Bo vê egerê jî dema ku dagirkerekî regezperest dest bi bişavtina gelê bin destê xwe dike, berî her pêngavê destê xwe dirêjî tunekirina zimanê wî dike û li şûna wî zimanê xwe di serê wî gelî de diçîne!
Lewra ziman ne tenê alaveke derbirrînê, bo têgihiştin û ragihandinê ye. Zimanê her gelî dîroka bîreweriya hebûna wî ye? Gencîneya çand, kelepûr û şaristanîya wî ye. Vêca, eger ziman bê tunekirin; hemû hêmanên taybetmendiyên neteweyî jî pê re tên tunekirin.
Li ber ronahîya vê rastîyê, ew têkilîya hevdengî ya ku di navbera navê mêjû (dîroka mirovan) û mejî (mejiyê mirovan) de xweş zelal dibe. Em dizanin ku dîrok (mêjû) bîrewerî û berkêşanên mejî ye. Berhevkirina dîrokê jî bi çalakiyên zimên pêk tê û bi zimên jî mêjû û pêgirên mejî tên parastin. Anku eger zimanê neteweyî têk biçe, ji xwe mêjû û mejîyê netewî jî dê têk biçin.
Ev girêdana di navbera mejî û zimên de, gelek diyardeyên tarî ji me re ronî dike, wek helwesta hinek Kurdên ku di nav civaka dagîrkerên xwe de hatine bişavtin û di rêza dijminan de şerê gelê xwe û mafên gelê xwe dikin.
Helbet ev jî encama bişaftina kesayetiya wan a neteweyî ye. Rastîya dîtir jî ew e ku diyardeya hebûna şêwezaran di zimanan de diyardeyeke suriştî û asayî ye. Ev diyarde di pirraniya zimanên cîhanê de heye.
Vêca ku ew şêwezar di radeya axaftina devkî de bin, jixwe dibin gencîneyeke giranbuha û ferhenga ziman, çand û kelepûra neteweyî zengîn dike.
Lê eger bigihêjin radeya zimanê xwendin û nivîsînê, hingê ew ê bibin pirsgirêk û rê li ber zimanê yekbûyî teng bikin.
Bêguman zimanê kurdî jî yek ji wan zimanan e ku ji çend şêwezaran pêk hatine. Lê belê ew derfetên dîrokî yên ku ji wan zimanan re peyda dibûn û kêşeya şêwezarên xwe di jîngeha wan derftan de çareser kiribû, ji zimanê kurdî re nehatin û hîn jî, ev ziman li ser çar-pênc şêwezarên sereke parve dibe. Di bin sîwana her şêwezarekî sereke de jî çend şêwezarikên piçûk hene. Hin ji wan şêwezaran di qonaxa zargotina devkî de ne û hin jî ketine qonaxa zimanên xwendin û nivîsînê.
Pirsa ku raberî rewşenbîrên Kurd radiweste ev e: Beranberî vê rewşa zimanê me ya aloz, gelo çi ji me tê xwestin ku em bikin? Yan jî, em karin çi bikin?
Nifşên berî me jî rastî vê arîşeya şêwezaran hatine û li gor derfetên dema xwe hewl dane ku xwe nêzî pêngavên çareserkirinê bikin?
1. Di zaroktîya mîr Celadet Bedirxan û birayên wî de li Stenbolê, bavê wan Emîn Alî Bedirxan jineke perwerdeker ji Cizîra Botan bo wan amade kir. Celadet jî bi wê perwerdekirinê baş fêrî şêwezarê herêma Botan bû. Lê di warê kiryarî de hemû çalakiyên xwe bi şêwezarê kurmancîya sereke ya berfereh nivîsine.
Ji Celadet hate pirsîn: Çima tu çalakiyên xwe bi şêwezarê xwe yê botanî nanivise?
Celadet bersiv da:
Min xwest ez ji çarçova şêwezarê teng derbasî meydana şêwezarê kurmancîya sereke ya berfireh bibim û ez wî şêwezarî bidim pêş!
Bi bawerîya min, ev pêngava Celadet Bedirxan li gora merc û derfetên wê demê hewldaneke serkeftî bû, di rêka çareserkirina arîşeya şêwezarên zimanê kurdî de.
