Rewşa Dijwar û Gelê Zindî û Pêdar!

Rozad Elî/Desteya sernivîser*

Babelata pir giran a qeyrana Sûryê, hemî aliyên jiyana welatiyan daye ber xwe. Ji pariyê nên û dilopa avê de bigire û ra bigihê warê ewlehî û jiyana mirov.
Di warê aborî û jiyana mirov de, roja îro li piraniya deverên Sûryê, hertiştek li bazarê li gora buhaya Dolar tê kirîn û firotin. Ango tiştê ku berî qeyranê bi 50 L.s bû, ew niha bûye dora 350L.s. ango tişt heftaq buha bûye.
Li aliyê din, û li ba piraniya pir ji xelkê me, qezenc û dahatî(warêd) jî pir zêde ne bûne. Eger mirov karmendê dewletê be, bûye bêtirî sê salan mihaneya wî zêde ne bûye. Û eger pîşekar be, rewşa xirab a kar, û bazara guhêzok û nerawestî jî li ber çava ye û wî dixe bin dijwariyên giran.

Lê eger cotarî be, dîsa jî rewş pir xirab e, û ji tukesî netê veşartin; Ji aliyekî de pêdviyên çandiniyê pir buha bûne û ew jî li dolaran dikev, û ji aliyekî din de, piraniya navçên kurdî di dorpêçkirinê de ne, rê têne girtin, û gelek bazar jî kavil bûne. Ew jî dihêlin, ku piraniya caran pîşekar û cotarî gelek dijwariyan bibînin, toşî ziyanên mezin bibin, sermiyanên wan ji dest herin, di bin dênan kevin, di bin zexta jiyana rojane de binalin û neçar bibin li çareyine din ên tal bigerin.
Di nava van dijwariyên îjdil û kavildar de, mirovê Sûrî û Kurdên me jî di nav de, pir li xwe diheyirin û gelek ji wan neçar dibin pîşeyên xwe biguhêrin yan jî berdin, û bi her şêweyekê hewil bidin pêdviyên jiyana mal û zarokên xwe bicî bikin.
Ji ber wê yekê jî, hinek ji xelkê me neçar dibin berê xwe didin derve û bi paş sînoran dikevin, hinek jî pişta nava xwe peht girê didin, diranên xwe diçirikînin, û eger bi çi hawî be jî, debara jiyana xwe û mala xwe dikin. Em hemî jî li bendê ne ku belkî (Xwedê) avekê li vî agirî bike û rewşa Sûryê berve aramî û çareseriyê here.
Wek mînak, li navçeke mîna navça me (Efrîn), ji bo meşandina jiyana rojane, derfetên debarê ji gelek deverên kurdî yên din pirtir in. Navça me ji hêla baranê de di pileya yekê de ye li Sûryê, li gelek gundan kanî û golên avê hene û ava wan ra dawiya Havînê dimînin. Çemê Efrînê, gola Meydankê û golên biçûk ên din jî mîna Gola Endarê û Bircê.. û hwd, jêderine herdemî ne ji avê re, di wan golan de gelek cureyên masiyan jî dijîn. Ji bilî ku li piraniya malan bîrên avê jî hene, û gelek mal ava baranê jî di serîncan de diparêzin. Xaka navçê jî ji hemî cureyên çandiniyê re dibe. Tu malên me li gundan tunene ku enkûreke xwe tunebe û bikêrî çandina hemî cureyên keskahiyên xwarinê ne tên. Ji bilî ku, navçe di warê çêrê de jî pir lêhatî ye. Gelek cureyên tilûr û lawirên çolê jî lê dijîn, ew jî ji bo nêçîrê û peydakirina goşt lêhatî ne.
Eger her malek çend bost xak di hewşa mala xwe de ji bo çandina hinek cureyên keskahiyê amade bike, ew malak di her werzeke salê de, wê kani be gelek nofên keskahiyên xwarinê biçîne û pê debara mala xwe bike, wek: Bextenîz, ze`ter, reşad, pîvazên şîn, sîr, bamî, fasûle, xes, tirp, hindib û gelek cureyên din jî.
Ew mala kane du mirîşkan û bizinekê jî tîmar bike, hêk û şîrmastê xwe jê bigire. Nimûneke din; dora pêncî gund li derdora gola meydankê hene, eger her malek di heftê de carekê here masiyan, û du kîlo masî bigire, ewê pêdviya mala xwe ji goşt û pirotîn peyda bike.
Kurd dibêjin ((Eger roj reş bû, tu kê jê reştir bî)). Ev jî rojine reş in û bêguman jî wê derbas bibin, lê gerek e em jê reştir bin û debara xwe bi her hawakî bikin. Gelê me yê Kurd ne zexel e, mirovên wî, nemaze jî dê û xûşkên me, pir zîrek û çalak in, ew (mêrên) rojên reş in. Dem û Rojên ku di ser me re derbas dibin pir dijwar in. Ew ji hêla siyasî de jî rojine dîrokî ne. Kî kani be di van rojan de xwe ragire, berxwe dide û li ser xaka xwe pêdar bimîne, paşeroj ji wî re ye û ewê li dawiyê bi ser keve. Di van rewşan û di vê mijara çarenûsî û dîrokî de, em bawer in ku ji gelê Kurd pêdartir tuneye. Ew gelê ku bi sedsalan xwe li hember zulmûzora bi dehan dewlet, impretorî, hêriş, ceng, talan, enfal, kîmiyebaran û her cureyekê ji cureyên zordariyê xwe ragirtiye, bêguman wê kani be ji vê qeyranê jî serkeftî derkeve, û ji nû ve, û bi hêvî û rengine nû ber ve rojê here û Newrozeke nû û nûjen bafirîne.
* Sergotara rojnama Newroz – hejmar / 114 / – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…