Bîreweriya perîkekê


 Evîn Ibrahîm
Wergerandin ji erebî Brahîm Mehmûd

Dema ku ez dinivîsim hejtekim
Mebesta min ne ku ez hejtedikim bi giştî…
Mebest ku kîsê sîromê bi dawî bû û dengê pîre jinê ne hember banga nexweşvanê ya ku hîna romana evînê dixwîne ji bîst salan ve daku ji şeran bireve û bi dilê te bigre..
Mebesta min  ku peyva hejtedikim giha beriya Embîlansê û tevî wisa jî ew zarok di bin rûxandinan de mir…

 Mebesta min
Ku ji welatan re jî wateyek heye
Dema ku ereba pûş rûyê xwe dizîvirîne li pişta keçek nûhatî hîna sênga wê nedaye xwe…
Aloze…
Gelo wê agir vemrîne an wê xwarnê bide   wî zarokê ku diqîr û diqîre..
  Mebesta min ku ji seyrê re jî wateyek heye…
Weku miletek bi temamî ji devê agir bi dayek bibe û zemîn di gerînê berdewam be, dirame di guleya hatî de ku wê ji kîjan rexî li serî bê berdan…
Ji stranan an ji dansê re..
Mebesta min ku ji xemgîniyê re jî wateyek heye…
Weku ez kevokek sipî me, wateyên bi hêz li xwedike dako neyê gotin ku bangeh nepak in, û birçîbûn tundire ji bêbaweriyê û dara han bende goreke nuh e ku rûtbnûna rehên wên ji axê derketin daku bihnê bikşînin , binixumîne.
Mabesta min ku ji hezkirinê re jî wateyk heye..
Wateyek azarî….
Azariyek gelek  dijwar…
Weke barana ku dibare..
Gelek gur û berxikan yên ku wê ev roj bimrin,  bi xwere hiltîne..
Ev roj, ku di livîna xweyî germ de raketîme..
Li ser sênga min helbestek min nivîsiya wê hîna bi dawî nebûye ji te re…
Mebesta min..
 Dengê teyî qedîfe…
Zîveya tiliyên te û binefş…
Bihnên te yên dirêj û kanî…
Şerê te yê pesend
Hestiyên giyanê min li ser sênga te..
Quloçên şevê kêliya ku ez ewan du hunavê te de dadikim..
Mebesta min guftûgoya perî û ehrîmanan
Avgeha masiyên ku min li bin text çandine…
Mebesta min
Ku qatek tenê ji hezkirinê têra rwê te nake…
Ez daran dibirim li ser sênga xwe..
Ez pûş ji tiliyên heyvê didime hev..
Paşî ez li helkhelka dengê teyî sipî bi girî digerim..
Li pîneyekî dinî kor têde te dibînim …
Li rêyekê ku bi min û te vedgere mal..
Mebesta min ku ez dibeşişim…
Ez anha dibeşişim û ez dubaredikim…
Sêniyek tenê ji hezkirinê têra rengê te nake…
Rwê xwe di periyê balîfê de vedişêrim ez…
Li wirin ku katişmêra dîwar li paş vedigere..
Ta demekê ku dilê te têde weke dareken qamîşê dansê dike…
Û gurçika teyî biçûk bi masiyên rengîn tije dibe..
Ta kêliyekê tu gul bûn têde ku ji laşê min weke baranê dihatin xwar…
Ku hema te navê bi dev kir û kesî tu nedît…
Mebesta min..
Ku hozan tenge…
Tenge weke kefen…
mîna rwê te…
Pir   fireh e…
pir firehe weke zeviyekî ji barana westiyayî û tiliyên pencerên min dûr in…
dûr in weke helbestan evîndarê min…
Mebesta min
Kanî Xweda ji hemî ve…
Û çima nan di destê vî zarokî de wisa  xemgîne…
Mebesta min…
Xêzên zirav dora bazinê destê min…
Goma xwîna mezin…
Balindên koçber ji bakurî dilê te re…
Mêşa hingiv ya ku bende êvarê ye daku ji dil bigrî….
Û desmalên ku ji xatirxwazan nifret kirin bi bê dengî…
Şepirsiya min ya ne saxlem…
Ku ew jineya han diltêkeve te..
Tirsa minî bedew…
Ku ew jina han ji te tengav bibe…
Mebesta min…
Ev heyva bejî…
Ev heyv ya ku baskên xwe ji percareya zemînê re avêtiye..
Li benda helbestekê ji te…
Birîneke din ji min…
Daku hezkirin derbas be…
Daku mirin bi aşitî û diljihgirtî bi rê keve…
Daku termên zarokan di bin axê de bivebin…
Ku gulek derkeve…
Mebesta min ez hejtedikim…
Hejtedikim bê hewcedariya min ji nivîsandina wê re…
Hejtedikim û hîna firmiskên şer dûdirêjin…
Dûdirêjin.
====
Jêder : Malpera welatê me,14 , 6-2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…