2. Di destpêka salên şêstiyan de (ji sedsala çûyî), sê mamosteyên Kurd li zanîngeha Bexdê (beşa kurdî) li hev civiyan û bo çareserkirina arîşeya şêwezarên kurdî komîtek ava kir. Ew komît ji van kesan pêk dihat:
Cegerxwîn, ji ber şêwazerê kurmancî ve
Nûrî Elî Emîn, ji ber şêwezarê soranî ve
Kamil Beşîr, ji ber şêwazara hewramî ve
Projeya komîtê ew bû ku ferhengeke bijarte ji têrm û navlêkirinên hevbeş di nav şêwezarên zimanê kurdî de bê amadekirin.
Bêguman mebesta yekemîn ji avakirina wê komîtê û pirojeya wê damezirandina rêbazeke neteweyî bo pevxistin û amadekirina zimanekî neteweyî bû. Lê ji ber ku ew planâ hêvîdar ne di jîngeha şert û mercên xwe yên pêdivî de hatibû; ew di qonaxa wê hewldanê de bê encam mabû.
3. Di destpêka sedsala bîst û yekê de bizaveke germ derbarê kêşeya şêwezarên zimanê kurdî li bakur û başûrê welêt tevgeriya.
Çend konfiransên salane û peyapey (li pey hev) li Amedê û hindek jî li Duhokê lidardiketin.
Endamên wan konfiransan ji her çar parçayên Kurdistanê û ji Ewrupayê beşdar dibûn. Ew konfirans di bin durişmên ‘’Bo Zimanekî Standard berû Zimanekî yekbûyî ve’’ û hin durişmên nêzîkî van têgehan lidardiketin.
Di wan konfiransan de endamên beşdar, rewşa zimanê kurdî û pirsgirêkên şêwezaran û hin mijarên dîtir jî di ber çavan re derbas dikirin.
Digel ku ew rewşenbîrên ku beşdarî van konfiransan bûbûn ji axêverên
şêwezarên cûrbicûr bûn. (kurmancî, soranî, mukrî û zazayî/zazakî) Lê di encamê de nikarîbûn bi qasî gavekê jî nêzîkî armanca xwe bibin.
4. Di destpêka sala 2015ê de hêzeke kurdî (HDP) xwest zanîngeheke taybet li Amedê bi navê (Zanîngeha Mîzopotamya) damezirîne.
Berpirsên wê pirojeyê xwestin ku zaravayên perwerdekirinê li wê zanîngehê bi zimanê kurdî bin.
Bi wê mebestê komîtek ji şazdeh kesan hate destnîşankirin.
Komît di 14-15ê avdarê (xaklêweyê) de civîna xwe ya yekem li Amedê lidarxist û dest bi karê xwe kir. Civîna duwem jî di 30-31ê gulanê (cozerdanê) de, li heman cihî geriya.
Bi dîtina min, ev komît çiqasî berdewam bike û çiqasî li ser nerînên xwe rijde (sûr) be jî; ew ê negihêje encameke mufadar bo paşeroja zimanê neteweyî..!
Di çarçova derfetên vê serdema me ya nuha û li gora mercên îroyî, hingava herî serketî bo ku em şêwezarên kurdî nêzî hev bikin, ew e ku em karibin şêwazekî rasteqîne û bi siyaseteke zimanî yî neteweyî (ji nû ve) bingeha têrmînîlojîya zimanê kurdî damezirînin.
Mebesta me ji gotina (siyaseta zimanî) destnîşankirina armancên pirojeya zimanî û nexşerêya bidestxistina wan armancan e. Anku em dixwazin bigihêjin çi ji vê pilana zimanî û em ê çawa bigihêjin wê xwestekê?
Bi vê têgehê, Eger siyasetên damezirandina zimanên cîhanê ne wek hev bin, jixwe rêbazên karnameya wan jî wê ne wekî hevbin.
Nimûne:
Zimanê `erebî li hemû dewletên Ereban zimanekî fermî û yekbûyî ye. Şêwezarên `erebî pirr in, lê xwecih û devkî ne. Ji ber vê rewşê jî dema ku zarava û navlêkirinên nûjen di vî zimanî de tên damezirandin;bi armanca zengînkirin û pêşxistina zimên tên damezirandin. Her wiha heman tişt ji bo zimanê tirkî, farisî û yên wekî wan jî durist e.
Zimanên ku ji çend şêwezaran pêk hatine û hin ji wan şêwezaran gihiştine radeya zimanên serbixwe (wekî zimanê kurdî), mirov dikare bi du armancan nêzîkî damezirandina zaravayên wî bibe û siyaseta karnameya xwe jî li gora wan armancan destnîşan bike.
