Kurte demek di mêvandariya Sînem Celadet Bedirxan de

Evîn Şikakî

Bi dilekî germ û baqeke nêrgiz, hêja  Sînem Celadet Bedirxan pêşwaziya me kir, sur û seqema vê zivistanê û penaberiya me di hinavê me de sivikkir, piştî keriyek ji gotinên germ û mişt hezkirin û kêfxweşî, wê dest bi axiftina xwe kir û got: Hûn bi xêr û xweşî hatin.

Dayê sînem qet qebûl nedikir ku em bêijn em kurdên Sûryê ne, lê di got : Bêjin em kurdên Rojavayê kurdistanê ne .
Sînem Celadet Bedirxan 74 sal kiriye ,du sala kulîca mafnasiyê xwendiye lê temam nekiriye, piştî wê diploma edebiyatê zimanê Ferensî wergirtiye û bûye mamosteya zimanê Ferensî di dibistana Bexda ya navdewletî de, du zarokên wê hene: keçek bi navê Dilnaz li Ferenfsa dijî û kurek bi navê Azad li Hewlêr paytexta kurdistanê dijî, hêja Sînem Bedirxan di derbarê zimanê kurdî û zaravên wê yên cuda de axivî û got: Ez matmayî dimînim dema ku kurdek ji bajarê Silêmaniyê nizane wateya gotina av çiye! weke nimûne got: pêwîste ku ew bizane av û aw her yek gotine.
Mala dayê Sînem wek pêşengehek ji wêne û pêmayên malbata Bedirxaniyan bû, hêja Sînem bi dilê xwe yê germ û cansivikiya xwe, wêne wêne û her wiha dîroka her wêneyekê ji mere şirovedikir û cîroka her dîmen û bûyerekê tanî ziman, gelek nexş û peyman û vexwendin û pêmayên  balkêş yên Bedirxaniyan destnîşan kir, dayê Sînem gelekî behsa diya xwe Rewşen Bedirxan kir û her weha ew mehfûra ku Rewşen Bedirxan bi destê xwe ristiye li bajarê Banyasê sala 1973 destnişankir, her weha ew ala Kurdistanê ya ku dayika wê Rewşen Bedirxan, sala 1957, di kongirê Esîna de hildabû, dayê sînem got: Ku di wê kongirê de Mîşêl Efleq ew ala Kurdistanê dirand û parçekdir.

Bi wî dilê ku hêja Sînem Bedirxan em hembêzkirin û pêşwaziya me kir,  me xatirê xwe ji dayîka xwe xwest û me dilê xwe ji germî û hezkirina wê miştkir da têra sur û seqema vê zivistanê bike.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...