Di bûyereke xemgîn de zarokek ji bajarê Kobana tekoşera di deryaya Spî hatiye xeniqandin ew û birayê wî Xalib û diya wî. Ev bûyer zêde bûye li ser êş, azar, kul û derdên kurda , cihê mixabin yê ye ku îro civaka navnetewî ti çare ji pirsgirêka Sûrî û Rojavayê Kurdistanê re ne dîtiye ku bûye pênc sal li ser vêxistina vê şoreşê ya ku ji bo rahiştina zilm û zorê li ser vî miletî û pêkanîna wekheviyê, demokrasiyê û hevjiyanê, ev şoreş bi rengekî aştiyane dest pê kir lê rêjîma Esed riya vê şoreşê guhert û xiste werê çekdarî,
û di van pênc salên derbasbûyî de miletî Sûrî û Rojavayê Kurdistanê bi rêjeyeke bilind koçber û derberder bûne li welatên derdorya Sûrî de mîna Herêma Kurdistanê, Libnan, Urdin û Turkiye û li welatên yekîtiya Ewropî de .
Lê ev koçberî û penaberî bi şêweyekî wê bandoreke xerab li ser welatê Sûrî bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî hebe.Nişteciyên resen yên kurd li Rojavayê Kurdistan koçber û koçberkirin dibin û li şûna wan welatiyên Ereb bi cî dibin û mal û milkên wan ji wan dikirin, ev tişt di paşerojê de bandora wê li ser dîmoxrafiya herêma me hebe ji aliyê amara nişteciyên wê.
Banga me ew e ku miletê mey kurd li ser xaka bav û kala bimîne cimkî miletê kurd di hemû serdemên dîrokî de qurbanî dane û bûyera Alanê Kurda wê bimîne xaleke reş di jiyana mirovatiyê de û di heman demê de wê bimîne hêmayeke Kurdistanî, wek serokê Kurdistan Mesûd Barzanî dibêje: bûyera Alan wê bimîne sembola belengaziya gelê Kurd de.