di bîr anîna koçkirina seydayê berzanî de

kasî yûsiv

kurd dibêjin:
Dest hilanîn fereca xêrêye.
di dîrok û serpêhatiya bi navê berzanî de, em dibînin ku desthilanîn, û li ber xwe dan, û kotek qebûlnekirin, û xîret û rûmet û bîreweriya tuxum perestiyê , tevlî mêranîya bê hem pa, ji şan û nîşanên berzaniyê nemirbûn.
dîrok du caran navegerê;ku ne bextê te hebê 
lewra em pur bextewerin ku dîroka me xwe vegerand û mes, ûdê berzanî ji bo me xwedê di şûna seydayê mezinde ew bi cî kir.

her wiha dîsa kurdan gotiye:
hesinê bi esas ne dibê çakûç nejî das
wate ya vê pendê tê ku: yê ku ji pişta bavê xwebê,û millet perwer bê nabê peyrewê dijminan, û destekê wan.
em dibînin bê çawa derdora me bi hemî hêza xwe, hewl dide ku serokê kurdistanê bitewênin  lê çi gotine, ne di tewê û nejî di vegerê ji ser riya serxwebûna kurd û kurdistanê, ew sexwebûna ,ku bavê me melle mistefa yê berzanî dwbû ser riya wê,hê di dema damezirandina mihabad, ûpaşre ûoreşa kurdistanê ji bo serxwebûnê, bi rêveberiya wî.
demeke pur hestiyare ev roja em têde dijîn, ji ber ku man û nemana me kurdan li dûv van bûyerane,û reng û şêweyê paşeroja kurda jî tê nexşekirin .
em îsal koçkirina seydayê dîroka kurdan ya nû bi bîr tînin û kurd di qunaxa herî tenikdene
lewra hêviya min ewe ku ew rêz û perwerdekirina wî ji mere bibe rêber di tengasiya van rojan de
hezarê silavan li giyan û bîranîna te ey bavê kurdan berzaniyê mezin
xwedê te ji mere biparêzê berzaniyê bira (mes, ûdê berzanî)
bijî pêşmerge,bijîn girêlla, bijîn kurd, bijî kurdistan. 
swîsra 1/3/2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…