Ji Evîna Rojên Kevin: Şewata Sînema Amûdê

Konê Reş

Hîn temenê min nebibû neh sal, dinya payîz bû, nû ketibûm dibistanê de, li gundê me belav bû ku şevê din sînema Amûdê hatiye şewitandin û gelek zarok têde qir bûne. Hingî, kesî ji gundê me li Amûdê nedixwend, lê ji gundê Gundik, Mihemed û birayê xwe Hesen zarokên Ehmedê Mehmûdko li Amûdê dixwendin. Gundik, gundekî serbixwe ye, lê ji ber nêzîkbûn û pêwendiyên xelkên wê bi Dodayan re, wek taxek wê ye.
A dinî rojê, zilaman ji hev re digot; vê sibehê Ismaîlê Çelebî li ser pişta hespa xwe bi hawarî diçû Amûdê. Ew pismamê Mihemed û Hesen bû yên ku li Amûdê dixwendin.

 Hina digot, eger rast sîneme şewitî be helbet ew jî têde hatine şewitandin.. Hina digot derewe, çilo wê sîneme bişwite?! sîneme naşewite.. Her yekî gotinek digot..
Wê rojê pêde qal û qultên gundiyan li ode û di ber dîwaran de behsa şewata sînema Amûdê bû.. Evarî nûçeyên nû ji gundê Gundik hatin û gotin: Her dû kurên Ehmedê Mehmûdko, Mihemed û Hesen selametî ne, wê şevê ew neçûbûn sînemê. Lê pirên zarokên ku çûbûnê, dibêjin hatine şewitandin, digel Mihemedê Seîd Axayê Deqorî.. Û ji hev re digotin; dema ku agir bi sînemê ketiye, polîsan deriyê wê girtine, rêk nedane ku kes derbasî hundirê wê bibe û di hawara zarokan de here..! Di wê kêlîkê de Mihemedê Seîd Axa li qehweyê rûniştîbû, dema ku bihîst agir bi sînemeyê ketiye, bi lez û hawarî xwe bi sînemê ve gîhandiye, polîsan nehiştiye ku ew jî derbas bibe, lê wî sîlak yê polîs xistiye, bi zor derî vekiriye û derbas bûye û di encam de bi dehan zarok ji nav rivîna agirê sînemê rizgar kirine. Dibêjin di wê rewşê de hina bang lê kirine û jêre gotine: Tiştek bi kurê te Fehed nehatiye, ne di sînemê de ye.. Wî, li wan vegerandiye: Tev wek kurê min Fehed in, zarokên Amûdê tev zarokên min in.
Lê di hewildana wî a dawî de, dema du zarok di bin çengê wî de bûn û dikir wan ji nav agirê sînemê derxîne, ji nişka ve banê sînemê bi ser wan de hat xwarê. Û wî jî, canê xwe ji dest da.. Hem jî digoton; du zarokên Nezîr Axayê Omerî jî têde hatine şewitandin.. Û her yekî li gor bihîstin û xeyala xwe bûyer mezin û biçûk dikirin..
A dinî rojê, bavê min û her du apên min Silo û Şikrî, digel mixtarê gund Evdê Gedo û birayê wî Serhan û Hecî Kevir, Mehmûdê Millî û neh/deh gundiyên din jî bi wan re, wek şanda gundê Doda, berê xwe dan bajarê Amûdê, serdana Amûdiyan bi tevayî û Seîd Axayê Deqorî û Nezîr Axayê omerî bi taybetî.
Ji mêj ve, eşîra Bûbilana ku Dodayî jêne û eşîra Deqoriyan hevalbendên hevbûn, di xêr û şeran de li ser hev dixeyidîn û di rojên teng de di hawara hev de diçûn. Her wiha jî, Bûbilanî di warê dubendiya Mehmûdkiyan û Etmankiyan de hevalbendên Mehmûdkiyan bûn û Nezîr Axa jî, yek ji mezinên Mehmûdkiyan bû.
Vêca wek erkê eşîrtiyê, Dodayan ne tenê divîbûn sersaxiyên xwe ji her du axayan re pêşkêş bikin, belê divîbûn tiştê ji wan bê, ji tev xelkên Amûdê re pêşkêş bikin.. Dodayan şewata zarokên Amûdiyan wek şewata zarokên xwe didîtin.
Li vegerê, bavê min pesnê malwêraniya şewata zarokên Amûdê ji pîrika xwe Nûrê re digot û dibiland: Pîrkê! Zarok li Amûdê nema ne..! Xwedê neyne serê kesî..! Kes nizane çilo sineme hatiye şewitandin, hin dibêjin, destê dewletê di şewata sînemê de heye..?!
Piştî wê rojê û bi çend heyvan jî, çîroka şewata sînema Amûdê bi tirs, keser û xemgînî di nav gundiyên me de dihat gotin.
Bûyer mezin bû, qurbanî pir bûn, xemaniyê jî dirêj kir ta roja îro.
  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…