Deham Ebdulfettah
Rawegoriya Karan bi Kara û Berkarên wan re
Nuha jî em dixwazin vê mijarê careke dî , di vê pirtûkê de biweşînin , ji ber ku gelek caran mijar di nav gel de bi şaşî tê xebitandin , hin nivîskar jî wê şaşiya gelêrî wekî ku bihîstiye dinîvisin bêyî ku li ser rawegoriya hêmanên hevokên xwe rawestin , wek nimûneya wan şaşiyan :
-Zînê hevalin dît
-Zîn û Fatê hevalek dîtin
-Restem dar (gelek dar) şikand
-Restem û hevalên xwe dar (darek) şikandin
Şêwazê nivîsîna van mînakan ne li gora destûra rêzimana Kurdî pêk hatiye . Çiku , girêdana rawegoriyê di navbera kara û karên wan de bûye û berkar paşguh û bêrol mane . Anku , karayên yekjimar karên wan jî , li wê gorê bi yekjimarî hatine :
-Zînê ( . . . .) dît
-Restem ( . . .) şikand
Karayên komjimar jî , karên wan li gora wan bi komjimarî hatine :
–Zîn û Fatê ( . . . .) dîtin
-Restem û hevalên xwe ( . . . .) şikandin
Lê diyar e ku karên di mînakên me de hatine xebitandin , (dîtin , şikandin) , derhingêv (têper) in û di dema borî de bikar hatine . Li gora bend û destûrên rêzimanî gerek girêdana rawegoriyê bi van karan re di navbera berkar û karan de bibe , ne di navbera kara û karên wan de .
Anku , gerek jimara kar û berkarê wî li gora hev bin , heger berkar yekjimar be gerek kar jî li wê gorê yekjimar bê , lê ku berkar komjimar be gerek kar jî bi komjimarî bê .
Li vê gorê , gerek ew hevokên mînakan bi vî şêweyî bêne nivîsîn :
-Zînê hevalindîtin
(Wê ew dîtin)
-Zîn û Fatê hevalek dît
(Wan ew dît)
-Restem dar (gelek dar) şikandin
(Wî ew şikandin)
-Restem û hevalên xwe dar (darek) şikand
(Wan ew şikand)
Bo ku em bi hûrbînî têbighêjin , ka çima ev girêdana rawegoriyê rast e û çima ya dîtir şaşiyeke gelêrî ye , gerek em mijarê ji hemû aliyan ve û di hemû raweyan de ronî bikin .
Me berê jî gotiye , nîşandekên jimara wan navên ku di hevokan de dibin kara û berkar bi cor û demên karên wan ve girêdayî ne . Kar jî di zimên de (2) beş in :
-Karên nederhingêv (têneper) .
Karên derhingêv (têper)
1-Karên nederhingêv ew kar in , yên ku nahingivin berkarên rasteder (rastexwo) û hevokên sergihayî bi xwe û karayên xwe ava dikin . Anku , hevoka karê nederhingêv ji (2) hêmanên serekî pêk tê , (kara û karê wî)
Wek :
-Mêvan hatine .
-Baran dibare .
Carinan jî hinek têrkerên hevokan bi kara û karê wî re tên :
Wek :
-Mêvan ji Amedê hatine .
-Vê êvarê baran dibare .
2-Karên derhingêv jî ew kar in , yên ku dihingivin berkarên rasteder û hevokên xwe bi wan saz dikin .
Hevokên karên derhingêv ji (3) hêmanên sereke (kara , berkarên rasteder û kar) saz dibin .
Wek :
-Şagirtekî rojname xwend .
-Zîn nameyê dinivîse .
