî û distirê jî, lê ev tenê dengê te li cîhanê bi ser naxe, û nasnameya te berz nakî, dibe ku tu bi xwe hest dikî, gelek peyv û bêje hêdî hêdî dimirin û peyvên biyan dikevin şûna wan ji ber ku bi kar nayin, îca ez qurban, ger tu bixwazî şoreşa te biserkeve, her ber neynikê û bi dengekî bilind ji xwe re bêje: divê ez xwe bi xwe ava bikim, bi zimanê xwe biaxivim, binivîsim, bixwînim, bistirêm, hez bikim.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…