Vêca di vê pêvajoyê de, eger em zimanê kurdî di ber çavan re derbas bikin em ê bibêjin:
a. Eger em li şêwezarê kurmancîya jorîn weke zimanekî serbixwe binêrin, gerek em bi armanca zengînkirin û pêşxistina zimên nêzîkî zaravayên wî bibin û siyasta rêbazên karnameya xwe jî li gor wan armancan destnîşan bikin. Anku divê hemû regez û keresteyên (madeyên) amadekirina têrmînîlojîya kurmancî ji çarçova pêkhatîyên ferhenga wî bêne standin, bêyî ku em destên xwe dirêjî şêwezarên kurdî yên dîtir bikin. Bi vê têgehê kurmancî dibe zimanê kesên kurmancîaxêv.
b. Lê eger em bawer bikin ku kurmancîya jorîn şêwezarekî zimanê kurdî yê neteweyî ye, hingê divê em armanca damezirandina zaravan, li gora wê bawerîyê destnîşan bikin û siyaseta karnameya xebata xwe jî li gora şert û mercên heyî, berû wan mebest û armancan vekin. Anku em regezên damezirandina zaravayên zimanê neteweyî ji şêwezarên kurdî yên mayî werbigirin. Heman tişt bo şêwezarên dîtir jî dirust in.
c. Çi mirovê heye hêvîyeke wî heye û bi wê hêvîyê dijî û bo bidestxistina wê jî berdewam dixebite. Xwazyarîya zimanekî yekbûyî û welatekî azad û serbixwe hêvîya hemû rewşenbîr û bîrewerên Kurd e. Lê belê ne her xwazyarî pêk tê û ne her hêvî jî dilên hêvîdarên xwe hênik dike!
Vêca ku em rewşa zimanê Kurdî û baredoxa Kurd û Kurdistanê di ber çavan re derbas bikin em ê bigihêjin wê bawerîyê ku di vê rewş û baredoxê de hemû rê û rêbazên zimanê yekbûyî li ber me girtî ne.
Ev jî nayê wê wateyê ku em destên xwe ji ber xwe berdin û wan hêvîyên derizî binax bikin.
Eger di jîngeha van merc û derfetên vê dema me de, me neşîya em zimanekî yekbûyî pêk bînin û ew hewldanên me bo vê armanca neteweyî tev berbad û bêsûd bûn. Bêguman ev rastîyeke tal e. Lê digel vê rastîyê jî em karin di çarçoveya şêwezarên heyî de pêngaveke pirr giring berû wê armancê ve biavêjin. Ew pêngav jî ew e ku em şêwezarên kurdî di rêka dînana (danînîna) zaravayên hevbeş nêzîkî hev bikin.
Reng e(Dibe) ku hin bibêjin: Ma ev nêzîkkirina şêwezaran, kêşeya wan şêwezaran di zimên de çareser dike? Hingê em ê bibêjin: çînîyan berî me gotiye: ‘’Rêya hezar mîlan bi gavekê dest pê dibe.’’
Li gora şert û mercên îroyî em karin vê pêngavê tenê biavêjin. Ev pêngav jî destpêka rêya hezar mîlan e.
Zaravayên ku ta nuha hatine dînan; gavekê tenê jî em nêzîkî wê armanca ku me amaje pê kirî, nekirine. Ji ber ku her nivîskarekî navlêkirinên xwe -nemaze yên rêzimanî- ji çarçoveya şêwezarê xwe amade kirine û di pirtûkên xwe yên rêzimanî de belav kirine.
Li vê gorê hemû zaravayên heyî encama xebata kesayetîyeke yekta ne. Ev diyarde bixwe jî bûye arîşeyeke dîtir. Ji ber ku her mijareke rêzimanî bûye bi çend navlêkirinên têvel (ciyawaz). Em dizanin ku nav bo danasînê li kes, mijar û tiştan dibin. Her yek bi navekî tê nasîn. Lê eger gelek nav li mirovekî, mijarekê yan li tiştekî bibin; gelo ew navlêkirî wê bi çi navî bê nasîn?
Di pirtûkên rêzimana kurdî de, beranberî navê ‘’verb,fi’il’’, ev têrm (navlêkirin) hatine nivîsîn: ‘’Lêker, pîşk, kirin, ferman, kar, kardar û fi’îl.’’ Hêmanên hevokê yên dîtir jî wisan, gelek nav li wan bûne.