Piştî ku me her dû corên karan dane nasîn em ê nuha rola her corekî ji wan , di warê rawegorî û cîgirtina nîşandekên jimara kara û berkaran de ronî bikin .
a-Rola Karên Nederhingêv (Têneper)
Ji ber ku karê nederhingêv berkarên rasteder naxwazin , hevokên wan , bi wan û karayên wan sergihayî dibin . Di van hevokan de girêdana rawegoriyê di nav kara û karên wan tenê de dibe . Anku , nîşandekên yekjimar û komjimara karayan dighêjin karên wan (û kara wek xwe , bêyî nîşandek dimînin) , eger kara yekjimar bin karên wan jî (di hemû dem û raweyan de) bi yekjimarî tên , lê ku komjimar bin karên wan jî(di hemû dem û raweyan de) bi komjimarî tên û nîşandeka komjimariyê (in) dighêje wan karan
Wek :
1- Dema Borî
–Azadhate malê
–Azad û Restemhatin malê
–Tudiçûyî dibistanê
–Hûndiçûn dibistanê .
2- DemaNuha
–Zîndihere (dere) gulistanê
–Hevalên wê jî diherin gulistanê
3- Dema paşeroj ( Ayende):
– Baran ê bibare
– Berf û Baran ê bibarin
Di van mînakan de girêdana rawegoriya di navbera kara û karên wan de eşkera ye .
Lê gelo ev girêdana pabendî , çi sûdê dide têgeha hevokê ?!
Gelek caran raweya kara di yekjimarî û komjimarî de yek teşe ye . Hingê em bi nîşandeka(in) , ya ku dighêje karê wî karayê kom , dizanin ku ew kara komjimar e , lê ku kar bêyî (in) be tê zanîn ku kara yekjimar e .
Wek :
– Ew hat (yekjimar)
– Xwendekar raket ( yekjimar)
–Ew hatin (komjimar)
– Xwendekar raketin (komjimar)
b- Rola Karên Derhingêv (Têper) :
Girêdana rawegoriya karên derhingêv bi kara û berkaran re , li gora demên wan karan , bi (2) şêwazên berevajî hev bikar tê .
Di Dema Nuha û Paşerojê de
Girêdana rawegoriya karên derhingêv di dema nuha û paşerojê (ayinde) de bi karayên wan re dibe û berkarên wan derveyî hevkêşa rawegoriyê dimînin .
Anku , eger berkar yekjimar bin , yan komjimar bin , têkiliya jimara wan bi karan re nîn e .
Lê ku kara yekjimar bin , yan komjimar bin , nîşandekên jimara wan li karên wan xuya dibin (û ew bêyî nîşandek dimînin) .
Nimûne :
a-Dema Nuha :
–Şagirt pirtûkê dixwîne (yekjimar)
–Şagirt pirtûkê dixwînin (komjimar)
–Ez nameyan dinivîsim (yekjimar)
–Hûn jî nameyan dinivîsin (komjimar)
–Ew pênûsan difroşe (yekjimar)
–Ew pênûsan difroşin (komjimar)
–Ev jin gulan diçine (yekjimar)
–Ev jin gulan diçinin (komjimar)
b- Dema Paşeroj (Ayinde) :
– Şagirt ê (dê) pirtûkê bixwîne
– Şagirt ê (dê) pirtûkê bixwînin
– Tu yê nameyan binivîsî
–Em ê nameyan binivîsin
– Ew ê pênûsan bifroşe
– Ew ê pênûsan bifroşin
– Ev jin ê gulan biçine
– Ev jin ê gulan biçinin
Diyar e , ku girêdana rawegoriyê di dema nuha û paşerojê de di navbera kara û karên wan de ye û nîşandekên jimara karayan li karên wan diyar dibin :
–Ew ( . . .) dinivîse
–Ew ( . . .) dinivîsin
–Ev ê ( . . .) binivîse
–Ev ê ( . . .) binivîsin
Ji hêleke dî jî , em dibînin ku berkar di wan hevokên jorîn de di bin bandor û destûra verêsê (tewangê) de dimînin .Anku , nîşandekên jimara wan , di heman dem de nîşandekên tewandina wan in .
Wek :
-Ez mirovekî dibînim .
-Tu jî mirovinan dibînî .
-Azad hevalan perwerde dike .
Lê ku berkarê nerasteder li pey wan berkarên rasteder bên , hingê berkarên rasteder ji bin bandora verêsê tên der .
