Biregmatiya Zimanê Kurdî

Nivîskar : Hozan Deham Ibrahîm
2015/2016
Bulxarya, Sofya

Lêkolîn
– Biregmatî çî ye ?
* Di ferhenga Oxfordê de : The meaning beyond the sentence which is not cleared directly to the listener.
* Di kurdî de ( Wata veşartî ya ko ne diyare ji bo kesê guhdar ) .
– Biregmatî wek xwe wek gelek bingehên Zimanê Kurdî yên serekî. Yên ko ziman zengîn û qewîn dikin û xweşiyên ziman didin li berçavan. Herweha ew bixwe bingehek nehatya reva kirin berî anha û nahatya xwendin li cem xwendevanên kurd yên ko tim birçîne bona zimanê xwe, û dixwazin şaxên wê tim şînbin û herdem nûjen bibe li nav zimanên dewlatî yên ko zehmet kêşandin ta gihan astên bilind. Lê wek ko em dizanin her pişketinek xwe bide li ber destên me divê em xweş revabikin bona hasan be û ne zehmet be bo miletê me. ezê di vê gotarê de hewlkê bikim ko ez karîbim vê ramanê bighînim nav destên we bi rengekî hasan.
* Axaftina mirov ya ko bi rojana dike di navbera xwe û hevalên xwe yên kar û kesên li malê û yên li civtan û deran gelek caran ne watek wê bi tenê heye lê carna zêdî watekê didyê xwe, ne merce ko wateya hatya gotin ew bixwe ya ko mirov mebesta xwe li ser wê ava dike. Heger mirov bixwaze watek veşartî bighîne yê guhdar di wê demê de Biregmatiyê bi kartîne çunkî daxwaza wî ne ew e ko yê guhdar yekser têbighe, yan dixwaze ko yê guhdar ji ber xwe ve têbighe. Ev tişt hatya danîn di nivîsên helbestvanê Cegerxwîn dema ko dibêje :
Belengaz,reben,mest û perîşan
Nikarin bixun têr nan û bacan
Bera em bimrin herin av û av
Di xelkê de bê dewlet û nav
Mebesta helbestvanê Cegerxwîn ya biregmatî ew e :
Heger mirov bê welat be tinebûna wî çêtire û mirna wî xweştire ji jiyanek pirr bindestî û azarî. Lê ne ew bi tenê, heger mirov canê xwe têxe û fêrî belengaziyê bike ti car bi sernakeve. Lê ne ev mijara ko ez têde dixabitim, lê mijara min li ser Biregmatiya zimanê kurdî ye.
Biregmatî ew e nîşana mirov li ser watek dine, ne ya ko bi lêvkiriye, ne ya hatya lêvkirin li pêşya kesê guhdar, lê watek dine, mebestek dine, xwestinek dine, yekser nayê gotin:
Mînak:
Du heval rûniştine li cem hev û bi hevdûre diaxivin li ser kar xwe:
Kesê yekem: Ez gelkî mandî bûm.
Kesê duwem: Xwedê hêzbûnê bidye te .
* Heger em li wata hevoka kesê yekem binerin diyare ko gelek kar kirye û hîna gelek karê din li pêşiya wî ma ye, ev wata ya diyare li berçav , lê heger em li wata biregmatî binerin sê watên din hene:
a – Ev kar gelkî zehmete.
b – Ez nema kar dikim, ka em herin malê.
c – ka tu rabe ji divla min kar berdwambik.
Û heger em li wata kesê duwem binerin diyar e ko ew duakê ji bo kesê yekem dike û wî xurt dike bo kar bêhtir bike, lê heger em ji aliyê biregmatî lê binerin emê watên din bibînin:
a – ez jî wek te mandî bûm.
b – gelek kar li pêşiya me ma ye.
c – ez bawer nakim tu wiqasî mandî bûye.
d – min ji te bêhtir kar kirye.
Wek me dît ne watek bi tenê hebû lê zêdetir ji yek watê, mebestên veşartî di hundirê havokan de . hevokên van herdû kesan gelek wate himêzkirne              ( Veşartî ) . Biregmatî wek kurtkirna axaftinê kesan e :
Mînak:
Dê: Lawkê min, razê
Em çi têdighin ji vê hevokê , diya wî mandî bûye, wext gelkî dereng bûye, lawik gelkî bi qerebalixe, gelkî digrî ….. HWD. Ne pêwîst e ko dê van hemû tiştan ji lawikê xwe re bêje, lê hemû kurtkir di riya Biregmatîk de.
