Ji Navdarên Welatê Min: Melle Ehmedê Namî (1906 – 1975)

Konê Reş

Di roja 11-12-2015î de 40 sal di ser koçkirina Melle Ehmedê Namî re derbas dibe. Bi min xweşe ku bi vê helkevtinê, em wî bibîr bînin.
Dema ku mirov Melle Ehmedê Namî bibîr tîne, an li ser serboriya wî diaxife, di derhal de pirtûka wî (Agirê Sînema Amûdê) û sirûda wî: 
Pê‏‏‏şkevin em serfirazin miletê Kurdî
Yan mirin em dê bibînin yan jîna kurdî.. 
Têne bîra mirov û pêre pêre jî, rêhevalên wî: Cegerxwîn, Qedrî Can, Melle Ehmedê Zivingî, Melle Palo, Melle Ebduselam Nacî, Melle Nûriyê Hesarî, Dr. Nafiz Zaza û gelekên din têne bîra mirov.

Hem jî gundê (Tilşiîra Aşîtan), hêlîna afirandinên wî, warê dost û hevalên wî, yên herî nêzîk wek: Hecî Eliyê Evdê, Ûsivê Evdê axayên gund, tên bîra mirov..
Di sala 1943an de li ser daxwaza Mîr Celadet Bedirxan û bi arîkariya Hecî Eliyê Evdê, dibistanek Kurdî li gundê( Tilşiîrê) vekir, bi dehan xort û keç, jin û mêr, fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî kirin.
Seydayê Namî, mirovekî mêr bû û mêraniya wî di nivîdandina pirtûka (Agirê Sînema Amûdê) de xweş diyare.. Ew heyamê ku kesî newêrîbû bigota ez Kurd im, wî Agirê Sînema Amûdê bi mêranî nivîsand… Hem jî mêraniya wî di hêza helbestên wî de diyare, ta pileyekê ku hin di bêjin û ez jî bi wan re:
Helbestên seydayê Namî ne kêmî helbestên seydayê Cegerxwîn in, di warê hûnandin, ramyarî û Kurdperweriyê de.
Wek nimûne ev sirûda wî bi navê (Gaziya Keçan):

Birayên delal hûn werin xortino
Heger hûn neyên vane keç em meşîn..

An eva bi navê (Dilê jar û xemgîn):

Diljaro ji xew rabe, ji derdê miletê xemgîn
Xebatê pir bikin îro, bi serbestî bibin zengîn

Me (Tacdîn û Çeko) nînin, xeberdarê me bê (Gurgîn)
Bi top û balefir rabin, li zozanê dilê xemgîn..

Qamişlo, 03.12.2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…