Wek :
-Ez mirovekî[2] biyanî dibînim
-Azad hevalên me perwerde dike
2-Di Dema Borî de :
Ji destpêka mijarê ve me destnîşan kirî , ku rawegoriya karên derhingêv di dema borî de , wekû kêşeyeke aloz di navbera girêdana kara û berkaran de xuya bûye . Ev kêşeya nezelal jî , bûye sedema peydabûna hindek şaşiyên gelêrî .
Berî nuha me dît ku di dema nuha û paşerojê de , çawa girêdana rawegoriyê di navbera kara û karên wan de pêk tê û berkar derî rawegoriyê berverês dimînin . Lê di dema borî de girîdana rawegoriyê (berevajî dema nuha û paşerojê) di navbera berkar û karan de pêk tê . Anku , nîşandekên yekjimar û komjimara berkaran li karan xuya dibin û kara derveyî hevkêşê , di bin bandora verêsê (tewangê) de dimînin .
Wek :
-Fatê ev dar (darek) çandiye
-Fatê ev dar (gelek dar) çandine
-Zarokan hinarek çinî
-Zarokan hinarinçinîn
-Vî şagirtî xelat (yek xelat) wergirt
-Vî şagirtî xelat (gelek xelat) wergirtin
Di van hevokan de eşkera ye , ku kar û berkar bi hev girêdayî ne , dema ku berkar yekjimar be kar jî yekjimar tê , lê ku berkar komjimar be kar jî (li wê gorê) komjimar tê . Lê kara bixwe dûrî vê têkiliyê dimîne .
Di vê rawegoriyê de kara dikeve ber destûra verêsê û yekjimarî û komjimariya wan bi nîşandekên verêsê (tewangê) bixwe têne nasîn :
-Vê hevalê gelek pirtûk xwendine
-Van hevalan pirtûpkek tenê xwendiye
Têbînî :
1- Hindek xemxurên zimanê Kurdî rawegoriya karên derhingêv (di dema borî de) bi vê nêrîna jêrîn rave dikin : Heger kara nav bin , kar bi wan ve têna girêdan û li gora jimara wan bikar tên .
Wek :
–Şivanekî berxên xwe firot
–Şivanan gurek kuştin
Lê ku kara cînav bin , jixwe kar bi berkaran ve girêdayî ne :
Wek :
-(Wî) berxên xwe firotin
-(Wan) gurekkuşt
Li gora destûrên rawegoriyê û yên verêsê jî , ev nêrîn ne rast e . Ji ber ku cînav li şûna navan bikar tên , destûra ku navan dide ber xwe , cîgirên wan navan jî dide ber xwe :
-Şivanekî berxên xwe firotin
(Wî ewfirotin)
-Şivanan gurekkuşt
(Wan ewkuşt)
2- Rastiya rawegoriya karên derhingêv , ya ku li gora pîvanokên rêzimanî , bi van her dû şêweyan berçav dibin :
a-Di dema nuha û paşerojê de , kar û kara bi hev ve girêdayî ne , nîşandekên jimara kara li karê wî xuya dibin û berkar berverês dimîne :
-Ev şagirt sirûdan dixwîne
-Ev şagirt ê (dê) sirûdan bixwîne
b- Di dema borî de kar û berkar bi hev ve girêdayî ne , nîşandekên jimara berkar jî li karê wî bixwe diyar dibin û kara berverês dimîne :
-Şagirt sirûdekxwend
-Şagirt sirûdinxwendin
3- Bo çespandina rastiya rawegoriya karên derhingêvî di dema borî de , em ê hevokên mînakan ji şêwazê pendî (nas) biguhêzin şêwazê nependî (nenas) , hingê nîşandekên jimara berkaran , yên ku li karan xuya dibin , ew ê bighêjin karê alîkar “hatin”
Wek :
-Azad û hevalên xwe sirûd (yek sirûd) xwend (sirûd hat xwendin)
-Azad û hevalên xwe sirûd (gelek sirûd) xwendin (sirûd hatin xwendin)
Ev şêwaz di çespîne , ku girêdana rawegoriyê di dema borî de , di navbera berkar û karan de ye û ew nîşandekên ku dihêjin karan (di hema dem de) , yên jimara berkaran in jî .