Ev pirbûna navan ji bo yek mijarê şermezarîyeke zanistî ye, ne di şêwezarekî de û ne di zimanekî de jî nayê pejirandin.
Dîsan em ê li pirsa xwe ya derbasbûyî vegerin û ji xwe bipirsin: Bo çareserkirina vê kêşeya aloz, gelo çi ji me tê xwestin ku em bikin û di van şert û mercên heyî de em karin çi bikin?
Berî 50 salan Mamosta Nûrî Elî Emîn ji Cigerxwîn re gotiye : ‘’Seyda, xwe newestîne, xelkên Silêmaniyê pirojeya komîta me ya zimanî qebûl nakin.’’
Piştî 50 salan hîn jî gotina ‘’qebûl nakin’’ ji hin rewşenbîrên Kurd tê bihîstin.
Di sala 2003yê de konfiransa zimanê kurdî li Amedê lidarket. (Ez jî endamekî konfiransê bûm.) Di wiçanekê (bêhnvedanekê) de ez û mamostayê zanîngehekê, em ketibûn gengeşeya zimanê yekbûyî. Mamosta li min nerî û got: ‘‘Ma dibe ku em zimanekî zindî û tekûz ku hezarên pirtûk, govar û rojnameyan pê hatine çapkirin, tune bikin. û li şûna wî zimanekî tune çê bikin? Ma ev dibe, hê…?’’ Wiçan bi dawî bû û gotebêja me jî pê re hate birrîn.
Eger (hûn) xwazyarî vî hestê raperyayî, ‘’qebûl’’ bikin, jixwe Kurdistan ne Silêmanî û Amedê bi tenê ye, belkû Kurdistan… Kurdsitan e û zimanê wê jî, ne soranî û ne kurmancî tenê ye, lê ew jî kurdîyek e… kurdî ye.
Di vê pêvajoyê de pirsa ku xwe dide pêş ev e:
Gelo em ê çawa pirên derbirrînên bêsînor di navbera hemû herêmên zimanê kurdî de ava bikin?
Em ê çawa şêwezarên xwe yên ji hev cuda nêzîkî hev bikin?
Li gora şert û mercên jîngeha me ya îroyî, endezyarên avahîya zimanên cîhanî tekez dikin: Eger zarava di nav şêwezarên têvel de hevbeş bin; ew ê şêwezaran nêzîkî hev bikin.
Em dizanin ku rê dirêj e û qonax dûr e. Lê eger bawerîya me bi me û bi hêvîyên me hebe, em ê bi qasî giranîya wê bawerîyê berê xwe bidin avakirina pirên xewnan!
Di çanda Îranî ya dêrîn (kevin) de hatiye: Rojekê Şah Xisro derketibû nêçîrê, Şah di ber zevîyekê re derbas bû, dît ku cotyarekî kal derxikên darxurmeyan diçîne.
Şah ji cotyarê kalemêr re got: ‘’Ma gelo tu yê ji berên van derxikan bixwî?’’ Kalamêrê pendeyar got: ‘’ Wan çand û me xwar, em ê jî biçînin bila hin bixwun!’’. Anku bapîran ji me re kir, em ê jî ji nevîyan re bikin.
Di vê jiyanê de her kes û her tişt jî bi bîr û bawerî ye. Her bizavek jî hêzeke bawerîyê li pey wê heye, wê bi pêş ve yan bi paş ve dide. Hemû rengên sirûştî jî bi bawerî ne û li gora bawerîyên xwe ew dûrî hev dikevin, yan jî nêzîkî hev dibin, hev himbêz dikin û bi hev re dibin yek reng.
Li gora yaseya pîvanên rengan û pêwendîyên wan, dibe ku du rengên bawermend yan jî pirtirî du rengan, ji xwezaya zimanê kurdî bibin ‘’ta û po’’[1] yên tevna derbirrîna hemû rengên siruşta Kurdistanê.
Reng e ku hin kes di ber xwe de bigirnijin û bibêjin: ‘’Ev xewn e, leylan e! Geşbînî ye, xweşkirina dilan e!’’
Eger na! Ma kî dikare pireke zêrîn di navbera Kirmanşah û Amedê de ava bike? Yan zimanekî hevbeş di navbera çarbendên (çarînên) Baba Tahirê Hemedanî û helbestên Melayê Cizîrî de peyda bike? kî?
