Gelo, Emê Çilo Pêwendiyan di Navbera kurdên Welat û Sirgûnê de Biparêzin?

Konê Reş

Ezbenî! Gelo emê çilo karibin pêwendiyên danûstandinê di navbera kurdên Kurdistanê û sirgûnê (Ewropa, Amerîka û Australya) de biparêzin? Nexasim ku ew kurdên me dûrî civaka xwe a kurdewarî ketine û bi taybet zarokên wan, ewên ku li wan welatan ji wan re çêbûne û bi zimanê biyaniyan xeber didin? 
Di vê biwarê de, dikarim bibêjim ku du rêk an du çek karin wan kesan nêzîkî welatê wan Kurdistanê bikin; Ziman yek û berdewamiya pêwendiyan bi Kurdistanê re dudo, anku çûn û hatin. 
Sebaretî ziman dikarim bibêjim ku ziman, şertê heyîna wan pêwendiya ne. 

Wek nimûne, dikarim du tecrubeyan raxînim ber çavan, yek a Cihûyan û dûrketina wan ji welatê wan û belvbûna wan di her çar kenarên cîhanê de, ta ku vê paşiyê Elyêzer Bin Yehûda zimanê wan yê mirî ji nû ve vejand. Elyêzer Bin Yehûda di sala 1922 an de miriye, wî zimanê ibranî yê ku wê hingê wek zimanekî mirî bû, ew ziman kir zimanê miletekî û Cihûyên Îsraîl û sirgûnê di bin siya wî zimanî de kirin yek.. Îro ev ziman di Felestîn û Israil de zimanekî fermîye, zimanê dewlet û hikûmetê ye.
A din nimûneya Ermeniyan; wek ku ez wan li Qamişlo ji nêz ve nas dikim, tevî ferman û tevkujiya wan di 24ê nîsana 1915an de û belavbûna wan jî wek Cihûyan di çar kenarên dinyayê de, wan Ermeniyan zimanê xwe jibîr nekirin, di malên xwe de bi zimanê xwe bi hev re xeber didan û didin.. Di sala 1966an de, dema ku hikumetê rêk da wan ku vegerin Ermenistanê, hingê bi pirbûn vegeriyan.. Wê gavê hunermend Aram Dîkran jî di nav wan de bû, ji Qamişlo bi wan re çû Hayistanê.. Mebesta min ji van herdû nimûneyan ku rola ziman zor mezin e di mayîna pêwendiyên kurdên derve û Kurdistanê de.. Vêca erkê parastina vê yekê a herî mezin li ser malbatê ye, li ser milê dê û bave, ji wan tê xwestin ku zarokên xwe di sirgûnê de fêrî zimanê kurdî bikin û zimanê kurdî zimanê axaftina mala wan be û her wiha her salê çend carekî zarokên xwe bişînin Kurdistanê..  

 Mêzekin; piraniya Swîsriyan zarokên xwe di temenê neh deh salî de fêrî du, sê û çar zimanan dikin. Ev yek jî dihêle ku serê wan zêdetir kar bike û her wiha bi gelên din re têkilî û peywendiyên baştir ava bikin.
Rewşa neaxaftina di malê de bi zarokên kurdan re kêmasî û dûrbûneke ji Kurdistanê. Li dervî Kurdistan da ku zarokên Kurdan nehilin, asîmîle nebin, ji çand, dîrok, ziman û nirxên netewî dûr nekevin, pêwîste pêwendiyên wan bi welatê wan Kurdistanê re bimîne, digel ku di bin çavnerîna malbat (Dê û Bav), rêxistin, partî, saziyên kurdan û konsolat anku nûnertiya herêma Kurdistanê de bin û zarokên Kurdan di fêrgehên zimanê zikmakî de bêne perwerde kirin..
Wiha em dikarin pêwendiyên kurdan yên derve û Kurdistanê bi parêzin û her wiha ez dikarim bêjim ku bandora fêrkirina bi zimanê kurdî di nav kurdên dervî Kurdistanê de rolek erênî di mayîna wan pêwendiyan de dilîze..

Konê Reş

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...