Dibistana min ya pêşî gund û bênderên wê bûn. Ez ji wan fêrî zimanê Kurmancî, çîrok, çîvanokên folklorî, mamik, gotinên pêşiya û lîztik û hejmarên lîztokên zarokan bûm. Ta roja îro, gelek ji wan di bîra min de ne û min ew ezber kirine wek: (Hebû Kêzikek, hebû qirşikek, hebû tertikek, ba hat, qirşik firya, baran hat, tertîk hilya, hingê Kêzê kenya kenya rovîtirtirka wê qetya), an (Çîrokê çîvanokê, xetxetokê golika xalo, çû pişt malo, golkê go: err, kalo go: tir pîrê go: Kezîkê min kur) û wiha bi sedan. Hem jî çîrokên wek: Şengê û Pengê, Mişko mişkaviro, Kêzê kêzxatûnê û Pîra du diran… û her wiha me ev gotin jî ji hev re digotin:
– Pezê mîra li kû diçêre?
– Li qelêç
– Çi dixwe?
– Nan û kêç
– Çi dirî?!
– Safî herî.
-Dawta kê ye?
An me ev çîroka (Rovî Rovî Rindik), ji hev re digot: (Rovî, rovî, rindik, serê terya Rovî bi gulpincik, rovî çûye mala xala, herin Rovî bi qute dara bi hejmêr heger ne bît û çare qetla Rovî helale.)
Ji Mamikan jî, me wek van mamikan an şertokan davêt ber hev û ji hev re digotin: (zîq û zîq, du ling û heyşt çîq, çiye? (çotkarî ye), yek din: (Diçim serê banekî, dikutim bismarekê, deng diçe hezarekî, çiye? Dengê Birûsk û Tavê ye).
Gundê min, gundekî nimûne bû ji gundên Beriya Mêrdînê re bi tev xisletên xwe ve. Ez ji xelkên wê fêrî gelek irf û adetên kurdiya orjînal bûm, wek: Dawet û şahiyên zewacê û stranên kêfê yên ku di wan de dihatin gotin, şîniyên miriyan û gotinên ku jinan li ser miriyan digotin, nexweşiyên zarokan û çareserkirina wan bi nivişt û duayên seyidan, paleya dexlan, gêrekirina sap û dêranê.. Digel berberiya gundiyan a xwe bi xwe ji betalî, xeşîmî û nezaniyê..
Di nav vê cenga zaroktiyê de, ez fêrî gelek irf û adetên Kurmanciya xelkên beriya Mêrdînê bûm û tev ji min re bû bingeh, di warê hebûna min a kurdewariyê de, nexasim piştî ku min bi zimanê erebî xwend û serwextî irf û adetên ereban bûm, hingê ji min ve hat xuya kirin ku kultura me, bi deh taq ji ya wan zengîntir û bi rêk û pêktire..