Nuha em di qonaxaeke dîtir de ne: Di vê qonaxê de hin ji şêwezarên kurdî gihaştine asta zimanên serbixwe û axiverên wanşêwezaran jî bi wê nerînê li wan dinêrin. Ev jî rê li ber hewldanên ber bi siyaseta zimanekî neteweyî ve, digire.
Bêguman di vê qonaxê de em nikarin pirojeyeke bi qasî damezirandina zimanekî yekbûyî li ber xwe dînin, lê em karin ji dil û can hewl bidin da ku em van şêwezarên kurdî yan jî hinekan ji wan nêzî hev bikin.
Em dizanin ku dema şêwezarên kurdî, bi hin hêmanên zimanî hevbeş bin; bêguman têgihiştina derbirrînên wan jî wê hêsantir be.
Bo vê rastiyê jî, divê em bi hemû hêza xwe hewl bidin da ku em şêwezarên kurdî bi baştirîn şêwaz nêzîkî hev bikin.
Di vê pêvajoyê de şêwazên herî rast û mufadar ev in: Zaravayên Hevbeş, Şêwezên Ragihandinê.
Têrm bi wateya navlêkirinê tê xebitandin. Her têrmek jî bi dirêjahîya demê re dibe wek navekî giştî û mijara navlêbûyî dide nasîn.
Li vê gorê, her mijareke serbixwe di zimanekî serbixwe de têrmeke cuda,li gora taybetmendîya wî zimanî zaravayekî werdigire. Bi vê egerê em tekez dikin ku çiqasî kokên zimanan nêzîkî hev bin wiqasî jî zaravayên hevbeş di nav wan zimanan de peyda dibin, wek mînak: ‘’Malbata zimanên Îranî.’’
Li dawîya vê ronîkirinê em cext (tekez) dikin ku dînana (danîna) şêwazên hevbeş di nav şêwezarên kurdî de wan şêwezaran nêzî hev dike. û têgihiştina derbirrînên wan jî hêsantir dike.
2- Şêwazên Ragihandinê:
Rola ragihandinê di warê belavkirina hizr û ramanan de roleke sereke ye. hizra hevnêzkirina şêwezarên kurdî hizreke neteweyî ye. Lê ku ev hizir bibe piroje hingê pêwîstiya wê bi ragihandineke berfireh hebe. Di vî warî de jî ragihandin bi gellek şêwezan pêk tê.
Di ser ê wan şêwazan de berkêşanên (berhemên) çapemenîyê tên xebitandin, wek rojname, govar û pirtûkan.
Ji mêj ve berkêşanên çapemenîyê bibûn meydanên ragihandinên hizir, pêşniyaz û pirojeyan.
Hîn jî ew meydan li ber ramanên cûrecûr vekirî ne û ragihandinên bêsînor jî hîn berdewam in.
Mijareke giring bi qasî giranîya tevdana pirsgirêkên şêwezarên kurdî, bi mebesta ku em wan hinekî binasin û wan wirde-wirde nêzîkî hev bikin, bêguman pêdivîya wisan mijar bi ragihandineke berfireh heye. Anku em rojnameyekê yan jî govarekê bo wê terxan bikin, gengeşeyên xwe, bîr û bawerîyên xwe tê de biweşînin û wê li ser rûberê nexşeya zimanê kurdî belav bikin.
Bêguman, rola radiyo, telefizon û amûrên eliktronî yên pêwendîyên civakî jî di warê ragihandina pêwîstîyên mijara me de roleke kûr û berfereh e. Lê rola herî giring di nav wan şêwazan de; rola telefizyonê ye. Pirranîya telefizyonên kurdî bi du-sê şêwezaran bernameyên xwe diweşînin. Hin caran jî nûçe û hin mijar bi du şêwezaran li pey hev têne weşandin. Carnan jî hevpeyvîn di navbera bêjerekî soranî û mêvanekî Kurmanc de, yan jî berûvajî vê, çê dibin.
Ev şêwazê xebitandina telefizyonê, ne tenê şêwezaran nêzîkî hev dike, lêbelê dilên me bi paşeroja zimanê kurdî xweş dike. Vêca ku em vê pirojeya giring bipejirînin; gerek em wê bispêrin dezgeheke rewşenbîrî ku ji çend şêwezaran hatibe bijartin, da ku wê himbêz bike û pêdivîyên serkeftinê jê re pêşkêş bike û wê heta dawî destek bike!