Qamişlo Gula Her Hêl û Deveran

Helbest bi zimanê Erebî: D. Edîb Hesen
Wergirandin : Şiyar Silêman

Ma ez te bi çi binav bikim
Gula her hêl û deveran
Xweziya min bi wê bilind-bejna te
Xweziya min bi wê pelûkirina hezkeran ji bo hêwirîna di kuncikekê ji dilê te de
Xweziya min bi wê bînfirehiya te beramber biyaniyan
Vehêse , xewke delala min, piştî barên êş û azaran

Xwezya min bi te,tu hêjî dikarî bi dijminên xwe şa bibî
Tu hêjî dikarî bîna gulên xwe yên bêhempa û kesnedî bi bayê sibê re biweşînî
Piştî ku asîmanên te ji bîna barûdê westiyan
Tu ji her hêlê ve derbdayî yî
Xanima ku mirinê li paş xwe dihêle
Wek kesên bi sirûda xwe bawer, xeml û xêza xwe liba dike
ew sirûda bi xemgîniya te ya şaxbelav tê surmekirin
gelo tu ji pelçima serpêhatiyeke Torosê jidayik bûyî
an ji berziya Araratê bi ser me de bariyayî
hêsirên te mîna giya û deşt û çîmenên te ne
dema tu wan laşên nazik û teze hembêz dikî
ew laşên mişt ji xewn û hêviyan
yên ku berû berbanga ronahiyek dûr de birê dikevin
vehêse, raze delala min
ew valahiya qadê tev ya te ye
ew xwîna di ber xemgîniya te ya bilin de hatiye rêtin ..tev ji te re ye
ew karwanên qurbaniyan yên ku li bejna te diherikin tev yên te ne
ewqas guleyên ku laşan,  bi zaravên wan dixwînin tev yên te ne
û nêrgizên şaristaniyê dema fîzîna hovîtiyê dibare jî yên te ne
her gotinên ku îro di çavên axê de
dema di nav destên dildarê xwe de bînvedanê dike 
tev ji te re ne
mîna dayikekê ku pêçekeke dêrîn di bîra xwe tîne
ker û lal in em  li hember birîna te ya nehînî
tu ye ew keleha evînê ya ti carî zikreşî nikare pêve hilpirike
ger ne li bilindahiyê bî, ticarî tu nayê xwendin
û em lal dimînin heta ku em bi cendekan di tariyê de
serê xwe dişon
tenê xwîn diçirisîne û ronahiyê dide
û tenê kesên ji nêrgizan hezdikin dikarin reng û bîna xemgîniya windabûyî bixwînin
Qamişlokê …… va em gihan te …bela dilê te ji me nemîne
Me careka dî  radestî pencên bêhêvîbûnê neke.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…