Bîranîna sih û şeşsaliya koçkirina Barzaniyê nemir.

Dilawerê Zengî[1] 

 Di 1-3-1979-an de, roja bîranîna koçkirina bavê neteweya kurd Barzaniyê nemir e. Ji şerê cîhanê yê yekemîn de, ta bighê roja koçkirina nemir, li dirêjahiya şêst salî tekoşîn û xebata wî dirêj kirye. Tekoşîn û xebata wî ne tenê li başûrê kurdistanê, belê, li cîhanê bi tevayî û li her çar perçên kurdistanê deng daye û kurd pê hatine naskirin. Navê wî û kurdayetî bi hev hatiye girêdan. Li ser bingehê ramana neteweyî rizgarkirina kurd û kurdistanê xwestiye.

Doza kurdistaneke serbixwe, alayeke rengîn (Sor, Sipî, Kesk û “di nîvî de roj reng”ê zer e) û hêzeke pêşmergeyan kirye. Bêdiro! Bandûra xwe li nifşên pey xwe re kirye.  Lewra bi bavê neteweya kurd hatiye naskirin. Diyar e, di bin bandûra zanayê mezin Ehmedê Xanî de, ramana xwe ya neteweyî wergirtiye. Barzanî, tucarî serçimandin ji dijminê xwe re ne kirye. Bi tekoşîn û xebateke serbilind şerê zordar û setemkaran kirye. Tucarî radestî di ferhenga jiyana xwe de ne kirye. Tim û tim digot: (Yan Kurdistan, yan neman) e. Pêşewa û serdarekî weha bû; bi pêşmergên xwe re kek û bira bû, di rêveçûnê de, li pêşiya kerwanê şervanan bû. Di nav pêşmergên xwe de, dixwar û vedixwar, bi wan re dida û distend. Piştî herkesî xew dikir. Berî herkesî şiyar dibû. Pêşmergeyekî qehreman bû. Bi mêranî mêr bû, bi zanînê zana bû. Bêguman, mirovekî rastgo û xwedî bawerî bû. Bi mebestê temîz bû. Guhdarekî baş bû. Ji dozê re parêzer û pasevan bû. Bi perwer û sincî bû. Bi torîn û paydar bû. Bi çakbîn û coşdar bû. Pir nermîn û rewan bû, hin caran ji çiyayê Sefîn tundtir bû. Bê paye, nefsbiçûk bû, ne pergîr û kêsbaz bû. Bi dîtin û nerîn bû. Ferzend û gorgîn bû. Di awirên xwe de balayê baz bû. Siwarê hespê sipî bû. Peyîkê bi peyam  bû. Bi dadweriyê Enûşêrwan bû. Bi comerdiyê Hatimê kurd bû. Bi mêraniyê cihşînê Ristemê Zal bû.

[1] Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...