Guropa Ehmedê Xanî ya rewşenbîrî şevek li ser mafê mirovan li darxist

Ciwan Dêrikî

Di rêzeçalakiyên xwe yên heftane de, guropa Ehmedê Xanî ya rewşenbîrî li Dêrika Hemko roja 13/1/2012 şevek li ser dîroka zagonan û mafê mirov li navenda çand û huner ya Dicle de li gundê Baneqesrê li darxist, şev ji hêla semînervan parêzer Ebdire-of Mihemed ve hat birêvebirin, gelek nivîskar, rewşenbîr, endamên guropên rewşenbîrî-çandî, welatparêz û nûnerên partiyan beşdarbûn, despêkê mamoste melevan pêşwaziya mêvanan kir û kêlîk bêdeng rêzgirtin ji giyanê pakrewanên Kurdistan û serhildana sûrî re hat kirin, di pey re naveroka mijarê ji beşdaran re diyar kir û semînervan pêşkêş kir.
Parêzer Ebdire-of Mihemed mijar li ser çar beşan belav kir:
1-mafê mirov di serdemên kevin de.
2-ol û mafê mirov.
3-mafê mirov di serdema nû de.
4-hin belgenameyên navdewletî li ser mafê mirov.
Herweha gelek xal ji danezana mafê mirovan xwendin.
Piştî semîner bi dawî bû tevlîbûna beşdaran tê de gelekî balkêş bû, piraniya wan bal kişandin li ser doza kurd û mafê gelê kurd, hêjayî gotinê ye ku çend jinên beşdar tevlîbûna wan çêbû û li ser mafê jinê di civaka me de rawestiyan.
Di bersivdana pirsan de di gel parêzer Re-of Mihemed, parêzer Mistefa M.Emîn jî bersivdan û ronîkirin dida, dîsa rexne li xebata rewşenbîrî bi giştî hat kirin ji hêla çend beşdaran ve, ku piraniya rewşenbîrên kurd tevlî xebata serdemê nabin û erkên xwe bi cih nayînin, dîsa hat xwestin ku guhdan bi perwerdeya bi zimanê kurdî were kirin û hemî rewşenbîr cihên xwe di saziyên ziman de bigrin û lêkolînan li ser tore û çanda kurdî bikin.
Şev bi dilxweşiya beşdaran bi dawî bû.
1412012
Li jêr çend dîmen ji şeva guropa Ehmedê Xanî ya Rewşenbîrî-Dêrka hemko

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…