Roja Rojnamegeriya Kurdî

Rojeke cejn û pîroz e ! Bi armanca geşkirina zanîn û bilindkirina asta rewşenbîriyê di civaka Kurdî de, yekemîn car di dîroka gelê Kurd a nûjen de, li roja 22ê Nîsana sala 1898an, ronakbîrê Kurd ê payebilind, Mîr Miqdad Midhet Bedirxan rojnameyeke du heftane bi zimanê Kurdî, navê “Kurdistan” û tîpên erebî li paytexta Misrê (El-Qahîre) çap û belav kiriye, û ew roj li nik Kurdan bûye roja şahiyê, bûye cejna rojnamevaniya Kurdî.

   Lê, wekî her kesê dîrok û jiyana vê rojnameyê xwendiye, dizane ku di bin bandora şêwirmendên xwe yên şoven de, yên mîna Ebu Elhuda, sultan Ebdulhemîd bi tundî şerê derçûna rojnameya Kurdistanê kiriye û biryara qedexekirina wê li ser xaka dewleta Osmanî daye. Rojnameya Kurdistan neçar dimîne, ji Misrê bar dike û li Ewropayê cîwar dibe, li wan welatan jiyana xwe berdewam dike, û tîrêjên zanînê davêje Kurdistanê. Careke din, Sultan hewil dide ku vî dengî nebihîse, şerê derçûna wê li Ewropayê jî dike, lê ew di hewldanên xwe de têk diçe. Bi cefakêşî û vîneke xurt, çar salan rojnameya Kurdistan li ber xwe dide, 31 hejmaran diweşîne û li roja 14.04.1902an, hejmara dawî ji vê rojnameya nirxdar çap dibe,  û ew bêdeng dibe !
   Di rewşeke ewqas têkilhev, dijwar û aloz de ku gelê me yê Kurd û tevgera wî tê de dijî, û ji ber ku rojane ew tûşî êrişên tund ên derûnî, leşkerî û pilanên ji hevxistina civaka Kurdî  ji hêla xêrnexwaz û hêzên terorîst ve, ên deverên me dorpêç kirine dibin, erk û ustûbarê hemû nivîskar, medyakar û alavên ragihandina Kurdî ew e ku li hemberî van pilanan bêdeng nemînin, û bi hemû hêzên xwe aramiya civak û herêmên xwe biparêzin. Di vî warî de, ji bo belavkirina çand û gotara hevrêzî û hezkirinê di civaka Kurdî de xebateke îjdil pêwist e. Neyarên hebûna me, ji bo çavên me kor bikin û em pilanên wan nebînin, wekî her car, ew dixwazin kîn û nakokiyan di navbera Kurdan de gur û geş bikin, da ku em di nav toz û dûmana vî şerî de pêkoliyê bikin û her xwelîser û bindest bimînin!. Di bin çi perde û navnîşanê de dibe bila bibe, ew çand û gotara nakokiyên xwexwetî geş dike û dide pêş, ew berjewendiyên xêrnexwazên gelê me destek dike û civaka me ber bi taromariyê ve dibe, giringe li hemberî wê em rû bi rû derkevin.
   Li dawiyê, bi helkefta vê bîranîna giranbuha, em cejna hemû nivîskar, medyakar û xebatkaran pîroz dikin, hêvî û omîda me ewe ku her ew şiyar û zîrek bin, beşdariyê di weşandina çanda nûjen a mirovahiyê de bikin, û her ji bo xebatên aştî, azadî û wekheviyê, amade û li kar bin!.
–  Rêz û silav ji nemir Miqdad Bedirxan û şehîdê rojnamevanî û peyva azad Mûsa Enter re.
 – Azadî ji hemî rojnamevanên girtî re .
15.04.2015Z-2627K
Komîta Çand û Ragihandinê ya
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Di nêrîna min de baştir e ku em helbestvan bi kurtî di çend rêzikan de bidin nasîn:H.M. Hebeş di sala 1970 de li gundê Şiyê,gundê helbestvanê nemir Hamid Bedirxan li navçeya Efrînê, Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.Ew jî mînanî pir hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê ji ber zor û setemên rêjîma dewleta…

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…