Biregmatî her car tê xwyanêkirin di karên siyasî û civakî de. Çunkî karê siyasî xwe nade xwyanêkirin bi awayekî eşkere lê belê tim û tim bi awaykî girtî û ne fireh , bi taybetî di gotarên siyasî yê siyasetmedarên dewletî yên ko xwedî biryar in. di rojnamanên siyasî de li sernûçeyên wan:
Mînak:
Daiş destê xwe danî li ser Tel Xenzîr.
Wata vê nûçê ew e ko Daiş Tel Xenzîr kontrol kir. Lê heger em li wata biregmatî derxînin emê hindek nûçeyên din bibînin wek:
a – Tel xenzîr careka din ket bin destê Daiş.
b – Daiş çekên xwe qewîntir kirye.
c – Hêzên kurdî li Tel Xenzîr qels bûne.
Lê Biregmatê ne bi serê xwe, xwe dide diyar kirin li himber kesê guhdar yan yê diaxive, hindek merc hene ta ko Biregmatî bê ava kirin û xwyanêkirin. Wek:
1 – Zanyariyên Pêştir. Wek naskirna mirovan û sirûştiyên wan û sirûştiya welat.
Mînak:
Heger em bêjin: Alan, lawkê Deham yê biçûk, ax xwar !
Em reva bikin : Alan kurd e, Zaro ye, bi şaştî ax xwar yan ax xwar tevlî ko dizane xerabe yan Alan dîn e.
Lê heger em bêjin: Somalî axê dixun.
Em reva bikin : Somalî belengazin, feqîrin, birçîne, gihane astekê ko axê dixun ta nemrin ji birçîbûnê.
2 – Adatên miletan:
Mînak:
Heger em bêjin: Alan, banî bavê xwe dike bi navê wî.
Em reva bikin : Alan ti rêzbûnê nade bavê xwe
Heger em bêjin: Jhony banî bavê xwe dike bi navê wî.
Em reva bikin : Jhony kesek biyaniye, gihiştiya temenê 18 salî yan zêdetir. Ji mafê wî ye ko bi navê bavê xwe bang bike.
3 – Lêvkirin : ( Pronounciation )
* Lêvkirin rolek pir mezin dilîze di Biregmatiya Zimanê kurdî de yan em karin bêjin bingeha serekîya ya li ser ava dibe. Çunkî her zimanek taybetyek xwe heye di warê biregmatiyê û Lêvkirin nîşana Zimanê kurdî li ser Biregmatiyê. Lê di kîjan qonaxên Biregmatiyê de ? wek me got Biregmatîya siyasî heye û ya Civakî heye û em li ser Biregmatiya Siyasî axivin. lê beşek din heye Biregmatiya Civakî ya ko em gelkî bi kartînin di navbera xwe de. Di civatan de û di têkeliyên me yên rojana di navbera dostan û hevalan û mirovan û ya bi berdewamî em tînin li berçav . lê kilîlyên wê çi ne ?
A – Dirêjkirin :
* dirêjkirin ew e dema ko yê diaxive lêvkirina gotinê dide lêvkirin bi dirêjahî ne bes dibêje lê di naveroka xwe de watek din dide hevokê yan bêjeyê ya ko tê lêvkirin li himber kesê guhdar. Bi watek din gotina xwe yan hevoka xwe bi awayekî biregmatîk dide nîşan.
Mînak:
Heger em bêjin du heval li ser kesekî diaxivin :
Kesê yekem: te bihîst ko Alan Çixaran dikşîne ?
Kesê duwem: Erê min bihîst.
Tê xwyanêkirin ko Alan çixaran dikşîne . û kesê din bi vî tiştî bihîstiye . lê heger em bêjin :
Kesê yekem: Te bihîst ko Alan Çixaran dikşîne ?
Kesê duwem: Erêêêê, min bihîst.
Li vir watek din heye li cem kesê duwem ko ew e:
a- ev ne karê me ye .
b- ne li ser çixaran ma ye .
c- tu ne ji Alan çêtire .
gotina ( Erê ) wexta ko hat lêvkirin bi awayekî kurt ti watek biregmatîk neda. Xeber ew e ko Alan çixaran vedixwe û hew . lê gava ko hat lêvkirin bi dirêjayî watên din dan .
di dawiyê de, ev xebata ko min kir lêkolînek biçûk bû li ser Zimanê kurdî. Hêvîdarim ko karek baş bû. Ejî wek xwendevankî kurd xwezgehek min ko ez jî beşdarbim di avkirna zimanê xwe . bona bexça me ya ziman tim şînbe ş rûyê wê geşbe û xemilandibe.
Hozan Ibrahîm
27/09/15
Bulxarya. Sofya

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…