Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî… Bangek

Merwan Berekat

Zimanê kurdî yek ji zimanên mirovahiyê yê  kevnar û resen e. Di gelek serdemên dîrokî de, wî pir şaxên zanistê ji memikên xwe yên zimanî mêjandine, û di hin serdeman de jî, û nemaze dema imberatoriya Mîdî û berî wê jî, di ya Mîtanî de, ne tenê zimanê şaristaniyê bû, lê belê ew wek zimanekî cîhanî yê wan serdeman jî, dihate naskirin.Di pêvajoya dîroka xwe de, zimanê Kurdî rastî gelek firkên dijwar û hewildanên windabûn û tunekirinê hatiye, û nemaze di dîroka xwe ya nûjen de.

 Ji ber ku dagîrkerên Kurdistanê berî her tiştekî din, dixwestin vî zimanî winda bikin, û Kurdan di nav netewên xwe de bihelînin. Lê hertim bi keda ronakbîr, rewşenbîr, zimanperwer û hişmendên Kurd, û ji aliyekî din ve jî, xaknîgariya Kurdistanê reseniya zimanê kurdî parastine, û berhemên payebilin wek destaneya Mem û Zînê ya Ehmedê Xanî, û berî wê jî, helbestên Elî Herîrî, Melayê Cezîrî, Feqê Teyran, Mileyê Batî û…HWD, bi wî hatin nûsandin. Di pişt re, malbata Bedirxan jî, kedeke bê hempa di ber zimanê kurdî de kirin, û li ser serê wan Mîr Celadet Bedrxan bû. Di 15ê Gulana, sala 1932an de, M.C.Bedirxan kovara Hawarê bi zimanê Kurdî derxist, û yekem car bû, ku alfabê ( abê ) ya zimanê kurdî ya Latînî di wê de hat weşand. Ji ber wê jî, ji aliyê saziyên zinanê kurdî ve,  roja 15ê Gulanê, ji her salekê, Roja Zimanê Kurdî ( Cejna zimanê Kurdî ). hate binavkirin  Di vê rojê de, û li seranserî Kurdistanê û li hemû welatên ku Kurd lê dijîn, ji aliyê sazî û gel ve, aheng û şahî tên lidarxistin. Ango ev roj dibe roja çalakiyên zimanê Kurdî. Bi boneya ev roja pîroz, ( Cejna Zimanê Kurdî ) bang û daxweza ew e, ku saziyên zimanê Kurdî, zimanzan û ta tevgera siyasî ya kurdî bi şêwakî sazomanî li zimanê kurdî xwedî derkevin, û bi berpirsiyarî ji bo fêrkirin, parastin û pêşvebirina wî bixebitin. Zor pêwîst e, ku konfiransine zimanewanî û li ser asta Kurdistanê werin lidarxistin, û di wan de çare ji hin pirsgirêkên zimanê kurdî re werin danîn.Ziman jiyan e…. Ziman nasnameya gelan e….. Ziman ji bo Kurdan welatê netewî ye.Divê em bi zimanê xwe bixwînin, binivisînin û perwerde bibin… Divê şîn û şahiyên me bi Kurdî bin.. Hezkirin, jiyan, danûstandin û ta ken û girî jî, bi Kurdî xweş in.Belê her tişt bi Kurdî xweş e. Cejna Zimanê Kurdî li me, we, gelê Kurd û hemû gelên cîhanê pîroz be.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…