Sûriyê tev welatekî pirnetewe û pirol e

Dr. Kamiran Haj Abdo*

Rojên 23.-24.12.2012-ê li Ruhayê (Orfê) “Dîdara Niştîmanî ya Hisiçayê” li dar ket. Dîdar ji aliyê Encûmena Niştîmanî ya Sûriyê (ENS) û Hevkariya Hezên Şoreş û Rikberiyê (HHŞR) hati bû amadekirin. Armanca dîdarê ew bû ku pêkhateyên Hisiçayê bên ba hev û bi hev re rêveberiyeke hevbeş ji wê parzgehê re ava bikin, ji ber ku ew “parezgeheke tevlihev e”.
Li vir divê ev xal bêne gotin:

  1. Eger armanc ew e ku pêkahteyên Hisiçayê bêne ba hev, gelo çima ne li welêt, lê li Tirkiyê ev dîdar tê lidarxistin?!

2. Tiştekî pir baş e ku pêkhateyên Hisiçayê bên ba hev. Lê gelo çima ne alên wan pêkhateyan, lê ala Tirkiyê li salona dîdarê bilind dibe?! Ma ne divê ala niştîmanî, ya aşûrî û ya kurdî ji her aleke din (li ba xelkê Sûriyê) buhatir û binirxtir bin.
3.  Çima tenê li ser asta Hisiçayê ev reng dîdar?! Ma parêzgeha Heleb jî ne tevlihev e, ma ne bêhtir 1,5 milyon kurd li wê parêzgehê dijîn! Lê gelo armanc ew e ku kurdînî û kurdistaniyeta herêmên kurd wenda bikin?! Gelo eger Hisiça tevlihev e, ma ne Humis (sunî, elewî û xirîstiyanî) Şam (ereb û kurd) û gelek bajarên Sûriyê jî tevlihev in.
4. Gelo çima ENS û HHŞR ji bo tevaya welatê me (Sûriyê), ya ku welatê ereb, kurd û aşûriyan e, welatê misliman, xirîstiyan û êzdiyan e, welatê sunî û elewî û durziyan e, rêveberiyeke hevbeş û sîstemeke hevpişk, ya ku hemû pêkhateyan wekhev bigre, napejirîne?!

Dîdara pêkhateyan her û her baş û pêwîst e, lê divê li ser asta tevaya sûriyê be. Ji ber Sûriyê, ne tenê parêzgeha Hisiça, welatekî pirnetewe û pir-ol e. Rastî û çareserî jî ev e: Divê hemû pêkhateyên netewî û yên olî di Sûriyê de wekhev û azad bin. Ev jî bi sîstemeke demokrat, ya ku li ser bingeha yekîtiya dilxwazane ava bibe, pêk tê.

De bes e, werin em rastiya Sûriyê nas bikin û pêşeroja wê bi hev re û ji me tevan re destnîşan bikin.  

* Endamê Serkirdayetiya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…