Ji Evîna Rojên Kevin: Cûna Dibistanê

Konê Reş

Di dibistana gund de min dest bi xwendina xwe a seretayîyê kir. Berê jî min gotiye dibistana gund di camiya Şêx Behyedîn de bû. Ew camî li başûrî gund, dûrî malan bi sed gavekî bû. Ji ode û kîlreke bi kelpîçan û bê hewş pêk dihat. Bi tenê bîrek di pêşiya wê de hebû. Ji çend salan ve, gundiyan ew camî kiribûn dibistan.
Di sala 1959an de, danekî ez bi her dû apên xwe Mihemed û Mehmûd re çûbûm wê dibistanê.. Lê di sala 1960î de bavê min ez bi rengekî fermî, têde de qeyd kirim.

Wek niha tê bîra min, bavê min çentakî teneke (Baholek) ji min re kirî bû, qelem, defter, birk, mihok.. têde bûn, kêfa min gelekî ji wî çenteyî re dihat. Sibeha ku bavê min ez birim dibistanê, çenteyê min di destê min de bû, bi şahî û payebûn min li dor xwe mêze dikir û bi dûv bavê xwe de dibeziyam, hin caran ji kêd û heyecana çûna dibistanê re diterpilîm. Ji min werê xelkên gund tev zanin ezê herim dibistanê, li min temaşe dikin û ji hev re dibêjin; Va Selman wê here dibistanê..!
Dor 25/30 şagirtan di dibistanê de dixwendin. Ji sinifê yekê ta bi sinifê çaran şagirt hebûn, lê em yên sinifê yekê ji tevan pirtir bûn. Ew şagirt bi tevayî ji gundê Doda û gundên dor Doda bûn wek gundê; Sada, Bilêqiyê, Hermê Şêxo, Tilkêfê û Gundik. Rûniştina şagirtan di hundirê dibistanê de li ser tenekan bû û hin li erdê rûdiniştin.. Mamoste yekî bi tenê bû, navê wî Memdûh bû. Tevî ku kesî ji me bi zimanê erebî nizanîbû jî, qedexe bû ku em bi zimanê Kurdî bi hev re xeber bidin, vêca me li hev mêze dikir û em dikeniyan..!
Xweş tê bîra min wek niha ye, her sibeh, mamoste em li ber dergehê wê dibistanê, bi dûv hev de rêz dikirin, her sinifek di xetekê de rêz dibûn, yên kin li pêşî û yên dirêj di pey wan re û me silav li ala Sûriyê dikir. Ew ala ku di ser dibistanê re daliqandî bû û ji sê rengan; kesk, spî û reş û sê stêrkên sor di ortê de, pêk dihat. Rengê kesik, yê ala Raşidiyan bû, yê spî rengê ala Emewiyan bû û Rengê reş, yê ala Abbasiyan bû û her sê stêrkên sor yên di ortê de, bi wateya sê şoreşên sûriyê bûn. Û me ev sirûdên Sûriyê yên netewî digotin:
Em xort, pêşeroj a mê ye û rûmeta me zindî ye/
Em ji bo rûmet û welat dijîn û dimrin.. /..
Parêzerên welat silav li we be.. /..
Niha wêneyê wan salên dibistanê û roja yekemîn a ku ez têde çûm dibistanê bi lez di ber çavên min re derbas dibin. Piştî ku wê rojê ez ji dibstanê vegeriyam malê, wek yekî ku ji cengek biserketî vegeriya be, min centê xwe li devê derî danî û got: Yadê ez birçî me..
Diya min, pîrka min û neferên malê yên mayî bi gurnijandin û dev liken pêşwaziya min kirin..
Ji ber ku ew camiya bibû dibistan li ber herifandinê bû, zivistan jî nêzîk dibû, mamoste û gundiyan dibistan guhestin xaniyê Mihemedê Porsor, ji wir jî, piştî çend mehan birin qereqola kevin a ku bi axê bû.. Ez bawewr im, me wê salê xwendina xwe di qeraqola kevin de derbas kir, sala din me xwendina xwe di dibistana nû de destpê kir.. û wiha ta ku min her şeş salên xwendina xwe a seretayî li gund derbas kirin. Ezmûnên sala şeşan, me li Qamişlo, di dibistana Alirûba de pêkêş kirin, ji me her 11 şagirtan, ez û Abdulmecîd Melek em biser ketin, yên din têkçûn.
Bi çûna dibistanê re deriyên nû di jiyana min a seretayî de vebûn; fêrkirina zimanê erebî, pak û paqijî û ezberkirina ders û doran.. Me bi erebî nizanîbû, lê me dersên xwe ezber dikirin, bêyî ku em wateya hevokan zanibin…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…